Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehadeta 2 gerîlayan daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“3’yê Hezîrana sala 2021’ê li qada Cîloya Biçûk a girêdayê Zapê dijmin êrîş kir, hevrêyên me Andok û Destan bûn şehîd.
Hevrêyên me Andok û Destan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên sala 2021’ê yên li herêma Zapê bi fedaiyane li ber xwe da û derbeyên giran li dijmin xistin, wek mîlîtanên pêşeng ên Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê cihê xwe di dîroka têkoşîna me de girt. Ewladê egîd ê Başûrê Kurdistanê, mîlîtanê fedaî yê Helebceya Şehîd hevrêyê me Andok û ewladê qehreman ê xelkê me yê Nisêbînê yê welatparêz hevrêyê me Destan bi wêrekiya xwe tirs xist dilê dijmin û sekineke ku ji bo hemû ciwanên Kurd bibe mînak nîşan da. Hevrê Andok û Destan ên wêrek, azadîxwaz û welathez ku ewladên gelê me yên bijare û fedaî ne, wek qehremanên gel û pêşengên ciwanan wê tim bi bîr bên.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Andok û Destan, em sersaxiyê ji bo hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê dixwazin, em cardin soz didin ku em ê bibîranînên şehîdên xwe di têkoşîna xwe de zindî bihêlin.
Nasnameyên hevrêyên me yên ku bûne şehîd, wiha ne:
Nasnav: Andok Axîn Nav – Paşnav: Warzer Yasîn Cihê jidayikbûnê: Helebce Dê – Bav: Zuhre – Yasîn Dîrok û cihê şehîdbûnê: 3’yê Hezîrana 2021’ê / Zap |
Nasnav: Destan Dêrsim Nav – Paşnav: Mehmet Saît Acat Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn Dê – Bav: Kevser – Mehmet Nûrî Dîrok û Cihê Şehîdbûnê: 3’yê Hezîrana 2021’ê / Zap |