HPG’ê 5 gerîlayên ku şehîd bûne bi bîr anî û got,”Em hevrêyên xwe Rûken, Canfeda, Argeş, Devrîm û Emrah ku gelê pir nêzî azadiyê kirine û li Botanê şehîd bûne, bi hurmet bi bîr tînin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derheqê gerîlayên ku 2017’an li Botanê şehîd bûne ev agahî da: ”Sala 2017’an li dijî têkoşîna mêtingeriyê yek ji xala herî bilind a têkoşîna me ya azadiyê hatiye jiyîn. Vê salê li Botanê li dijî dijmin şerekî bêhempa hatiye kirin. Ên ku digotin bihara 2017’an ew ê gerîla tune bikin, ketibûn nav xewn û xeyalan hatin ber tunebûnê. Em hevrêyên xwe Rûken, Canfeda, Argeş, Devrîm û Emrah ku xweziya dijmin di gewriya wan de hiştin, planên wan ên tasfiyekirinê pûç kirin, têkoşîna me bênavber domand, îro gelê me bêhtir nêzîkî azadiyê kirin û li Botanê şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me yên şehîd wiha ye:
Nasnav: Ruken Mamxurî
Nav Paşnav: Kadriye Ozlu
Cihê Bûyinê : Colemêrg
Nave Dê û Bav: Perihan – Dolmaz
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 2017 / Botan
Nasnav: Canfeda Başkale
Nav Paşnav: Samî Acar
Cihê Bûyinê: Wan
Nave Dê û Bav: Kadriye – Alî
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 2017 / Botan
Nasnav: Argeş Destan
Nav Paşnav: Azad Akkoç
Cihê Bûyinê: Amed
Nave Dê û Bav: Semra – Edîp
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 2017 / Botan
Nasnav: Devrîm Botan
Nav Paşnav: Seyîtxan Ayan
Cihê Bûyinê: Şirnex
Nave Dê û Bav: Sultan – Selîm
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 2017 / Botan
Nasnav: Emrah
Nav Paşnav: Emrullah Keskîn
Cihê Bûyinê:
Nave Dê û Bav:
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 2017 / Botan