Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

HPG: Her kêliya jiyana xwe bi zanebûn jiyan

HPG’ê Demhat Amed û Argeş Bagok ên di rojên borî de li Bagokê şehîd bûn, bi bîr anî û got: “Her kêliya xwe bi zanebûna şoreşgerî jiyan kirin. Bûn şopdarên hevrêyên me Rojhat û Erdal ku mohra xwe li sala 2023’yan xistin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê Demhat Amed (Îslam Olçay) û Argeş Bagok (Ozgur Ay) ên li Bagokê şehîd bûn, ev agahî dan:

“29’ê kanûna 2023’yan li herêma Bagok a eyaleta Mêrdînê di şerê li dijî artêşa tirk a dagirker de 3 hevrêyên me şehîd bûn. Zelal bû ku di van şeran de hevrêyên me Demhat Amed û Argeş Bagok şehîd bûne. Dema agahiyên der barê nasnameya hevrêyê me yên din ên şehîd bûyî hatin zelalkirin, wê bi gelê me û raya giştî re werin parvekirin.

Xeyal û armanca herî mezin a hevrêyên me Demhat û Argeş ew bû ku li bakurê Kurdistanê li dijî dijmin şer bikin. Hevrêyên me gihiştin vê armanca xwe û berpirsyariyeke dîrokî girtin ser xwe. Her du hevrêyên me jî di ferqa zehmetiya vê têkoşînê de bûn, lê tevî şert û mercên zehmet jî bi kelecan û coşeke mezin tev li bûn. Hevrêyê me dizanîn ku encex wê bi jiyan û sekneke fedayiyane serketin teqez bibe. Her kêliya xwe bi zanebûna şoreşgerî jiyan kirin. Ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo û jiyaneke bi rûmet, bêyî teredut û bêyî sekin têkoşiyan. Hevrêyên me bi sekna xwe bûn şopdarên hevrêyên Rojhat û Erdal ku mohra xwe li sala 2023’yan xistin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Demhat û Argeş em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soz didin heta ku em xeyalên hevrêyên xwe pêk tînin, em ê têkoşîna xwe bi îdîa û biryardariyeke mezin bidomînin.

Agahiyên derbarê hevrêyên me yên şehîd bûne, bi vî rengî ne:

Nasnav: Demhat Amed

Nav û Paşnav: Îslam Olçay

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik – Bav: Salîha – Şehmûs

Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Kanûna 2023’yan / Mêrdîn

Nasnav: Argeş Bagok

Nav û Paşnav: Ozgur Ay

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik – Bav: Yildiz – Ednan

Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Kanûna 2023’yan / Mêrdîn

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar