Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

HPG: Her kêlî bi berxwedanê hûnandin

HPG’ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir û got, “Hevrêyên me Sema, Arjîn, Lîlav û Avaşîn li djiî êrîşên dijmin di her kêliyê de li ber xwe dan û ked û hewldaneke bêhempa dan.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehadeta gerîlayan ev daxuyanî da:

“Berxwedana me ya destanî ya li dijî dagirkeriyê, ku her roj lehengiyên mezin lê rû didin û wê di dîroka azadiyê ya Kurdistanê de weke dema herî hêja bê bîranîn, bi pêşengiya hevrêyên me yên hêja yên ku bi lehengî şer kirin û şehîd bûn, bênavber dewam dike. Planên dagirkerî û qirkeriyê yên dijmin li Qadên Berxwedanê yên Werxelê, Şikefta Birîndara, Girê Cûdî û Girê Hakkarî li berxwedana dîrokî ketin û pengizîn. Berxwedana ku şehîdên me yên leheng pêşengî jê re kirin, her carê derbên giran li dijmin xist û kir ku dijmin li qadên ku hewl dide dagir bike, bixitime. Berxwedana dîrokî ya li Metînayê jî ku fermandara me ya pêşeng Sema Eylul û hevrêyên me Arjîn, Lîlav û Avaşîn pêşengî jê re kirin, planên dijmin ên li ser herêma Metînayê têk bir. Li dijî êrîşên dijmin hevrêyên me Sema, Arjîn, Lîlav û Avaşîn di her kêliyê de li ber xwe dan, bi baweriya bi rola ji taktîka gerîlayên serdema nû ya bi tîmên gerîla yên bi tevger, ji bo xurtkirina van tîman ked û hewldaneke bêhempa dan. Van hevrêyên me yên hêja bi tîmên bi tevger li dijî dijmin gelek çalakî kirin û wezîfeya xwe ya demê bi serketî bi cih anîn. Em hevrêyên wan, em soz didin ku têkoşîna hevrêyên me Sema, Arjîn, Lîlav û Avaşîn dewrî me kirin, bi rengekî ku hêjayî berxwedana wan be bigihînin serketinê.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Sema Eylul
Nav paşnav: Fatma Marangoz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Ayşe-Xidir
Dem û cihê şehadetê: 18’ê Tebaxa 2022 / Metîna
Nasnav: Arjîn Cûdî
Nav paşnav: Zeynep Dal
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Sureyya-Bedrî
Dem û cihê şehadetê: 18’ê Tebaxa 2022 / Metîna
Nasnav: Lîlav Jînda
Nav paşnav: Lîloz Ozkan
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Dayik-Bav: Cîhan-Amed
Dem û cihê şehadetê: 19’ê Îlona 2022 / Metîna
Nasnav: Avaşîn Zagros
Nav paşnav: Medrîka Besravî
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Salîha-Abdulkadîr
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Îlona 2022 / Metîna
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar