Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên artêşa tirk a dagirker ev agahî parve kir:
“Li herêma Zapê;14’ê nîsanê saet 11.00’an artêşa tirk a dagirker êrîşî çeperên me yên berxwedanê yên Sîdayê kir, hêzên me ji bo parastina xwe bersiv dan û di encamê de bi dagirkeran re şer çêbû.
Êrîşên artêşa tirk a dagirker; Di 13’ê nîsanê de herêmên Girê Çarçêl û Girê Bahar ên Metîna du caran ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin.
Di 13 û 14’ê nîsanê de Girê Şehîd Piling ê Metînayê, Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û çeperên me yên Çemço û Sîdayê bi obus, çekên giran 32 caran hatine bombekirin.”