Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

HPG: Em şehîdên Bazên Zagrosê bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de şehîd bûn aşkera kir û sersaxî ji malbatên Bawer, Agir, Atakan û Welat û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 gerîlayên di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de şehîd bûn aşkera kir û wiha got: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de derbên giran li artêşa tirk a dagirker hat xistin û xeyalên qirkerî û dagirkeriyê yên dijmin careke din hat têkbirin. Li herêma Zapê, hevrêyên me Bawerî, Agir, Atakan û Welat ku bi berxwedana xwe destanên lehengiyê nivîsandin û erka xwe ya pêşengiyê bi cih anîn, di vê pêvajoya berxwedanê de li refên herî pêş cih girtin û bi fedakariyeke mezin şer kirin, di demên cuda de şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Bawer Botan

Nav paşnav: Hasan Ozmen

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Hatîce-Şemsettîn

Dem û cihê şehadetê: 7’ê Gulana 2021’an / Zap

Hevrêyê me Bawer Botan li bajarê me Sêrtê ku bi welatparêziya xwe tê naskirin, ji dayik bû. Hevrêyê me Bawer li nava malbateke welatparêz mezin bû. Di salên 1990’î de dema ku dewleta tirk a qirker ji bo Kurdistanê bê kurd bihêle û welatparêziya gel tasfiye bike dest bi şewitandin û valakirina bi hezaran gundên Kurdistanê kir, neçar man koç bikin. Di encama zextên faşîzan ên dewleta tirk de yek ji malbatên me yên ku neçar man ku koçî metropolên Tirkiyeyê bike malbata hevrêyê me Bawer bû. Lê belê tu carî li hemberî rastiya dijminê qirker serî netewand, reng da her devera ku diçû û veguherand navendeke welatparêziyê. Li navçeya Yuregîrê ya Edeneyê ku bi serhildanên gel û ciwanên xwe yên serhildêr naskirî ye, bû yek ji ciwanên serî hilda.

Hevrêyê me Bawer karakterê asîmîlasyon û qirker a dewleta tirk ji nêz ve dît, rastiya dijmin nas kir û tev li nava karên ciwanên şoreşger bû. Di nava tevgera ciwanên şoreşger de weke ciwanekî kurd ê bi rûmet hewl da bi rola pêşengiyê rabe û gelek kar kir. Roj bi roj bêhtir têgihiştî bû, aktîvîsteyên xwe zêde kir û ji aliyê dewleta tirk ve gelek caran hat binçavkirin, 2 caran jî hat girtin. Lê belê zextên dijmin nekarîn li pêşiya hevrêyê me Bawer bibe asteng û daxwaz û baweriya xwe ya bi têkoşînê timî dewam kir. Di nava tevgera ciwanan de bi salan pêşengî kir û sala 2015’an tev li nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Hevrê Bawer ku li herêma Zapê dest bi gerîlatiyê kir, li vê derê alfabeya jiyana gerîla hîn bû, bû şervanekî şareza û roj bi roj bêhtir bû xwedî tecrûbe. Li çiyayên Zapê ku di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şahidî ji gelek lehengiyan re kirine, gerîlatî kir û hîn bi xurtî bi vê derê ve hat girêdan. Weke ciwanekî kurd ê sivîl hat qada Zapê lê bi salan re bi keda xwe bû fermandarekî Apoyî. Hevrêyê me Bawer ku mîna Zapê xwedî karakterekî xurt û serhildêr bû di nava pêvajoya şer a 6 salên dawî bi roleke çalak rabû û bi her awayî xwe tev li pêvajoyê kir. Hevrê Bawer bû xwedî meşeke bênavber û piştî Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê hat ragihandin ji bo serxistina vê pêngavê li qada Zapê bû yek ji fermandarên Apoyî ku bi rengekî çalak tev li bû. Hevrêyê me Bawer bû navê lêdana derbê li dijminê mêtinger û bû yek ji fermandarên fedayî yê Apoyî yê li Zapê. Di 6-7’ê gulanê de li qada Tîpa T’ê, di şer û bombardûmanê de tevî hevrêyê me Agir bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Nasnav: Agir Tolhildan

Nav paşnav: Nûzad Mûhammed Reşat

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Dayik-Bav: Gulnaz-Mûhammed Reşat

Dem û cihê şehadetê: 7’ê Gulana 2021’an / Zap

Hevrêyê me Agir li bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Li nava derdoreke welê mezin bû ku rastiya gelê welatparêz veguherî sîstemeke civakî û Şoreşa Azadiyê ya Rojava lê pêk hatiye. Di dilê hevrêyê me Agir de hestên welatparêziyê şîn bû. Şahidî ji êrîşên dewletên mêtinger, hêzên hegemon û nokerên wan ên herêmî re kir. Di heman demê de li nava civakê weke karkerekî kar kir, ked nas kir û ked ji xwe re kir esas. Piştî ku karakterê demokratîk sosyalîst ê PKK’ê, rastiya neteweparêziya demokratîk û doza azadiyê ya gelê kurd nas kir, weke ciwanekî kurd biryar da ku tev li nava têkoşînê bibe. Hevrêyê me Agir dît ku rêya têkoşîna encamgir û azadkirinê gerîla ye û sala 2018’an hat çiyayên Kurdistanê û tev li nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Agir ku welatparêziya gelê me yê Rojava di kesayetiya xwe de şîn kir, zû hînî jiyana gerîla bû. Ji aliyê teorîk û pratîkî ve xwe perwerde kir û gihand wê asta gerîla ku li ber zexta qirkirinê ya li dijî gelê kurd tê kirin raweste. Destpêkê li Behdînanê, piştre jî li Zapê kar kir. Li qada Zapê pîvanên gerîlatiyê hîn bû, ji bo gerîlatiya modernîteya demokratîk bixe meriyetê gelekî hewl da. Bi kesayetiya xwe ya çalak û kelecan zû bi pêş ket û bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Di gelek çalakiyên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de bi roleke çalak rabû. Dİ 6-7’ê gulanê de di şer û bombardûmanê de bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Nasnav: Atakan Konya

Nav paşnav: Haci Aydin

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Cemîle-Husamettîn

Dem û cihê şehadetê: 25’ê Gulana 2021’an / Zap

Hevrêyê me Atakan Konya li navçeya Silopya Şirnexê ku di dîrokê berxwedaniya dîrokî kirî, çêbûye. Li nav malbateke welatparêz mezin bûye û kesayata berxwedêr a gelê Botanê bi xwe re çêkiriye. Hay ji polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên dijmin, xasma ên li ser gelê Botanê çêbûye, hevalên wî yên derdorê ku tev li nav refan bûne kariger bûye, PKK ji nêz ve nas kiriye û sala 2013’an tev li nav refên gerîla bûye. Piştî ku 2 salan li qada Botanê pratîkê dike dema komkujiya DAIŞ’ê ya li ser gelê Şengalê ji bo ku gelê Şengalê ji qirkirinê xilas bike berê xwe daye Şengalê. Hevrêyê me Atakan ku bi rengekî aktîf li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê şer kirî, piştî xebata 2 salan a li vê derê berê xwe daye Qadên Parastinê yên Medyayê. Bi perwerdehiya leşkerî û îdeolojîk a li Qadên Parastinê yên Medyayê xwe pêş xistiye. Hevrêyê me Atakan li her devera ku çûyê hezkirin û dilsoziya li Rêber Apo û gelê xwe bi pratîka serkeftî nîşan daye. Di pêvajoya dawî de piştî ku dijmin operasyon aniye ser Qadên Parastinê yên Medyayê hevrêyê me Aktan tev li nav pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê bûye. Di vê pêvajoya pêngavê de tarz û taktîka ya gerîlayê serdema nû bi hostayî bi cih aniye. Di gelek çalakiyan de ku tevlê bûyî derbên giran li dijmin hatine xistin û di şikandina êrîşên dagirker de yên li ser qada Zapê bi roleke girîng rabûye. Hevrêyê me Atakan bi tûjbûna îdeolojîk heta bi qada leşkerî bi disîplîna xwe li nav hevrêyên xwe bûye mînak, bûye yek ji milîtanê pêşeng ê Pêngava Bazên Zagrosê.

Nasnav: Welat Rizgar

Nav paşnav: Vedat Yokûş

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Dayik-Bav: Sabîha-Mehmet Zekî

Dem û cihê şehadetê: 3’ê Îlona 2021’an / Zap

Hevrêyê me Welat li Êlihê li nav malbateke welatparêz çêbûye û mezin bûye. Ji zaroktî ve bûye şahidê qirkirina fizîkî û çandî ya dewleta tirk a faşîst a li ser gelê kurd û polîtîkayên asîmîlasyonê yên giran ên dewleta tirk ditiye. Xasma ji ber ku li Êlihê  yek ji navenda kuştinên nediyar ên JÎTEM û Hîzbûl-Kontra bû, çêbûye û mezin bûye, ew bi xwe bûye şahidê rûdanên û vê kiriye ku hevrêyê me Welat bibe xwedî bîr û baweriyeke welatparêz. Hevrêyê me Welat li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên dewleta tirk lêgeriyaye  ku hin rê û rêbazan deyne ber xwe, gihaştiye wê bîr û baweriyê ku têkoşîna herî encamgir li çiyayê Kurdistanê were dayîn û tev li nav refên gerîla dibe. Hevrêyê me Welat ku sala 2013’an tev li nav refên gerîla dibe, bi azwerî, fedakarî û dilgermiya xwe bilez hînî jiyana gerîla bûye. Ji roja pêşî ku tev li nav gerîla bûyî li hemû qadên Zagrosê xebitiye, li qadên herî zor dema ku pratîk kirî, perwerde di ser guhê xwe re neavêtî ye, xasma hewl daye serwextî felsefeya Rêbertî bibe. Bi xebatkarî û zekaya xwe li xwe zêde kiriye û li dijî operasyona dewleta tirk a li ser Qadên Parastinê yên Medyayê bûye pêşengê çalakiyan. Hevrêyê me Welat hewl daye ku bi serfirazî ji bin peywirên xwe derkeve, bi hîsa berpirsyariyê kiriye ku hevrêyên wî jê hez bikin. Di serî de serê malbatên hêja yên hevrêyên me Bawer, Agir, Atakan û Welat ku bi azweriya xwe ya têkoşînê û biryardariya xwe bi roleke kilîd di serfiraziya Pêngava Bazên Zagrosê de rabûne, serê tevahiya gelê welatparêz ê Kurdistanê sax be.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar