Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

HPG: Em ê şopdarê Ala bin

HPG'ê şehîd Ala Mûnzûr bi bîr anî û wiha got: “Li dijî artêşa tirk a mêtinger qirker, heta nefesa xwe ya dawî bi wêrekiyeke mezin û ruhê fedaî şer kir û şehîd bû."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

“Me di daxuyaniya xwe ya 10’ê hezîrana 2023’yan de; diyar kiribû ku hevrêyên me Zîn Amed û Mahsum Herekol di 3’ê hezîrana 2023’yan de li herêma Licê ya Amedê di pevçûnên li dijî artêşa tirk a dagirker de şehîd bûne û heke nasnameya hevrêya me ya sêyemîn a ku şehîd bûye, zelal bibe em ê ji raya giştî re û ji gelê xwe yê welatparêz re ragihînin. Niha me tespît kir ku hevrêya me Ala Mûnzûr Dêman bi ruhekî fedaî û cesaretekî mezin li dijî artêşa tirk şer kiriye û şehîd bûye.

Em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrêya me Ala, milîtana fedaî ya Apoyî, ji gelê xwe yê fedayî yê Kobanê û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em ê şopdarê şehîdên xwe bin, em ê armancên wan bi ser biînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna wan bi Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad de bidin jiyîn.

Nasnameya hevrêya me ya şehîd wisa ye:

Nasnav: Ala Mûnzûr Dêman
Nav û Paşnav: Dilîşan Şêxo
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dayik û Bav: Adîle – Salih
Dem û Cihê Şehadetê: 03.06.2023 / Amed

 

Bajarê Kobanê ku bi karakterê xwe yê berxwedêr û bi berxwedana xwe ya destanî ku navê xwe li hemû cîhanê da zanîn, yekemîn bajarê Rojava ye ku Rêber Apo nas kiriye. Gelê me yê Kobanê zû bû welatparêz, rastiya Rêber Apo fêm kir û bêyî dudilî tevlî têkoşînê bû. Ji roja pêşîn ku Rêbertî nas kirine, heta îro berdelên giran dan û zarokên xwe yên herî bi qîmet li têkoşîna azadiyê zêde kirin û bi şehîdan re helwesta xwe ya welatparêziya mezin îspat kirin. Gelê Kobanê ku ji dil û can bawer dikir ku wê Kurdistan bi îdeolojiya Apoyî azad bibe, bi salan bi ked û xebatên mezin xwe da têkoşîna azadiyê. Di sala 2012’an de Rojava bû bajarê ku çirûska yekemîn a Şoreşa Azadiyê pêxist û bû pêşeng. Li hemberî hemû êrîşên dijmin stûyê xwe xwar nekir. Li hemberî hemû êrîşên dijmin, ji asîmîlasyonê heta zext û zordariya rejîma Baas heta êrîşên li dijî mirovahiyê û qirkirinê yên çeteyên DAIŞ’ê û dewleta tirk a faşîst, bajarê Kobanê li ber xwe da. Bi taybet berxwedana dîrokî ya ku di salên 2014 û 2015’an de li dijî DAIŞ’ê nîşan da, bandor li hemû cîhanê kir bû hêviya gelên bindest. Bi hezaran şervanên azadiyê yên enternasyonalîst ji çar aliyên cîhanê berê xwe dan Kobanê. Bi vî rengî ji bo mirovahiyê bû hêviyeke nû, bû xwedîderketina nû, bû qibleya mirovahiya demokratîk û azad. Îro gelê Kobanê ku li dijî êrîşên qirker ên faşîzma dewleta tirk bi helwesteke welatparêzî ya bi rûmet li ber xwe dide, hewl dide hebûna xwe biparêze. Ew weke yek ji mînakên girîng ên ku nîşan dide û ji cîhanê re îsbat dike ku jiyan û sîstemeke bê dewlet û ya azad mimkun e.

Hevrêya me Ala Mûnzûr Dêman li axên ku mirovahî pêşî lê mezin bû, civakbûyîn, şoreşa neolîtîkê pêk anî û erdnîgariya qedîm a gelê kurd a bi deh hezaran salane, ji dayik bû. Bi çanda bajar û gelê Kobanê ku mînaka welatparêziyê ye, mezin bû. Jidayikbûna wê ya wekî endameke eşîra Kêtikî, ew bi erk û berpirsiyariyên wê yên civakî agahdar kir. Di nava malbateke welatparêz û çanda berxwedanê ya Kobanê de mezin bû û van tiştan kesayetiya hevala me Ala ava kir. Hevrêya me ya ku bi hişmendî û hestên welatparêzî yên kûr mezin bû, di temenê xwe yê biçûk de xwe, gelê xwe, dîrok û têkoşîna azadiyê nas kir. Fîlma Bêrîtan a ku derhêneriya wê yek ji şehîdên me yên mezin hevrê Halîl Dag e ku behsa berxwedana fermandara me ya mezin a nemir hevrê Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) dike, bandor li wê kir. Di heman serdemê de artêşa tirk a dagirker li Zapê derbeke mezin xwar û çalakiya Oremarê bandor li hevrêya me kir. Êrîşa fizîkî ya bêexlaq û tirsonek a dewleta tirk a mêtinger û qirker di sala 2008’an a li dijî Rêber Apo kir, ji bo hevrêya me Ala bû sedema ku divê êdî biryarekê bide. Bi kîn û hêrsa ku li hemberî dijminê qetlîamker hîs kir, biryar da ku bibe gerîla û ji bo tola tiştên li gelê me û Rêberê me hatiye kirin hilîne, berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me Ala ku yekemîn perwerdeya xwe ya gerîlatiyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît, gerîla nas kir û tevlî jiyana rêxistinbûyî ya PKK’ê bû. Di kesayeta hevrêya me Ala de cewhera civakî ya saxlem, hişmendiya wê ya welatparêzî ya kûr, hestên wê yên bi rûmet û armancên wê yên bilind faktorên girîng bûn ku bû sedema pêşveçûna wê. Bi taybet asta rizgariya jinên Kurd ên azad bi îdeolojiya Apoyî, jin weke YJA Starê bibe artêş, îdeolojiya azadiya jinê zelal bibe, jina azad bibe tevgera azadiyê, bibe partiyek weke PAJK, pêşî KJB û piştre jî KJK. Hevrêya me Ala ji bo bibe jina Kurd a azad, di xeta Apoyî de rola xwe ya dîrokî bilîze û şoreşa azadiyê bi rengê jinê pêk bîne, bêyî dudilî tevlî têkoşînê bû. Hevrê Ala bêyî hesap û bi awayekî dirust tevlî têkoşînê bû û ji ber vê zû bi pêş ket. Ew bi îddîayeke mezin xwedî li peywirên xwe xwedî derket û bû milîtaneke ku ji serdemê re bibe bersiv. Wê meşa xwe ya azadiyê li ser esasê fedaîtiyê pêk anî û bû xwediya tevlêbûneke Zîlanî. Hevrê Ala her tim li ser esasê tevlêbûna bi ruhê fedaî bû û ew wisa tevlî jiyan, têkilî, peywir û çalakiyan bû. Pîvanên fedakariyê yên ku wê pejirandibû, bû sedem ku ew roj bi roj tevlêbûna xwe zêdetir bike û li hemberî berpirsyariyên xwe bibe bersiv.

Hevrê Ala ku di navbera salên 2010 û 2012’an de di warê leşkerî û bîrdozî de perwerdeya pisporî dît û bû gerîlayeke pispor. Hevrê Ala bi avabûn û hêza ku ji perwerdeyê wergirtî berê xwe da qadên pratîk, bi hezkirin û coşeke mezin xwedî li hemû erkên xwe yên şoreşgerî derket. Hevrê Ala ku dema li ser armanca xwe rawestiya, astengî qebûl nedikir û dev jê bernedida, tu astengî li pêşiya xwe nas nedikir, bû milîtaneke ku her tim dizanibû ku bi ser bikeve. Hezkirina hevrêya me Ala ya ji jiyana azad, kesayeta wê ya rengîn, helwesta wê ya bi biryar, hevrêtiya ji dil û şoreşgeriya derwêşane bû sedem ku hemû hevrêyên wê jê hez bikin. Li her qada ku lê bû, bû pêşeng û dizanibû helwesta jina azad û pîvanên milîtaniya fedaî ya Apoyî bi awayekî rast temsîl bike. Bi hêza ku ji Rêbertî û şehîdên me girtiye û bi ruhiyeta ku afirandiye, bûye hevrêyeke ku di şexsê xwe de nirxên têkoşîna me ya bi rûmet jiyan kiriye û di derdora xwe de zindî kiriye.

Hevrêya me Ala piştî zanîn û ezmûneke mezin berê xwe da bakurê Kurdistanê û xeyala xwe ya herî mezin gerîlatiya Bakur pêk anî. Li gelek herêmên eyaleta Amedê erkên girîng girt ser milê xwe û bi serketî bi cih anî. Di şert û mercên dijwar ên Bakur de, tu bêderfetî nas nekir. Hevrê Ala bû milîtaneke mînak, weke fermandarekê rola pêşengiyê lîst, gelek serkeftin bi dest xist. Bi ked û hewldana xwe ya li eyaleta Amedê feydeyên mezin da eyaletê û têkoşîna me ya azadiyê. Bi helwest, hevaltî û lehengiya xwe ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêzê. Hevrê Ala ku dizanibû di her şert û mercî de şoreşgeriya xwe ya derwêşî û fedakariya Apoyî biparêze, di heman demê de dizanibû ku di dema derfetê de derbeyê li dewlet û artêşa tirk a dagirker û qirker bixe.

Di 3’ê Hezîranê de li qada Şehîd Ferhat a herêma Licê ya Amedê di êrîşa dijmin de tevî hevrêyên me Zîn û Herekol şehîd bû.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar