Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

HPG: Ew pêşengên şerê azadiyê ne

HPG’ê çar gerîlayên jin ên şehîd bûne bi bîr anî û ev tişt got: “Hevalên me Doga, Gelawêj, Rûken û Viyan him bi helwesta xwe ya di nav jiyanê de him jî bi şehadeta xwe di şerê azadiyê de bûne pêşeng.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 4 gerîlayên şehîd daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê gerîlayên şehîd bûne, Doga Andok (Hatîce Çarkanat), Gelawêj Besra (Zîlan Azan), Rûken Denktav (Aynûr Demîroglû) û Viyan Botan (Gulistan Uca)   bi bîr anî. HPG’ê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji gelê kurd û malbatên şehîdan re xwest û soza bilindkirina têkoşîna wan da.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin: “Sala 2018’an ji bo tevgera me bûye saleke ku li hemberî dewleta tirk a dagirker şerekî giran hatiye kirin. Dewleta tirk a dagirker xwestiye di wê salê de destkeftiyên gelê me ji holê rake û li hemberî gelê me û tevgera me êrişên berfirehtir kirine.  Li hemberî van êrişên dagirker li her qada Kurdistanê berxwedaneke mezin hatiye kirin. Vê berxwedana Rûmetê di şerê Efrînê de bi Barîn û Avestayan dest pê kiriye û li Botan û Zagrosan jî bi Doga, Gelawêj, Rûken û Viyanan derketiye lûtkeyê û polîtîkayên qirkirinê yên dagirkeran hatine têkbirin. Di vî şerê giran de hevalê me Doga, Gelawêj, Rûken û Viyan şehîd bûne.”

Nasnameya Şehîdan

HPG’ê sasnameya gerîlayên şehîd wiha parve kir: “Doga Andok (Hatîce Çarkanat) li Amedê ji dayik bûye.  Navê dê û bav, Zînnet – Îbrahîm, di sala 2018’an de li Şemzînanê şehîd bûye.  Gerîla Gelawêj Besra (Zîlan Azan) li Wanê ji dayik bûye.  Navê dê û bav, Ferzîmelek – Ramazan, di sala 2018’an de li Şemzînanê şehîd bûye. Rûken Denktav (Aynûr Demîroglû)  li Wanê ji dayik bûye,  navê dê û bav, Gugerçîn – Omer, di sala 2018’an de li Botanê şehîd bûye. Gerîla Viyan Botan (Gulistan Uca) li Şirnexê ji dayik bûye, navê dê û bav: Husniye – Kamîl, di sala 2018’an de li Botanê şehîd bûye.”

Di daxuyaniya xwe de li ser şehat Doga Andok ev tişt ragihand: “Hevala me Doga li Amedê ji dayik bûye. Ligel zehmetiya şertan û derdorê ew bûye sempatîzaneke Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û dema li Mûşê zanîngeh dixwend, tevlî nav xebatên ciwanan bûye, wê felsefe û têkoşîna Rêber Apo ji nêz ve nas kiriye. Hevala me êrişên pergalê yên li ser jinê û rola paşverû ya li ser jinê qebûl nekiriye û di sala 2013’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Ji bo ku li çiyayên azad ên Kurdistanê wekî jineke xwedî biryar û serbilind xeyalên azadiyê yên gelê me pêk bîne, kedeke mezin daye. Wê rewşa heyî tu carî qebûl nekiriye, her dem têkoşiyaye û li ser vî zemînî xwe bi pêş ve biriye. Wê ev kûrbûna xwe di çalakiyên li hemberî dagirkeran de jî nîşan daye. Hevala me Doga bûye şopdara xeta heval Zîlan, di jiyan û şer de bûye fedaî û bi pratîka xwe nîşan daye ku divê tevlêbûna rastîn a xeta partiyê çawa be. Ew li ser xeta fermandariya YJA-Starê de meşiyaye û di nava demeke kurt de bûye fermandar. Di asta fermandariyê de tevlî gelek çalakiyan bûye û derbên giran li dagirkeran daye. Wê ruhê fedaî ya hevala me Doga di têkoşînê de wê her dem pêşiya me ronî bike.”

Têgildarî gerîla Gelawêj Besra jî HPG’ê ev agahî parve kir: “Hevala me Gelawêj li Wanê ji dayik bûye û di nav malbateke welatparêz de ya ku xizmên wê bûne gerîla mezin bûye. Hevala me li hemberî êrişên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk tu carî bêdeng nemaye, wê biryareke şoreşger daye û tevlî nav refên têkoşînê bûye. Hevala me tevlî nav xebatên ciwanan bûye û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas kiriye û piştre jî di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Piştî perwerdehiya şervanên nû wê bala xwe daye ser gerîlatî û hunera şer û hewl daye bibe gerîlayeke jin a serkeftî. Bi pratîka xwe wê hêz daye hemû cihên ku lê têkoşiyaye. Li Qada Avaşînê ew tevlî gelek çalakiyên li hemberî artêşa Tirk a dagirker bûye û di van çalakiyan de tecrubeyên mezin bi dest xistiye. Heval Gelawêj di Îdeolojiya Azadiya Jinan de xwe kûtr kiriye û ji bo ku rêhevalên wê bêtir tevlî nav têkoşîna azadiya jinan bibe, hewl daye. Heta roja ku şehîd bûye, wê dev ji xeta Apoyî û xeta azadiya jinan bernedaye.”

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de HPG’ê agahiyên derbarê Rûken Denktav da û ev tişt ragihand: “Hevala me Rûken li Wanê li nav mablateke welatparêz çêbûye. Hê ji zaroktî meyla wê çûye ser têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê me ya li dijî asîmîlasyon, êrîşên îmha û înkarê yên TC’ê, tevlî nav xebatên ciwanan dibe û xeta berxwedanê ya birûmeta gelê me diparêze. Hevrêya me sala 2015’an tevlî nav refên gerîla dibe, nîşanî jin û ciwanên Kurdistanê dike ku divê berxwedan li kûderê û çawa were kirin. Hevrêya me Rûken dibe milîtaneke zîrek a Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo, dibe şervaneke fedayî li ser xeta PKK’ê û PAJK’ê, di şer û jiyanê de tim li pêş disekine. Bi bîrewerî û hezkirina xwe tim xwe ji hevrêyên xwe berpirs dibîne, hem xwe û hem jî hevrêyên xwe pêş dixe. Li Botanê bêrawest tevlî xebatên şoreşê dibe, dibe nûnereke xurt a xeta berxwedana dîrokî ya jinê. Li her qadê û pratîkê xeta serkeftinê dide ber xwe, dike ku hemû hevrêyên wê jê hez bikin û hurmetê bidinê. Li dijî êrîşên dagirkeran li gel ku birîndar dibe heta dawiyê şer dike, li dijî xeta îxanetê temsîla xeta fedayî ya Bêrîtan dike, ji bo ku hêsîr nekeve dest dijmin heta bi guleya xwe ya dawî şer dike, guleya dawi ji xwe re dihêle û dibe yek ji şehîhên me yên nemir. Hevrêya me dibe peyreva Bêrîtanan, bi tîpên zêrîn navê xwe li dîroka jina azad dinivîsîne. Hevrêyame Rûken her demê wê têkoşîna me de bijî  û rêya me ronî bike.”

Her wiha HPG’ê têkildarî Viyan Botan de wiha got: “Hevrêya me Viyan li Şirnexê ku yek ji navenda berxwedana têkoşîna me ye, li nav malbateke welatparêz çêdibe. Ji xizmên wê ji ber ku hin kes tevlî nav refên gerîla bûne, hevreya me Viyan ji zaroktî ve bi wê xeyalê ye ku bibe gerîla. Hevrêya me Viyan sala 2015’an tevlî nav gerîla dibe, heta roja ku şehîd dibe li Botanê dibe xwedî firazeyeke birûmet û mînak a gerîla. Bi erniya xweya ciwanan tevlî nav xebatên şoreşê dibe, li çiyayên Kurdistanê dibe sembola berxwedêriya jinên Kurd. Her gav bi jiyana gerîla re dibe yek, dibe gerîlayeke mînak a YJA Starê, bi dil û can tevlî nav xebatan dibe. Bi tevlêbûna xwe ya li nav jiyanê û baldariya xwe ya li ser felsefeya Rêbertî di demeke krut de derdikeve pêş, hewcehiyên demê bi pratîka xwe nîşan dide û encamê digire. Hevrêya me li îdeolojiya rizgariya jinê hûr dibe, li dijî dagirkeran têkoşîneke karîger dike, li qada leşkerî tim xwe pêş dixe û dibe xwedî xasetên gerîlatiya dema nû. Zû hînî qadan dibe, bi rihê hevrêtiyê zû bi hevrêyên xwe re hevkariyê datîne, ji bo ku xeta jiyana komunal were danîn tim hewl daye ku têbikoşe. Mîrateya şoreşger ku hevrêya me Viyan ji me re hiştiye her demê wê di têkoşîna hevrêyên xwe de bijî.”

HPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “Gerîlayên YJA Starê ku rêça berxwedana dîrokî ya jinên Kurdistanê bi felsefeya azadiyê ya  Rêber Apo kirin yek û ji rizgariya jinên cîhanê re bûyî kana îlhamê, ev rola ku dane ber xwe her demê b serkeftinê bi cih tînin. Di vê rêyê de mirinê jî didin ber çavê xwe û azadiyê gav bi gav pêk tînin. Hevrêyên me Dogan, Gelawêj, Rûken û Viyna jî hem bi helwesta xwe ya li yainê û hem jî bi şehîdbûna xwe bûne pêşengên şerê azadiyê. Di serî de serê malbatên hêja ya van hevrêyên me yên leheng em sersaxiyê didin tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar