KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

HPG: Helîkoptereke Skorsky hate xistin-HAT NÛKIRIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniyeke da û diyar kir ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê 6 leşkerên tirk ên dagirker ceza kirine, 3 jî birîndar kirine. Helîkoptereke bi tîpa Skorsky hatiye xistin, derb li helîkoptereke êrîşê jî hatiye xistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye.

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, derbên giran li êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a mêtinger dixin. Artêşa tirk a dagirker ku nikare xwe li qadê bilivîne, li hemberî Qadên Berxwedanê çekên kîmyawî û teqemeniyan bi kar tîne. Qadên Berxwedanê di 10, 11 û 12’yê gulanê de 27 caran bi çekên kîmyawî, 36 caran bi balafirên şer û helîkopteran, bi sedan carî jî bi obusan hatin bombekirin. Li dijî van rêbazên nemerdane yên dewleta tirk a dagirker, hêzên me çalakiyên xurt dikin. Di encamê de 6 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn, helîkoptereke bi tîpa Skorsky hate xistin û derb li helîkoptereke êrîşê hate xistin. Ev çalakiyên xurt û bi bandor, hunera derba bi rêbaza teyrê baz a gerîlayên me yên bi ruhê fedaî yê Apoyî careke din raxe pêş çavan.

Agahiyên berfireh ên çalakiyên gerîla wiha ne;

Li Herêma Zapê

11’ê gulanê saet di 21:30’î de dewleta tirk a dagirker bi helîkopterên êrîşê bombardûmaneke giran li çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahîn xist û piştre xwest bi helîkopterên bi tîpa Skorsky hêzên xwe li qadê deyne. Hêzên me piştî ku ev helîkopter xistin bin kontrola xwe, bi xurtî lê dan. Di encama vê destwerdana hêzên me de helîkoptereke bi tîpa Skorsky ku derba giran xwar, hewl da ji herêmê biçe lê li qada Kûnîşka kete xwarê. Li cihê ku helîkopter lê kete xwarê, teqîneke mezin çêbû. Di encama vê çalakiyê de helîkoptereke bi tîpa Skorsky îmha bû û dagirkerên tê de hatin cezakirin. Qada ku helîkoptera Skorsky lê ket, piştre ji aliyê artêşa tirk be bi rengekî giran hate bombekirin.

11’ê gulanê saet di 22:30’î de dagirkeran xwestin bi helîkopterên êrîşê bombeyan li çeperên şer ên li Girê Rûbar bibarînin û hêzên me li wan dan. Di encamê de jî derb li helîkoptereke êrîşê hate xistin. Bi destwerdana hêzên me re helîkopterên êrîşê neçar man ji qadê biçin.

11’ê gulanê saet di 23:30’î de helîkopterên êrîşê yên ku xwestin bombeyan li çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Çiyareş û Girê Cehennemê bibarînin, bûn hedefa hêzên me. Di encama destwerdana xurt a hêzên me de helîkopterên êrîşê neçar man ji qadê biçin. Di şeva heman rojê de bi helîkopterên êrîşê heman qad hate bombekirin.

11’ê gulanê saet di navbera 23:00-00:00 de helîkopterên êrîşê yên di ser qada Mahîr Mîrzo re hatin xwestin bombeyan li qada Çemço bibarînin. Hêzên me dest li van helîkopterên êrîşê werdan. Şeva hema rojê helîkopterên êrîşê xwestin bombeyan li çeperên şer ên li Şikefta Birîndara û Qada Berxwedanê ya Karker bibarînin. Hêzên me 3 caran li van helîkopteran dan. Di encama derbên hêzên me de helîkopterên êrîşê neçar man ji qadê biçin.

Li Xakurkê 6 leşker hatin cezakirin

Di daxuyaniya xwe ya 9’ê gulanê de me ragihandibû ku li herêma Xakurkê di 6’ê gulanê de saet 16:20’î hêzên me yên YJA Starê li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Derwêş çalakiyeke serketî kirine. Hate tespîtkirin ku di encama vê çalakiyê de 6 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn.

Artêşa tirk a dagirker êrîşên berfireh ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Agahiyên berfireh ên li ser van êrîşan ku bi balafir û helîkopterên şer têne kirin, wiha ne:

Ji 10’ê gulanê heta 11’ê gulanê dana nîvro Qada Werxelê ya Avaşînê û Girê Şehîd Berxwedanê li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahîn a li Zapê 27 caran bi çekên kîmyawî û teqemeniyan hatin bombekirin.

11 û 12’yê gulanê qadên Çemço û Sîda yên herêma Zapê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin. Heman demê qadên Karker û Şikefta Birîndara bi sedan carî bi obus û hawanan û 21 carî jî bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di navbera 11 û 12’yê gulanê de qadên Girê Cûdî û Girê Amediyê yên li herêma Zapê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan bi dehan carî û bi balafirên şer jî bi 5 caran hatin bombekirin.

10 û 11’ê gulanê li herêma Metînayê qadên Girê Hakkarî û Girê Ortê 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. 11’ê gulanê qada Girê Hakkarî ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin.

11’ê gulanê saet di navbera 20:40-23:00 de qada berxwedanê ya Werxelê ya li herêma Avaşînê bi helîkopterên êrîşê 5 caran hat bombekirin.

11’ê gulanê saet di navbera 21:00-00:30’î de qadên Kurojahro, Şehîd Şemdîn, Şehîd Harûn, Çiyareş, Girê Şehîd Cûdî û Girê Ortê bi helîkopterên êrîşê û ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar