Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

HPG: Fermandar Zîlan, Şahan û Serhed şehîd bûn

HPG’ê ragihand ku Zîlan Amed, Şahan Amed û Serhed Çarçela di 8’ê nîsana 2024’an de di êrîşa dijmin de şehîd bûn û wiha got: “Bi hevrêtiya xwe ya bi hêz û watedar, bi kesayeta xwe ya têgihîştî û mutewazî û bi baweriya xwe ya bi nirx, wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê de wê bên bibîranîn.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şehadeta 3 gerîlayên azadiyê de daxuyanî da. HPG’ê daxuyand ku di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Zîlan, Şahan û Serhed ku ewladên leheng ên gelê me bûn, em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna me ya azadiyê bi ser bixînin ku emanetê hevrêyên me ne.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Di 8’ê nîsana 2024’an de li herêma Metînayê di êrîşa dijmin de hevrêyên me Zîlan Amed, Şahan Amed û Serhed Çarçela şehîd bûn.

Li dijî êrîşên artêşa tirk a dagirker ku ji bo tinekirina destketiyên gelê me û tevgera me, ji bo qirkirina Kurdan pêk tîne, berxwedaneke destanî tê meşandin. Ya ku mohra xwe li vê berxwedana destanî xist jî bêguman pêşengiya YJA Starê ye. Jinên kurd ku bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo xwe ji xweliyên xwe afirandine, bi rengekî fedaî bi hesta azadiyê ya jinûve tahm kiriye û rêbaza jiyana azad ve hatiye girêdan. Lewma li dijî êrîşên qirker di her kêliyê de bêteredût berxwedan mezin kir. Jin a leheng a Amedê fermandara YJA Starê ya hêja hevrêya me Zîlan Amed jî tevlî vê kevneşopiya berxwedanê ya li çiyayên Kurdistanê bû. Ji Zapê heta Heftanînê, ji Qendîlê heta Rojava û Metînayê li gelek herêmên welatê me li dijî êrîşên li ser gelê me xwe kir sîper, bû yek ji mînakên herî şênber ên jinên ku bi şerkirinê bedew dibin. Hevrêya me Zîlan ku milîtaneke Apoyî bû û xwe ji bo azadiya gelê me û jinan feda kir, di kesayetiya xwe de pîrozmendiya kedê, heybetiya berxwedanê û dilsoziya bi nirxên azadiyê temsîl kir.

Hevrêyên me Şahan û Serhed jî weke ewladên bi rûmet ên gelê me bi ked û daxwazeke mezin tevlî nava şerê azadiyê bûn, her kêliya şerê azadiyê bi têkoşîna ji bo bersivdayina li daxwaza azadiyê ya gelê me derbas kirin. Hevrêyên me Şahan û Serhed ku ruhê ciwanên Apoyî di kesayetiya xwe temsîl kirin di serî de herêma Metînayê li her devera ku lê man berxwedan mezin kirin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Zîlan, Şahan û Serhed ku ewladên leheng ên gelê me bûn, em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna me ya azadiyê bi ser bixînin ku emanetê hevrêyên me ne.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Zîlan Amed

Nav paşnav: Bêrîvan Zengîn

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Ferîde-Latîf

Dem û cihê şehadetê: 8’ê Nîsana 2024 / Metîna

 

Nasnav: Şahan Amed

Nav paşnav: Nûrûllah Tûnç

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Ayfel-Velî

Dem û cihê şehadetê: 8’ê Nîsana 2024 / Metîna

 

Nasnav: Serhed Çarçella

Nav paşnav: Esed Raîd

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Dayik-Bav: Yasmîn-Raîd

Dem û cihê şehadetê: 8’ê Nîsana 2024 / Metîna

Şehîd Zîlan Amed

Hevrêya me Zîlan li gundê Çemê Elîka yê Licê ya Amedê welatparêz e û di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bedel daye ji dayik bû. Hevrêya me Zîlan ji ber ku malbata wê dilsozê nirxên Kurdewar û xwedî dîrokeke kûr a welatparêziyê bû, di temeneke biçûk de partiya me PKK’ê nas kir. Malbata wê di nava Berxwedana Şêx Seîd de cih girt û bênavber heta roja me di nava têkoşîna azadiya gelê me cih digire ev yek di têgihîştina hevrêya me Zîlan de diyarker bû. Ji gundê tevlîbûna nav refên gerîla çêbû û bi şehadeta hevrêyên me hişt ku hevrêya me Zîlan yekane bijardeya têkoşînê di gerîlatiyê dît.  Hevrêya me ya ku bi komkujî û zilma ku dijmin li ser gelê me yê Kurdistanê pêk tîne mezin bû, rastiya dijmin nas kir. Di heman demê de partiya me PKK’ê bû pêşenga têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê ev hem bandor li hevrêya me Zîlan kir û hem jî vîna wê ya têkoşînê xurt kir. Hevrêya me Zîlan ku li ser vê bingehê weke şoreşgerekê beşdarî nava xebatê bû, di her xebata ku tê de cih girtiye de serkeftin weke pîvana sereke qebûl kir. Hevrêya me ya dît ku têkoşîna li dijî dijmin di nava pergala heyî de sînordar e, fikirî ku tenê bi şêwaza gerîlatiyê dikare bersivê bide dewleta tirk a ku polîtîkaya komkujî û qirkirinê ya li ser gelê meşandin. Ji bo vê; di sala 2004’an de ji bo tolhildana hevrêyên me yên di têkoşîna me ya azadiyê de şehîd bûne, gelê me yê ku hema bêje her roj rastî êrîşên qirkirina fizîkî û çandî dihatin û ya herî girîng jî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo hate pêşxistin, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêya me Zîlan a ku ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû, piştî demeke kurt li vir ma derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêya me ya ku li herêma Zapê perwedeya şervanên nû dît, bi perwerdeya ku dîtî tevlî jiyana gerîla bû. Hevrêya me ya ku bi hêrsa dijmin û hestên kûr ên welatparêziyê di dilê xwe de tevlî nava refên gerîla bû, ji roja destpêkê ve tevlîbûneke bi îrade û bi coş pêk anî. Hevrêya me Zîlan di dema ku tevlê bû bandora tasfiyeya îxanetê ya di nava Partiya me de dihat xwestin were pêşxistin fêm kir, li her derê ku lê bû li hemberî vê meyla tasfiyekariyê helwesta xwe ya milîtan a Apoyî nîşan da. Hevrêya me piştî perwerdeya xwe qedand, berê xwe da herêma Heftanînê û li wir nêzî 4 salan têkoşiya. Hevrêya me li Heftanînê di hunera gerîlatiyê de xwe tekûz kir, ezmûnên girîng bi dest xist. Hevrêya me ya ku bi kesayeta xwe ya xwezayî û kedkar di her hevrêyekî ku pê re xebitî de şopên kûr hişt. Xwest di aliyê bîrdozî de xwe têrtir bike bi taybetî jî xeta azadiya jinê di kesayeta xwe de biafirîne û bibe milîtana jin a azad. Pêşniyarên hevrêya me Zîlan li ser vê bingehê hatin qebûlkirin, li Akademiya Jina Azad a Şehîd Bêrîtan tevlî perwerdeyan bû.

Hevrêya me Zîlan a ku bi hevrêyên xwe yên jin re perwerdehiya resen weke şansek dît, li vir baldariya kûr jiya. Yek ji dewreyên perwerdeyê yên ku Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêber Apo hate xwendin, nîqaşkirin û jin weke pêşengên vê paradîgmayê hatin naskirin, ji bo hevrê Zîlan di jiyana wê yaşoreşgerî de bû qonaxek nû. Li vir perwerdehiya li ser analîz û tespîtên nû yên Rêber Apo yên li ser azadiya jinê, hişt ku xeta azadiya jinê bi tevahî dahurîne. Hevrêya me bi hêza ku ji vê yekê wergirt soza ku wê bibe kadroya pêşeng a şoreşê da û di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de dilsozê vê sozê ma. Hevrêya me Zîlandi dawiya perwerdeyê de pêşniyara çûna Amedê kir. Ji ber pêwîstiyan derbasî herêma Qendîlê bû. Hevrêya me li Qendîlê di nava gelek xebatên cuda de cih girt û rengê jina azad da xebatên xwe. Hevrêya me Zîlan bi pratîka xwe ya serkeftî di van xebatên xwe de hurmeta hemû hevrêyan girt, xwest biçe herêmên ku şer lê dijwar bû. Di her xebata ku di nav de cih girtibû bi kelecanek mezin bi ser ket û bû milîtaneke PKK-PAJK’ê. Ji daxwazên xwe zêdetir pêdiviyên Partiya me di ber çavan re derbas dikir, li herêma Garê û Heftanînê hat wezîfedarkirin. Hevrê Zîlan di dema xwe ya li van qadan de herî zêde bi perwerdekirina hevrêyên me yên ku nû tevlî bûne re eleqedar bû. Ji bo hevrêyên xwe yên nû tevlîbûne xwedî li çand û exlaqê Partiyê derkevin û bibin milîtanên jêhatî yên leşkerî, kedeke mezin da. Piraniya hevrêyên me yên ku ji hevrêya me Zîlan perwerde dîtine, di deskeftiyên ku di demên pêş de li gelek qadên welatê me Kurdistanê hatine bidestxistin, roleke mezin lîstin. Dem hatibû ku hevrêya me Zîlan a ku di perwerdeya demeke dirêj tê de cih girtibû, bi erk û berpirsyariyên girîngtir rabe ser xwe. Ji ber vê sedemê di sala 2014’an de li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz perwerde dît û di fermandariyê de asteke girîng bi dest xist. Hevrêya me ya ku bi perwerdeya li akademiyê dît û bi hevrêyên xwe re nîqaş kir, firsenda ku di warê bîrdozî û leşkerî de xwe hîn zêdetir pêşde bibe dît. Êdî ji fermandariya YJA Starê amade bû ku erkên girîng bigire ser milê xwe.

Pêşniyara hevrêya me Zîlan a ku piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li dijî Şoreşa Azadiyê ya Rojava û komkujî li ser gelê me pêk anîn, xwest derbasî herêma Rojava bibe, hat qebûlkirin. Li ser vê yekê hevrêya me derbasî Kobanê bû û beşdarî berxwedana dîrokî û destanî ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bû. Hevrêya me Zîlan a ku bi fedaî li hemberî çeteyan şer kir, carekê ji gelek cihên bedena xwe birîndar bû. Hevrêya me ligel ku birîna wê giran bû jî, bi saya îradeya xwe ya bilind a têkoşînê di demeke kin de bi ser ket. Hevrêya me Zîlan ku piştre li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî çeteyan şer kir, di taktîkên leşkerî û hunera fermandariyê de ezmûn û zanyariyên girîng bi dest xist.

Di demeke ku çeteyên DAIŞ’ê êdî ji bo gelê me rastî gefan nehat, hevrêya me Zîlan a ku li pey evîna xwe ya ji bo çiyayên Kurdistanê bû, berê xwe da çiyayên ku cihê xwe yên azadiyê lê hîs dikir.

Hevrêya me Zîlan a ku dixwest di taktîkên gerîlayên serdema nû de jêhatî bibe û erka xwe ya fermandariya YJA Starê pêk bîne, pêşî li Akademiya Şehîd Îbrahîm beşdarî perwerdeyê bû. Bi perwerdehiya ku li vir girt, Şerê Gel ê Şoreşgerî bi hemû aliyên xwe ve derxist zanyariyê û ji bo serketina wê kete nava lêhûrbûnekê. Hevrêya me Zîlan li wir pêşniyar û xeyala xwe ya çûyîna Amedê bi hevalên xwe re parve kir. Ji ber pêwîstiyan di asta fermandariya herêmê ya Metînayê de berpirsyarî girt ser xwe. Hevrêya me Zîlan li hemberî êrîşên dijmin ên li ser Metînayê di berxwedanê de dereng nema, di organîzekirina gelek çalakiyan de cih girt û derbên giran li dijmin xistin. Lêhûrbûna hevrêya me her tim li ser çawa derbê li dijmin bide bû, firsend dît ku ezmûnên xwe yên şer ên berê bi awayekî serketî pêk bîne. Hevrêya me Zîlan her tim bi hevrêyên xwe re bû, bi wan re jiyanê parve dikir; bi kesayeta xwe ya dilpak û mutewazî di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Em weke fermandara YJA Starê her tim li cihê ku lê bû pewira xwe ya pêşengtiyê bi cih anî û keda wê di serkeftina têkoşînê ku her roj nêzîkî wê dibin de hebû. Em soza xwe dubare dikin ku heta em xeyalên hevrê Zîlan pêk bînin em ê li ber xwe bidin.

Şehîd Şahan Amed

Hevrêyê me Şahan li Amedê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Welatparêziya malbata wî û bajarê Amedê yê ku lê dijiya hişt ku hevrêyê me Şahan di temenê xwe yê biçûk de têkoşîna me nas bike. Şehadeta xizmên wî û tevlîbûna wan a di nava refên gerîla de bû sedem ku gerîla pîroz bibîne û tevlîbûna gerîla ji xwe re kir armanca sereke. Hevrêyê me ku ji sala 2010’an û vir ve di nava xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de cih girt, bi qasî 5 salan beşdarî van çalakiyan bû. Hevrêyê di rêxistinkirina ciwanên kurd û tevlîbûna wan a nava refên têkoşînê ked da û bi xebata xwe polîtîkayên şerê taybet ên dewleta tirk ên li dijî ciwanan pûç kir. Hevrêyê me Şahan bi serkeftina xebatên ku tê de cih girt bala dijmin kişand û di sala 2015’an de dîl ket destê dijmin. Hevrêyê me Şahan ê ku salekê li Antalyayê girtî ma, di vê demê de lêhûrbûnek kûr jiya û xwest bi awayekî herî rast bersivê bide dijmin. Di heman demê de girdayî kevneşopiya berxwedana zindanan a PKK’ê ku bi berdêlên mezin hatiye afirandin ma û bi sekna xwe berxwedan hîn berfirehtir kir. Hevrêyê me Şahan ê ku di kesayeta Apoyî û têkiliyên hevrêtiyê yên hevalên me yên di girtîgehê de bi bandor bû, firsend dît ku partiya me PKK û rastiya Rêber Apo ji nêz ve nas bike û fêm bike. Hevrêyê me Şahan ku dizanibû bersiva herî baş a ji dewleta tirk re piştî ji girtîgehê derkeve tevlîbûna nava refên gerîla ye. Hevrê Şahan piştî ji girtîgehê derket berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di sala 2018’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Şahan piştî tevlî nava refên gerîla bû perwerdeya yekem li herêma Heftanînê dît. Bi perwerdeya dît xwe yekser bi jiyana çiya û gerîlatiyê re adapte kir. Hevrêyê me yê ku jiyana gerîla weke gihiştina heqîqeta jiyanê nirxand, her kêliya xwe bi wate jiya. Keda ji bo derketina lûtkeyek çiyê, vexwarina qedehek av ji destê hevrêyê xwe û piştre temaşekirina dîmena bi heybet a Kurdistanê weke gihandina heqîqeta jiyanê nirxand, kêlî bi kêlî bi jiyanê re bû yek û bû gerîlayekî Apoyî yê şareza. Hevrêyê me Şahan bi qasî sal û nîvekê li herêma Heftanînê têkoşiya û yek ji hevrêyên destpêkê bû ku bersiv da êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a dagirker a li dijî Heftanînê. Piştre li dijî dijmin beşdarî gelek çalakiyan bû û di lêdana derbên giran de rol lîst. Şehadeta hin hevrêyên Heftanîn ên ku bi hev re li ber xwe da û bi wan re ew jiyana pîroz a gerîlatiyê parve kir, hêrsa hevrêyê me Şahan a li hemberî dijmin zêdetir kir. Hevalê me bi zanebûna ku tenê bi berfirehkirina têkoşînê dikare bîranînên hevrêyên şehîd zindî bihêle. Hevrêyê me ji bo xwe di şêwaz û taktîkên gerîlatiya serdema nû de pêşde bibe beşdarî perwerdeya leşkerî bû. Hevrêyê me Şahan digot ku bi saya perwerdeya ku dîtiye xwestiye tola hevalên xwe yên şehîd û dîl girtine ji dijmin rake û di pêvajoya perwerdeyê de jî bi vê armancê xurtbûnek girîng bi dest xist. Hevrêyê me hem di warê îdeolojîk û hem jî di teknîk û taktîkên leşkerî de firsenda xwe pêş bixe bi dest xist. Gihişt wê astê ku bi taybet li Herêmên Parastinê yên Medyayê û her qada ku deskeftiyên gelê me lê bi êrîşên dijmin re rû bi rû ne bersiva herî di cih de bide. Hevrêyê me li hemberî êrîşên dijmin ên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê ji berxwedana hevalên xwe hêz û moralek mezin girt, xwest di zûtirîn demê de bibe parçeyek ji vê berxwedana destanî.

Li ser vê bingehê hevrêyê me Şahan ê ku derbasî herêma Metînayê bû, bû şahidê berxwedana li Girê Colemêrgê ku di pêşengiya hevrê Nûrî, Hêzil, Laşer, Şerzan, Seren û Azê de hate pêşxistin. Hevrêyên me heta nefesa xwe ya dawî li hemberî dijmin bi fedakarî şer kirin û gihiştin şehadetê, bû sedem ku hevrêyê me Şahan bi awayekî aktîftir beşdarî têkoşînê bibe. Hevrêyê me yê ku aliyên wî yên kedkarî û fedakarî derket pêş, hemû dema xwe ji bo tolhildana hevrêyên xwe derbas kir. Bi vî awayî beşdarî gelek çalakiyên ku li herêma Metînayê hatin pêşxistin bû û derbên giran li dijmin xist. Bi vî rengî bi pratîkê îspat kir ku çawa bersivê dide êrîşên dagirkeriyê yên dijmin. Hevrêyê me Şahan ku di êrîşa dijmin a 8’ê Nîsana 2024’an de bi hevrêyên me Zîlan û Serhed re şehîd bû, bi hevrêtiya xwe ya ji dil, kedkar û bi kesayeta xwe ya dirust, bû milîtanekî Apoyî ku hemû hevrêyên wî bibin şopdarê wî û wî li kêleka wî şer bikin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna hevrêyê xwe Şahan ê ku sekna xwe ya bênavber li hember dijmin ji zindanê heta çiyayên Kurdistanê bilind kir, bikin sedema berfirehkirina têkoşînê.

Şehîd Serhed Çarçela

Hevrêyê me Serhed di malbateke welatparêz de li bajarê Qamişlo hatiye dinê. Di kesayeta hevrêyê me Serhed de ku malbata wî welatparêz û dilsoz bû û li bajarekî berxwedanê yê mîna Qamişloyê ji dayik bû û mezin bû. Hevrêyê me yê ku di nava şert û mercên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de mezin bû û xwe bi pergala perwerdehiya şoreşê perwerde kir û hişmendiya azadiyê bi dest xist. Her çendî dizane Şoreşa Azadiyê ya Rojava li ser esasê fikrên Rêber Apo hatiye pêşxistin jî, partiya me PKK’ê di Berxwedana Kobanê ya dîrokî de yekemîn car nas kir. Dema hîn bû ku hêza pêşeng a berxwedana fedaî ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên di bin pêşengiya dewleta tirk de êrîşî Kobanê kirin û dixwestin destkeftiyên gelê me tune bikin, şer dikin milîtanên PKK’ê ne bû hejmetkarê wan. Bi taybetî serkeftina piştî berxwedana dîrokî bû sedem ku hevrêyê me Serhed eleqeya xwe bi Partiya me re zêdetir bike. Hevrêyê me yê ku difikirî ku hem layîqê nirxên hatine afirandin be û hem jî weke ciwanekî kurd bibe parçeyek ji vê têkoşînê, lêgerîna xwe ya têkoşînê zêde kir. Hevrêyê me Serhed ji sala 2014’an heta sala 2018’an hemû dema xwe ji bo naskirin û têgihîştina rastiya Rêber Apo, partiya me PKK’ê û şehîdên fedayî derbas kir, di dawiyê de gihişt biryardariya ku tevlî nav refên Partiya me  bibe. Bi îdîayek mezin di sala 2018 de tevlî nav refên Partiya me bû. Li ser vê bingehê hevrêyê me berê xwe da çiyayên Kurdistanê, xwe gihand Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Serhed tevî ku heta niha li çiya nejiyabû jî, ji roja ku tevlî gerîla bû bi coş û heyecaneke mezin beşdarî jiyanê bû û bi lez û bez xwe bi jiyana gerîla û çiyayî ve bi cih kir. Hevrêyê me yê ku bi tevahî xwe bi felsefeya Apoyî û şert û mercên têkoşînê yên dijwar îqna kir, bi ked û watedayîna hemû zehmetiyan bi ser ket. Hevrêyê me yê ku pê zanîbû ku bedewî û xemla jiyana gerîla li vir veşartiye, her roja ku derbas dibû çalaktir dibû. Hevrêyê me Serhed digot ku jiyana PKK’ê di gelek aliyan de dikare were ravekirin, lê wê her tim aliyên ku winda nebin û rastiya vê jiyanê ancax bi jiyana PKK’ê re were bidestxistin. Li ser vê bingehê hevrêyê me yê ku her kêliya xwe di nava refên Partiyê de jiya, bi heyecan, tevlîbûna bi îrade û coşa xwe ya jiyanê bû milîtanekî ku hemû hevrêyên wî ji xwe re mînak girt. Hevrêyê me Serhed ê ku perwerdeya xwe ya nû ya şervaniyê bi serkeftî bi dawî kir, bi xebata li gelek herêmên têkoşîna me hewl da ku erka xwe ya dewreyê bi temamî bi cih bîne. Hevrêyê me yê ku di her qada ku tevlî bûye de bi cidiyet û berpirsyariyeke mezin tevgeriya û bi şêwaza xebatê ji hevalên xwe re bûye mînak. Bi kesayeta xwe ya têgihîştî û jiyana xwe ya mutewazî rêz û hezkirina hevrêyên xwe bi dest xist.

Êrîşên dewleta tirk a qirker ên bi taybet li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hemû qadên deskeftiyên gelê me pêşxistin, xwesteka hevrêyê me Serhed a ji bo çûna herêmên ku şer lê dijwar e, zêdetir kir. Hevrêyê me yê ku difikirî ku weke milîtanekî Apoyî divê li hemberî êrîşên dijmin erka xwe ya leşkerî bi cih bîne, ji bo biçin qadên ku şer lê dijwar bû xwe pêşniyar kir. Hevrêyê me yê ku pêşniyara wî hat qebûlkirin, ji bo xwe di taktîkên gerîla yên serdema nû de perwerde bike, demekê li Akademiyên Şehîd Mahîr beşdarî perwerdeyê bû. Dema hevrêyê me yê ku bi perwerdeya ku dîtî di gelek taktîkên gerîla de bû pispor, xwe amade hîs kir ku here qadên şer û  bi îdîa û îradeya serkeftina teqez derbasî herêma Metîna bû.

Hevrêyê me Serhed ku li herêma Metînayê ya ku êrîşên dijmin lê dijwar bûn, tevlêbûn û tempoya xwe ya xebatê zêde kir, bi taybet li qadên ku dijmin lê bûn, bersiv da êrîşan. Di çalakiyên ku li herêma Metînatê hatin pêşxistin de cih girt û hewl da tola hevrêyên xwe yên şehîd ketine hilîne. Di heman demê de hevrêyê me Serhed bi fedakariyeke mezin kir ku tunelên şer hîn bêhtir geş bike û wan veguhere çeperên berxwedan û ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me Serhed di 8’ê Nîsana 2024’an de di êrîşa dijmin de bi hevrêyên me Zîlan û Şahan re şehîd bû. Bi hevrêtiya xwe ya bi hêz û watedar, bi kesayeta xwe ya têgihîştî û mutewazî û bi baweriya xwe ya bi nirx, wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê de wê bê bibîranîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar