Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: Gerîlayan azadiyê li Girê Amediyê 34 dagirker ceza kirin

HPG’ê diyar kir ku gerîlayên azadiyê 200 dagirker, 44 çeper û kon, tank û panzer hedefgirtin û ragihand ku 34 leşkerên dagirker ji hêla gerîlayên azadiyê ve hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî Operasyona Şoreşgerî ya Girê Amediyê de daxuyanî weşand. HPG’ê ragihand ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ruhê fedayî yê Apoyî, bi cesareteke bilind û îradeyeke xurt operasyonên şoreşgerî pêk tînin û ev agahî parve kir: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku li Xakurkê û Metîna derbên giran li artêşa tirk a dagirker xistin. Dagirkerên ketin panîkê û hewl dan veşêrin jî, nikarin xwe bandora derbên giran ên ji Gerîlayên Azadiya Kurdistanê veşêrin. Li Herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê 34 dagirker hatin cezakirin.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ruhê fedayî yê Apoyî, bi cesareteke bilind û îradeyeke xurt operasyonên şoreşgerî pêk tînin. Çalakiya koordîneyî ya li Metînayê û Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ehmed Rûbar ku 22’ê Kanûnê li Xakurkê hate lidarxistin, operasyonên şoreşgerî yên ku 23’ê Kanûnê li Qadên Berxwedanê yê Girê Amediyê û Kurojahro yên Zapê hatin lidarxistin, derbên giran li artêşa dagirker xistiye. Artêşa dagirker bi operasyonên şoreşgerî li ser hev derbên giran xwar û gelek windahî dane. Tevî ku windahiyên artêşa tirk heta niha ji aliyê hêzên me ve bi belge û agahiyan hatine aşkerakirin jî, lê artêşa dagirker û medyaya wê ya şerê taybet hewl dide ku windahiyên xwe ji raya giştî ya Tirkiyeyê û hemû cîhanê veşêre. Lê her çendî ku bikevin panîkê û hewl bidin veşêrin jî, nikarin bandora derbên giran ên ji Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xwarî, veşêrin.

Artêşa dagirker û medyaya wê ya şerê taybet, îdia dike ku gelek windahî dane hêzên me yên gerîla, li aliyekî hewl dide moralê xwe yê ketî baş bike, leşkerên xwe yên bi peretî şer dikin lê  nikarin şer bikin motîve bike, li aliyekî din jî hewl dide binketina xwe bi rengekî cuda nîşanî raya giştî ya Tirkiyeyê bide. Divê gelê me yê welatparêz û hemû raya giştî ya Tirkiyeyê bizane ku; di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ehmed Rûbar de hevrêyê me Memyan, di Operasyona Şoreşgerî ya Girê Amediyê de jî hevrêyên me Welat, Helmet û Huseyîn şehîd bûne. Ji derveyî van her çar hevrêyên me yên wêrek û leheng ti windahiyên me yên din çênebûne. Tiştên ku artêşa dagirker û medyaya wê ya şerê taybet derbarê windahiyên gerîla de diyar kirî, bi temamî derew in.

Gerîlayên azadiyê 200 leşker hedef girtin

23’yê kanûnê di saet 14.40’an de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl operasyona şoreşgerî hat lidarxistin. Di vê operasyona şoreşgerî de; 200 dagirker, 44 çeper û kon, tank û panzer û dagirkerên ku ji 3 beşan pêk dihatin, hatin hedefgirtin. Di operasyona şoreşgerî de ku bi taktîka serdegirtinê destpê kir û ji 7 baskan pêk dihat, destpêkê bi bombeyên dest û çekên ferdî bi rengekî bi bandor li dagirkeran hate xistin. 3 baskên operasyona şoreşgerî bi bombeyên dest, çekên ferdî û nîv otomatîk li dagirkeran xist, bi ser wan de çû û ji cihekî nêz ve bi rengekî bi bandor lê xist. 4 baskên din ên operasyona şoreşgerî jî bi çekên ferdî, nîv otomatîk û çekên giran li dagirkeran xist.

‘Bi çekên ferdî û bombeyên destan ji nêz ve li dagirkeran xistin’

Bi pêşengiya hevrêyê me Welat yekîneya êrîşê ya operasyona Şoreşgerî di demeke kurt de beşa yekemîn a ku dagirker lê bûn hemû xist bin kontrola xwe. Hemû çeper û konên dagirkeran ên li vê beşe hatin îmhakirin. Ji ber lêdanên bi bandor ên yekîneya Operasyona Şoreşgerî, dagirkerên li vê beşê çeperên xwe berdan û ber bi beşa duyemîn ve reviyan. Dagirkerên li beşa duyemîn jî ji aliyê yekîneyên din a Operasyona Şoreşgerî ve bi çekên ferdî û bombeyên destan ji nêz ve hedef hatin girtin û derbên giran li wan hat xistin. Hevrêyên me Welat û Helmet ên li vir birîndar bûn, tevî birînên xwe yên giran jî bi cesaret, îrade û biryardariyeke mezin operasyona şoreşgerî dewam kirin û bi dijmin re pevçûn dewam kirin. Hevrêyên me Welat û Helmet heta nefesa xwe ya dawî bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadetê. Hevrê Huseyîn ku yek ji milîtanên pêşeng ên operasyona şoreşgerî bû, bi ruhek fedaî ya Apoyî û cesaretek mezin bi bombeyên destan û çekên ferdî bi ser dijmin de çû, yek bi yek çeperên dijmin xistin xwarê û bi lehengî gihîşt şehadetê.

Hêzên me yên operasyona şoreşgerî ku di her du beşên destpêkê de derbeke giran li hêza dijmin xistin, li Herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê 34 dagirker ceza kirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar