Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

HPG: Fermandarê Tîma Xençer qontra Mûstafa Erdem hat cezakirin

HPG'ê têkîldarî êrîşên dewleta tirk a qirker û cezakirina qontrayê bi navê Mûstafa Erdem ku xizmet ji dijminê qirker re dikir agahî da û got: "Qontrayê bi navê Mûstafa Erdem ê sala 1980'î li Şirnexê ji dayik bû, kesekî welê bû ku li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê me gelek sûc kir. Wê tu kesê qontra bê ceza nemîne."  

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxûyaniyek da. Daxûyanî bi vî rengî ye:

“Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

5’ê Hezîranê saet di 13:30’î de dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê êrîş birin ser hêzên me. Hêzên me jî bi çekên giran bersiv dan.

Herêma Xakurkê;

4’ê Hezîranê artêşa tirk a dagirker qada Şêxzade bi balafirên şer, helîkopter û çekên giran bombe kir. Piştre jî dagirker li Girê Şêxzade hatin bicihkirin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker;

4 û 5’ê hezîranê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qadên berxwedanê yên Girê FM, Girê Amediyê, li rojhilatê Zapê qada berxwedanê ya Sîdayê 72 caran bi obus û tankan hatin bombekirin.

Artêşa tirk a dagirker 4 û 5’ê hezîranê, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl hewl da çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê bi kepçeyan bişkîne.”

‘Wê  tu qontra bê ceza nemîne’

Di daxûyaniya HPG’ê de hate gotin, “Qontrayê bi navê Mûstafa Erdem ê sala 1980’î li Şirnexê ji dayik bû, kesekî welê bû ku li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê me gelek sûc kir. Vî kontrayî xizmet ji dijminê qirker kir, tevlî gelek êrîşên li ser gelê me bû, sûcên cûda kir, ne tenê li bakurê Kurdistanê, her wiha tevlî operasyonên dagirkeriyê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û destê xwe di xwîna gelek hevrêyên me de hebû. Her wiha serkêşê tîma qontra bû ku xwe weke tîma Xançer bi nav dikirin.

Kontrayê bi navê Mûstafa Erdem dema ku karekî bi vî rengî dikir, 4’ê hezîranê saet di 21:30’î de li yekîneyeke me rast hat û vê yekîneya me bi înîsiyatîfa xwe ev kontra ceza kir. Yekîneya me bi rengekî serkeftî vegeriya warê xwe û agahî li ser bûyerê da.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar