Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

HPG: Du şivan ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin

HPG’ê ragihand ku gerîlayên HPG û YJA-Starê li Şemzînan û Çelê çalakî kirine û gelek leşker hatine kuştin. Her wiha HPG’ê got ku di 9’ê tîrmehê de şivanên bi navê Valî Çevîk û Hekîm Demîr li Şirnexê ji aliyê leşkeran ve bi zanebûn hatine qetilkirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li navçeyên Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 23’yê tîrmehê saet di 06.45’an de li dijî 2 wesayîtên kontra yên ji navçeya Şemzînan a Colemêrgê ber bi Girê Harûna ve ji bo leşkeran bigirin diçin, çalakiya sabotajê lidar xistine û ev agahî parve kir: “Di çalakiyê de wesayîtek hate rûxandin, wesayîta din jî derbe xwar û kontrayek hate kuştin û 2 kontra jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker cihê çalakiyê û derdora wê bi çekên giran bi serûber gulebaran kir. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihişte baregeha xwe. Ji aliyê din ve roja 23’ê tîrmehê saet di 00.10’an de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Stûna yê sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê bûn çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndaran nehate testpîtkirin.”

Kuştina du şivanên li Şirnexê

Her wiha HPG’ê têkildarî kuştina du şivanên bi navê Valî Çevîk û Hekîm Demîr de jî ev agahiyan da: “Roja 9’ê tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Çiyayê Fila yê herêma Besta a Şirnexê şivanên bi navê Valî Çevîk û Hekîm Demîr qetil kirin. Her du welatiyên me yên ji gundên Bîryan û Kronê bi awayekî zanebûn ji aliyê leşkerên faşîst ve bi hovane hatine qetilkirin û ev sûcê xwe yê dij mirovahiyê xwestine bi rêya çapemeniya hawûzê bixin stuyê hêzên me de. Ev bûyer bixwe ji aliyê leşkerên dagirker ve hatiye kirin. Divê gelê me û raya giştî ya demokratîk ji van nûçeyên bi armanca şerê psîkolojîk tê kirin bawer neke.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar