Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê êrîşên artêşa tirk de ev agahî parve kir: “Li herêma Zapê; 9’ê Nîsanê saet 11:30’î çeperên me yên berxwedanê yên Sîda rastî êrîşa artêşa tirk a dagirker hatin, hêzên me ji bo parastina xwe bersiv dan û şer çêbû.
Di 9’ê Nîsanê de çeperên me yên berxwedanê yên Sîda bi çekên qedexekirî hatin bombekirin. Di 9 û 10’ê Nîsanê de çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, Çemço û Sîda 16 caran bi helîkopterên êrîşê, obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.”