Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: Guh nedin derew û şerê psîkolojîk

HPG'ê têkildarî çalakiya fedayî ya li Enqereyê got ku dewleta tirk hewl dide derb û êşa ku ji vê çalakiya dîrokî xwariye bi êrîşa li ser derdorê û xapandina raya giştî ji ser xwe biavêje. HPG’ê bang li her kesî kir ku li hemberî îdiayên nerast ên AKP-MHP'ê hişyar bin, guh nedin daxuyaniyên derewîn ku dixwaze siyaseta qirkirinê li Kurdistanê bimeşîne.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Daxuyaniyên kesên bi navê Wezareta Karên Derve û wezareta şer a rejîma AKP-MHP’ê ya qirker a piştî çalakiya dîrokî ya Enqereyê dan, hewldanên ji bo berevajîkirina rastiyê ye. Ji aliyekî ve bi gotina ‘li dijî hucreyên razayî operasyonê dikim’ li 18 bajarên Tirkiye û Kurdistanê bi operasyonên berfireh li dijî sazî û siyasetmedarên rewa û qanûnî yên gelê kurd dest bi pêla girtinê kir, li aliyê din jî bi derewa ‘fedaiyên çalakiya Enqereyê kirin li bakurê Sûriyeyê perwerde dîtin û ji wir hatin’ Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin hedef. Bêguman ev daxuyaniyên hatin dayîn gotinên dûrî rastiyê ne ku xwe naspêrin tu belgeyê û ji bo hincetê ji êrîşê re amade bike, weke derewan hatine kirin.
Divê bê zanîn, tu ji endamên Tabûra Nemiran berevajî îdîaya vê hêza şerê taybet ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neçûye Enqereyê. Di heman demê de hevrêyên me yên leheng ên çalakî kirin bi tu awayî têkiliya xwe bi kesekî siyaseta qanûnî re dimeşîne nîne.

Aşkera ye ku dewleta tirk hewl dide derb û êşa ku ji vê çalakiya dîrokî xwariye bi êrîşa li ser derdorê û xapandina raya giştî ji ser xwe biavêje. Li hemberî derbên giran ên di vî şerê nerewa yê li dijî gelê Kurd xwariye, rêveberiya AKP-MHP’ê ya faşîst bi zext, êşkence, girtin û komkujiya mirovên bêguneh dixwaze xwe rizgar bike. Bi rêya van derewan hewl dide ku zemînê ji komkujiyan re amade bike. Rêveberên dewleta Tirk mîna nexweşiyeke derûnî hewl dide PKK û YPG’ê bi hev ve girê bide ku ev yek dereweke mezin e. Ev nêzîkatiya çewt ji bilî derewa dijminên Kurd û Kurdistanê ne tiştekî cuda ye ku ev dijminên sondxwarî naxwazin gelê kurd li cihekî bibe xwedî destketî.

Dewleta tirk her wiha îdîa kir ku piştî çalakiya li Enqereyê ji bejahî û hewayî ve bombe li gelek Herêmên Parastinê yên Medyayê barand û gelek windahî da hêzên me yên gerîla. Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye. Daxuyaniyên ku dewlet û artêşa tirk di vê mijarê de dane hemû derew in û bi armanca şerê psîkolojîk e.

Em bang li gelê xwe, raya giştî û hemû derdorên pêwendîdar dikin ku li hemberî van daxuyaniyên berovajîkirina rastiyê yên rejîma AKP-MHP a nijadperest ku ji bo siyaseta qirkirinê û şerê li dijî destketiyên gelê kurd dimeşîne hişyar bin, guh nedin tu ji van daxuyaniyên derewîn ên ku xwe naspêrin tu belgeyê.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

4’ê cotmehê saet di 12:00 û 17:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dema ku dagirker ketin nava liv û tevgerê, bi çekên giran derb lê hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
4’ê cotmehê saet di 11:25’an û 21:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.
Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker;
4’ê cotmehê Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 2 caran, qadên Gundê Kanîsarkê, Gundê Bilindbazê, Gundê Gûzê, Girê Reşîd û Deşta Kafya yên herêma Garê 8 caran, qadên Serê Metîna, Gundê Bêşîlî û Golka yên Metînayê 3 caran bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar