Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Salı - 27 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

HPG: Helîkoptereke Skorsky û 2 drone hatin xistin

HPG’ê ragihand ku gerîlayên azadiyê ji bo bîranîna Şehîdên 14'ê Tîrmehê çalakî li dar xistin û hat gotin ku di çalakiyan de helîkoptereke bi tîpa Skorksy û 2 drone hatin xistin, derb li konteynirek û konekî hat xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de daxuyanî da. HPG’ê daxuyand ku gerîlayên azadiyê ji bo bîranîna 14’ê Tîrmehê çalakiyên bi bandor li dar xistine.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê salvegera Berxwedana Mezin a Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê bi çalakiyên bi bandor pêşwazî kirin û pêşengên me yên ku xeta berxwedanê ya partiya me PKK’ê diyar kirin hevrê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi bîr anîn. Em biryardariya xwe diyar dikin ku li ser şopa pêşengên me yên nemir bi heman ruhê fedaî û hişmendiya Apoyî têkoşîna xwe dewam bikin, di şexsê şehîdên 14’ê Tîrmehê de şehîdên me hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

9’ê tîrmehê saet di 16:55’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyek bi çekên ferdî hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

10’ê tîrmehê saet di 16:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyek bi çekên ferdî hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

9’ê tîrmehê saet di 06:25’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku ketibûn nava liv û tevgerê. Di encama vê çalakiya hêzên me yên YJA Starê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

9’ê tîrmehê saet di 10:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin, konteynirek û konek hatin îmhakirin.

10’ê tîrmehê saet di 18:18’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku ketibûn nava liv û tevgerê, di encamê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

9’ê tîrmehê saet di 14:46 û 15:47’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar li dijî dagirkerên ku hewl didan bikevin çeperê, bi çekên nîv otomatîk çalakî hate kir. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

10’ê tîrmehê saet di 23:40’î de helîkoptereke bi tîpa Skorsky a artêşa Tirk a dagirker dema ku hewl dida hêzên xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar dîne, bû hedefa çalakiya sûîqestê ya hêzên me. Helîkoptera ku derba giran xwar, ket. Cihê ku helîkoptera Skorsky lê kete xwarê, ji aliyê helîkopterên êrişê ve hate bombekirin.

10’ê tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 3 caran dest li dagirkeran hate werdan ku hewl didan bi cih bibin.

Li Herêma Metînayê;

9’ê tîrmehê saet di 22:30’î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan.

10’ê tîrmehê saet di 15:30’î de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyê de derb li konteynirek û çeperekê hate xistin.

Êrîşên artêşa dewlet tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

10’ê tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 12 caran bi gazên kîmyewî û 5 caran jî bi teqemeniyan hatin bombekirin.

10’ê tîrmehê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2  caran bi bombeyên taktîk nukleer hatin bombekirin.

10’ê tîrmehê li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Şêlazê carekê bi droneyên bombebarkirî hate bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker;

9 û 10’ê tîrmehê li herêma Xakurkê qadên Şehîd Şerîf, Girê Şehîd Hawar, Girê Berbizinê 6 caran, li herêma Zazpê qada Şehîd Îbrahîm carekê, li herêma Garê qadên Dêreşê, Mijê, Girê Zengilê, Gûzê, Girê Reşît, Xêrê, Yekmalê, Deşta Kafya, Şiyê 9 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 4 caran, li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî carekê; bi giştî 21 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

10’ê tîrmehê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar