Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: Gerîla 36 dagirker ceza kirin, li Xakûrkê çûn ser 17 cenazeyan

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di operasyona ku li dijî dagirkeran a li Xakûrkê pêk anîne de, dagirkerên li ser girê bi temamî tasfiye kirin, çûn ser 17 cenazeyê dagirkeran. Li Xakûrkê 27 dagirker û li Metîna 9 dagirker hatin ceza kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiya li Xakûrkê û Metînayê daxuyaniyek nivîskî weşand û got, “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku bi ruhê fedaî yê Apoyî di her demsalê de, di her şert û mercî de li her cihî şer dike, li Xakûrkê Operasyona Şoreşgerî ya Şehît Ahmed Rûbar û li Metînayê jî çalakiya gerîla ya koordîneyî pêk anî û derbeke giran li dagirkeran xist. Bi afrîneriyek mezin a gerîlatiya modernîteya demokratîk re, kapasîteya pêkanîna taktîkên dewlemend ên gerîla û îradeya ku her şert û mercên zehmet bê teredût derbas dike, performansek bi hêz derxist holê. Di operasyona şoreşgerî ya li Xakûrkê de ku li ser navê Hevrê Şehîd Ahmed Rûbar ku yek ji fermandarên pêşeng ên artêşa me ya gerîla ye; hêzên me yên operasyonê ku bi ruhê serkeftinê bi ser dagirkeran ve çûn, hemû dagirkerên li ser girê bi temamî tasfiye kirin, gir girtin bin kontrola xwe, çûn ser cenazeyê 17 dagirkeran, bi giştî 27 dagirker ceza kirin, gelek çek û alavên leşkerî desteser kirin û beşek mezin ji wan îmha kirin. Li Metînayê jî 9 dagirkerên ku bi çalakiya koordîneyî ya gerîla hatin hedef girtin, hatin cezakirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê operasyona şoreşgerî ya li Xakûrkê ya li dijî dagirkeran de, çalakiyên li qadên din û êrîşên artêşa tirk a dagirker ev agahî parve kir:

Herêma Xakûrkê

* 22’ê Kanûnê saet 15:05’an li dijî dagirkerên li herêma Girê Şehîd Kamûran û Girê Şehîd Heqî operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ahmed Rûbar hatiye lidar xistin. Di çarçoveya Operasyona Şoreşgerî de pêşî li Girê Şehîd Kamûran û Girê Şehîd Heqî bi çekên giran derb li dagirkeran hate xistin û çeperek hate îmhakirin.

Saet 16:15’an dagirkerên li Girê Şehîd Kamûran bi taktîka vedizînê ji sê aliyan ve hatin hedef girtin. Yekîneyên operasyona Şoreşgerî pêşî bi awayekî veşarî ketin çeperên dagirkeran û 2 dagirkerên li vir ceza kirin. Piştre yekîneyên operasyonê dagirkerek ku hewl dida bireve ceza kirin, operasyona xwe berdewam kirin, piştre 5 çeper û 2 kon hatin îmhakirin û li vê derê jî dagirker ceza kirin û çûn ser cenazeyên 17 dagirkeran. Hêzên me yên profesyonel ên gerîla ku beşdarî operasyona şoreşgerî bûn, çekên ku ji ser dagirkeran rakirin, li dijî dagirkeran bi awayekî bi bandor bikar anîn. Hêzên me yên operasyonê yên şoreşgerî ku tevahî hêzên dagirker ên li Girê Şehîd Kamûran ceza kirin û nîv saetê gir di bin kontrolê de girtin, bi giştî 27 dagirker ceza kirin. Hevrêyê me Memyan ê ku bi ruhê fedaî yê Apoyî û bi lehengiyeke mezin operasyona şoreşgerî bi rê ve bir, di dema bi ser dijmin de diçû şehîd bû.

Di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ahmed Rûbar de 2 çekên ferdî MPT-55, 2 dûrbîna çekan, çekek BKC, zincîr û 150 guleyên BKC li ser dagirkeran hatin rakirin. Her wiha 3 kamerayên mobesse, dûrbînek a termalê, kamerayek mezin, Sîstemek a axaftinê û şebekeya ragihandinê, navendek a ragihandinê, radarek, çekek a A4, 2 çekên BKC û çekek mezin a bombe avêj ê dagirkeran hatin îmhakirin.

Artêşa tirk a dagirker ku derbeke giran xwar, dîsa gelek windahiyên xwe ji raya giştî veşart, tenê navê serpelê birutbe Ramazan Gunay, çawîşê pispor Mehmet Serinkan, çawîşê serdeste Îsmaîl Yazici, leşkerên bi pere Emre Taşkin, Yasîn Karaca û Çagatay Erenoglu eşkere kir. Lê belê hate zelalkirin ku di Operasyona Şoreşgerî ya Şehît Ahmed Rûbar de herî kêm 27 dagirker hatine cezakirin. Her wiha hat hînbûn ku piyadeye birutbe yê bi navê Yavuz Tunç, berbaz Samet Emir Sapan, çawîşê pispor Îbrahîm Parildar, çawişê pispor Emrullah Yildirim, çawişê pispor Mehmet Alî Bozkurt û leşkerê bi pere Hasan Huseyîn Keskîn jî bi giranî birîndar bûne.

Herêma Metîna

* 22’ê kanûnê saet 10.00’an li dijî dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê Ortê bi taktîka vedizînê çalakiyek gerîla ya koordîneyî hate lidar xistin. Di encama vê çalakiyê ku bi bombeyên destan û çekên ferdî hate pêk anîn de 9 dagirker hatin cezakirin. Her wiha 4 kon, 2 çeper û kamerayek mobesse hatin îmhakirin.

Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl

* 20’ê Kanûnê saet 10:15’an kamerayeke Mobesse ya dagirkeran a li Herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê bi taktîkeke sûîqestê hate îmhakirin.

* 20’ê Kanûnê saet 15:00’an kamerayeke Mobesse ya dagirkeran a li herêma Berxwedanê ya Girê FM’ê bi taktîkeke sûîqestê hate îmhakirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî

*20’ê Kanûnê çeperên me yên şer ên li Herêmên Berxwedanê yên Şehîd Diyar û Sîda yên Zapê, carekê bi teqemeniyên qedexekirî û 3 caran jî bi balafirên bombebarkirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker

* 20, 21 û 22’ê kanûnê li herêmên Gundê Çemrobotkî, Gundê Yekmalê, Deşta Kafya yên herêma Garê 7 caran, Lolan, Girê Rostê, Goşînê yên herêma Xakûrkê 13 caran, Gundê Bêşîlî, Gundê Şelazê yên herêma Metîna 2 caran, herêma Qendîlê Girê Hîwa, Girê Şehîd Egîd 3 caran, bi giştî 20 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.

* Zap, Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakûrkê bi topan hatin bombekirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar