Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên artêşa tirk a dagirker de bi daxuyaniyeke ev agahî da: “ Di 1’ê Nîsanê de herêma Girê Çarçêl a Metîna 2 caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin. Di 1 û 2’ê Nîsanê de çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê Girê FM û Çemço û Sîda 19 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”