PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

HPG: Her demê dê rêya me ya serfiraziyê ronî bikin

HPG'ê 2 gerîlayên ku 2018'an bi êrîşa hewayî ya li ser Zapê şehîd bûbûn bi bîr anî û wiha got: “Hevrêyên me Cîlo û Mahîr bi lehengiya ku bi ruhê fedayî yê Apoyî û coşiyeke mezin nîşan dane wê rêya me ber bi serfiraziyê ronî bikin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkilî 2 gerîlayên ku li Zapê şehîd bûne daxuyanî da.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye: “17’ê Nîsana 2018’an ji ber êrîşa hewayî ya dewleta tirk a dagirker a li ser eyaleta Zapê hevrêyên me Cîlo û Mahîr şehîd bûne.

Hevrêyên me Cîlo û Mahîr her yek jê li nav malbateke welatparêz çêbûne û li derdoreke têkoşer ku bi ser nirxên xwe ve mezin bûne. Bi çanda cografyayeke wiha, li ge hemû polîtîkayên zext û koçberkirinê ya dewlta tirk jî tu caran serê xwe netewandin û têkoşiyane, gihaştine. Hevrêyên me Cîlo û Mahîr ku bi vê çanda berxwedaniyê mezin bûn, kirinên komkuj ên dewleta tirk a faşîst û qirker ji nêz ve dîtine, bi biryareke radîkal tev li nav refên gerîla bûne. Hevrêyên me tim li xwe zêde kirine, li îdeolojiya Rêber Apo hûr bûne, bi çanda berxwedêr ku lê mezin bûne û felsefeya Rêbertî gihandine hev, kesayateke milîtan a fedayî ya profesyonel û Apoyî danîne holê.

Hevrêyên me Cîlo û Mahîr li Zagrosan bûne xwedî pratîkeke pêşeng û di gelek çalakiyan de ku derbên giran li dijmin dane cihê xwe girtine. Her demê li serkeftinê asê bûne, li peywirên xwe pir guhdar bûne, hemû peywir û berpirsyariyên xwe yên di pratîka gerîlatiyê de bi serkeftin û fedakariyeke mezin bi bi cih anîne. Hevrêyên me ku hay ji peywirên xwe yên bi pêşengî û milîtaniya Apoyî bûn, her demê bi berpirsyariyeke mezin li peywirên xwe xwedî derketine, li felsefeya Rêbertî hûr bûne, di xebatên pratîk de û di pêvajoyên perwerdehiyê de tim li xwe zêde kirine. 2017’an li dijî tevgfera dagirkeriyê ya li ser Eyaleta Zapê berxwedaniyeke mezin hatiye nîaşndan û artêşa TC’ê ya dagirker ji bêgavî ji qada Qela Bedewê vekişiyabû. Di vê pêvajoya dîrokî de hevrêyên me Cîlo û Mahîr, bi kedeke mezin, bi aktîfî tev li hemû çalakiyan bûne û nehiştine ku dijmin çavê xwe veke. Dewleta tirk a dagirker ku bi tirsonekî û bi bêgavî pişta xwe dayî teknîka şer, nikariye ku çalakiyên afirandêr ên hevrêyên me asteng bike û ji derbên giran xwe xilas nekiriye. Hevrêyên me herî dawî bihara 2018’an pêşengî ji gelek çalakiyan kirine ku di van çalakiyan de derbên giran li dijmin dane, piştî çalakiyeke 17’ê Nîsana 2018’an di bombebarekê de şehîd bûne. Hevrêyên me Cîlo û Mahîr bi lehengiya ku bi ruhê fedayî yê Apoyî û coşiyeke mezin nîşan dane wê rêya me ber bi serfiraziyê ronî bikin û her demê weke lehengên Zagrosê werin bibîranîn.

Bi vê çarçoweyê di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd ên leheng, serê tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em sond dixwin ku têkoşîna hevrêyên me yên şehîd ên leheng bi serfiraziyê tacîdar bikin.” BEHDÎNAN

Nasnav: Cilo Elbak

Nav û paşnav: Burhan Delîbaş

Cihê Bûyînê: Wan

Navê Dê û Bav: Aynur – Şevket

Cih û Dema Şehîdbûnê: 17’ê Nîsana 2018’an / Zap

Nasnav: Mahir Zozan Lice

Nav û paşnav: Şaban Doguç

Cihê Bûyînê: Amed

Navê Dê û Bav: Felek – Nurettîn

Cih û Dema Şehîdbûnê: 17’ê Nîsana 2018’an / Zap

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar