Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

HPG: Fermandar Reşîd bi fedaî şer kir û gihîşt şehadetê

HPG’ê daxuyan ku fermandarê Reşîd Serdar di bombebarana dewleta tirk a dagirker de şehîd bû û wiha hat gotin: “dema li derdora gundê Koxan ê Nordiz li ser erka xwe bû, di pevçûna bi artêşa tirk a dagirker û êrîşa piştre de bi awayekî fedaî şer kir û gihîşt şehadetê.”

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehdaeta gerîla Reşîs Serdar de daxuyaniya nivîskî weşand. HPG’ê sersaxî ji malbata şehîd Reşîd û gelê Kurdistanê xwest wiha got: “27’ê gulana 2020’an li herêma Nordiza Payîzava ya Wanê, şerekî tund bi dijmin re qewimî û piştre di encama êrîşên hewayî de fermandarê me yê hêja hevrê Reşîd Serdar şehîd bû. Di salvegera şehadeta wî de, em car din milîtanê Apoyî hevrêyê xwe yê hêja Reşîd Serdar bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku bîranîna wî bidin jiyîn. Bi van hestan di serî de keça hevrêyê me Reşîd, Semîra û malbata wî ya hêja, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”

Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayê şehîd, wiha hate ragihandin:

Nasnav: Reşîd Serdar
Nav û Paşnav: Mûstafa Ertaş
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê dayik – bav: Çîçek – Şehabettîn
Cih û dîroka şehadetê: 27’ê gulana 2020’an / Wan

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê jiyan û têkoşîna şehîd, ev agahî dan:

“Hevrêyê me Reşîd Serdar li herêma Nordiz a girêdayî Payîzava ya Wanê, di nava malbateke welatparêz de hat dinê. Ji ber ku di nava malbateke ji eşîra Giravî ya qedîm de ji dayik bû û mezin bû, girêdayî çand û kevneşopiyên Kurdî mezin bû. Ji ber ku zarokê kur ê mezin bû, xwe ji hemû endamên malbatê berpirsyar hîs dikir. Ji bo ku di warê ekonomîk de tevkariyê bike, hîn di temenê biçûk de dest bi kar kir. Lêgerînên hevrêyê me yên têkildarî jiyanê, di vê pêvajoyê de destpê kir. Di navbera sîstema kapîtalîst û fêrbûnên jiyana ku civakê lê ferz kirî de, ma. Hevrêyê me Reşîd tişta ku lê digere, di nava her du şêwazên jiyanê de jî nedît û lêgerînên xwe domand. Hevrêyê me demekê ji Kurdistanê dûr, li metropolên Tirkiyeyê jiyan kir. Di vê pêvajoyê de dest bi naskirina rastiya dijmin kir. Hevrêyê me hêdî hêdî siyaseta qirkirinê ya ku dijmin li hemberî gelê me dimeşîne, derxist zanebûnê û fêm kir ku şêwazê jiyana herî rast, girêdayî cewherê xwe mayîne. Fikirî ku ev yek jî li ser xaka ku lê ji dayik bûye û mezin bûye, yanî li Kurdistanê pêkan e. Li ser vî bingehî hevrêyê me vegerî Kurdistanê û li ser xwesteka malbata xwe zewicî. Her çendî ku bi vê zewacê hatibe xwestin lêgerîna hevrêyê me Reşîd a ji bo azadiyê bê astengkirin jî, hevrêyê me lêgerîna xwe ya jiyana azad domand. Li ser vî bingehî hevrêyê me destpêkê di nava xebatên civakî yên legal de cih girt û rastiya me ya gel hîn nêztir fêm kir. Hevrêyê me ji sekna gelê me ya ku li hemberî hemû êrîşên dijmin dest ji berxwedanê naberde, bandor bû û bi têkoşîna xwe armanc kir ku bibe layiqê gelê me. Lewma hevrêyê me biryar da ku têkoşîna xwe mezin bike. Demeke diyar di nava xebatên milîsan de cih girt. Hevrêyê me bi fedekariya xwe ya di van xebatan de, derket pêş û di gelek xebatên li dijî dijmin dihatin meşandin de bû xwedî ked. Hevrêyê me Reşîd di pêvajoya ku tevlî xebatan bûyî de, têkoşîna me ya azadiyê ya ku bi pêşengiya PKK’ê tê meşandin, ji nêz ve nas kir û fêm kir. Gihişt wê rastiyê ku bersiva lêgerînên wî di felsefeya Rêber Apo de ye. Lewma hevrêyê me dest bi xwendin û fêmkirina parêzname û perspektîfên Rêber Apo kir. Biryar da ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Hevrêyê me bû şahidê kesayeta hevrêyên me yên şehîd, zanî ku bêyî dudilî şehîd bûne û ket ferqa fedekariyên şehîd ên ji bo azadiya gelê me. Bi taybetî ji têkoşîna hevrê Şehîd Kûrtay Faraşîn – Abdulkerîm Ertaş bandor bû. Di heman demê de êrîşên ku dijmin bi taybetî li Bakurê Kurdistanê û li her qadê li dijî destkeftiyên gelê me pêk tîne, daxwaza têkoşînê ya hevrêyê me Reşîd hîn xurttir kir. Hevrêyê me Reşîd tevî ku zewicî bû û zarokek wî hebû, xwe li hemberî gelê me berpirsyar hîs kir û diyar kir ku hemû zarokên kurd heq dikin ku li welatekî azad bijîn. Ji bo afirandina welatekî ku mirov bikare lê bijî, berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Reşîd bi îdîa û biryardariyeke mezin, tevlî nava refên gerîla bû. Ji fermandarên me yên efsanewî navê Şehîd Reşîd Serdar li xwe kir û xeta xwe ya têkoşînê diyar kir. Hevrêyê me sekna hevrê Şehîd Reşîd Serdar a li hemberî dijmin, ji xwe re mînak girt. Ji bo ku li Kurdistanê siya dijmin jî nemîne, têkoşiya. Hevrêyê me Reşîd terbiye û çanda ku ji malbata xwe wergirtî, bi felsefeya Apoyî re kir yek û hîna ji roja destpêkê ve bi kesayeta xwe ya dagirtî rêzdariya hemû hevrêyên bi dest xist. Hevrêyê me Reşîd karî di demeke kurt de pêşketinên girîng di kesayeta xwe de ava bike. Di pêvajoya Berxwedana Rêveberiya Xweser de bi Şehîd Demhat Faraşîn re li qada Wanê di rêxistinbûna berxwedanê de cih girt. Bi têkoşîna xwe, xwest ji berxwedana ku li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û gelek cihên din tê meşadin re bibe bersiv. Hevrêyê me di nava xebatên lê cih girtî de, bi tarzê xwe yê disîplînê derket pêş. Ji bo ku gelek xebatên krîtîk bigihije serketinê, ked da. Hevrêyê me Reşîd qasî 2 salan li qada Wanê bû xwedî pratîkek serketî û piştre ji bo hin xebatan derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.

Hevrêyê me ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê derfet dît partiya me PKK’ê baştir nas bike, PKK weke serhildan, îsyan û vejînê pênase kir. Ji bo vê jî mîna mîlîtanek Apoyî fikirî ku divê di şexsê xwe de van taybetmendiyên PKK’ê temsîl bike. Hevrêyê me Reşîd ku li ser vê bingehê lêhûrbûnên xwe kûrtir kir, bû xwedî tevlîbûneke aktîf. Hevrêyê me kir hedef ku di îdeolojiya rizgariya jinê de xwe kûr bike û li ser vê esasê bi xebatên li gel hevrêyên xwe meşandiye û bi xwendina perspektîfên Rêbertî re xwe gihandiye astek û li dijî têgihiştinên sîstemê ên mêrê serdest têkoşiya.

Hevrêyê me Reşîd ku her tim berê wî li bakurê Kurdistanê bû, bi wezîfeya xwe ya fermandariya herêmî re careke din derbasî bakurê Kurdistanê bû. Hevrêyê me ku berê xwe da herêma Nordiz ê lê ji dayik bû, mezin bû. Erdnîgariya wê nas dikir, li ser esasê girêdana bi şehîdan re tevahî xebatên ku tê de cih girt mezin kir û pêş xist. Hevrêyê me Reşîd li herêma Wanê di nava gelek çalakiyên li dijî dijmin de cih girt û ked da. Bi fedakarî û cesareta xwe bû milîtanekî Apoyî ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve mînak bê girtin.

Hevrêyê me Reşîd Serdar di 27’ê gulana 2020’an de dema li derdora gundê Koxan ê Nordiz li ser erka xwe bû, di pevçûna bi artêşa tirk a dagirker û êrîşa piştre de bi awayekî fedaî şer kir û gihîşt şehadetê. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyala hevrêyê xwe Reşîd a Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad teqez pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar