Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HPG: Hevrê Ararat û Siyabend li Xakurkê şehîd bûn

HPG’ê ragihand ku gerîlayên azadiyê Ararat û Siyabend li Xakurkê şehîd bûne û wiha got: “Hevrê Ararat Tolhildan bi sekna xwe ya milîtanî nûneriya ruhê jina azad a PAJK’ê kir. Hevrê Siyabend Welat Rizgar bi ked û hewldana xwe bû milîtanek Apoyî û ji hemû ciwanên Kurdistanê re bû mînak.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 2 gerîlayên ku di nîsanê de li Xakurkê gihiştîn şehadetê de daxuyaniyek da. HPG’ê diyar kir û got: “Em soz didin ku di şexsê wan de, bibin layiqê bîranîna hemû şehîdên xwe û serketinê misoger bikin.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi temamî wiha ye:

“Hevrêyên me Ararat Tolhildan û Siyabend Welat Rizgar di meha Nîsana 2024’an de li herêma Xakurkê şehîd bûn.

Hevrêya me Ararat Tolhildan ji bajarê berxwedanê Kobanê heta çiyayên Kurdistanê, bû navê jiyaneke destanî. Bi zanebûna jina azad jiyana koletiyê ya ku li jinê hatî ferzkirin, têk bir û bû xwediyê têkoşîneke bêhempa. Hevrêya me Ararat ji xebatên ciwanan heta têkoşîna xwe ya fedekarî ya di nava refên gerîla de, li her qada ku lê ye rengê nasnameya jina azad di xebatên xwe de nîşan da. Bi sekna xwe ya milîtanî nûneriya ruhê jina azad a PAJK’ê kir.

Hevrêyê me Siyabend bi agirê azadiyê yê di dilê xwe de, hat çiyayên Kurdistanê û bi tevlîbûna xwe ya dirûst û samîmî hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Bi enerjiya xwe ya ji ciwantî û felsefeya Apoyî wergirtî, bû xwediyê têkoşîneke bi coş. Hevrêyê me Siyabend ji bo xwe di Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de pêş bixe, bibe şervanê azadiyê yê gelê xwe û milîtaneke serketî, pir xebitî. Bi ked û hewldana xwe bû milîtanek Apoyî û ji hemû ciwanên Kurdistanê re bû mînak.

Hevrêyên me Ararat û Siyabend bi ked û fedekariyên mezin têkoşîna me ya azadiyê mezin kirin. Em soz didin ku di şexsê wan de bibin layiqê bîranîna hemû şehîdên xwe û serketinê mîsoger bikin. Li ser vî bingehî di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Ararat û Siyabend, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne, bi vî rengî ne:

Nasnav: Ararat Tolhildan
Nav û Paşnav: Sara Cezayîr
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dayik – Bav: Wetha – Xelîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Nîsana 2024’an / Xakurkê
Nasnav: Siyabend Welat Rizgar
Nav û Paşnav: Îbrahîm Alîzade
Cihê Jidayikbûnê: Maku
Navê Dayik – Bav: Medîne – Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Nîsana 2024’an / Xakurkê

 

Şehîd Ararat Tolhildan

Hevrêya me Ararat li bajarê Kobanê ya ku bi welatparêzî û berxwedêriya xwe tê naskirin, hate dinê. Ji ber ku malbata wê xwedî zanebûna welatparêziyê ye, bi çanda civaka exlaqî û polîtîk mezin bû. Di nava derdoreke welatparêz de mezin dibe û xizmên wê yên nêz beşdarî nava refên gerîla bûne, lewma ev yek bû sedem ku têkoşîna me ya azadiyê zû nas bike. Hevrêya me sînorên ku zihniyeta mêrê desthilatdar ji jinê re xêz kirî, lêpirsîn kir û dest bi lêgerîna xwenaskirin û lêpirsînê kir. Ket ferqa keda ku Rêbertî û Tevgera me ji bo azadiya jinê dayî û li hemberî têkoşîna me ya azadiyê bû xwedî sempatî. Êrişên sîstemê yên li dijî jin û ciwanan fêm kir û biryar da ku di nava xebatên ciwanan de cih bigire. Li Rojava bû şahidê komkujiyên ku bi destê çeteyên DAÎŞ’ê hatî kirin. Li dijî van çeteyan û piştevanê wan dewleta Tirk, bû xwedî hêrs û kîn. Di sala 2013’an de li Kobanê keçxaleta wê Hemudî Herekol û di sala 2014’an de xalê wê Şiyar – Mihemed Cezayîrî li Kobanê şehîd bûn. Şehadeta van hevrêyên me kir hinceta mezinkirina têkoşîna xwe. Hevrêya me li hemberî şehîdan xwedî dilsoziyeke kûr bû, ji bo ala têkoşînê ya şehîdên me bi serketinê bilind bike bi tevlîbûneke bi disîplîn û bi moral xebatên xwe meşand. Ji sala 2015’an û şûn ve weke profesyonel, di nava xebatan de cih girt. Piştî ku di nava xebatên ciwanan de cih girt, derfet dît ku Tevgera Azadiya Kurdistanê hîn nêztir nas bike. Hevrêya me Ararat di sala 2016’an de di akademiya ciwanan de perwerde dît û di tevahiya pêvajoya perwerdeyê de li ser jina azad, milîtanek serketî û şerê gel ê şoreşgerî lêhêrbûn kir û xwest ji berpirsyariyên demê re bibe bersiv. Hevrêya me bi coş û moraleke mezin beşdarî xebatên jinên ciwan bû û di nava demek kurt de di xebatên xwe de pêş ket. Hevrêya me di nava xebatên ciwanan de qasî 3 salan xebat meşand û bû xwedî tecrube. Biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêya me Ararat bû heyranê çiyayên azad a ku warê pîroz a gerîla ye. Dizanî ku bersiva herî mezin a ji dijmin re bê dayîn, tevlîbûna nava refên gerîla ye.

Hevrêya me li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdeya şervaên nû wergirt û bi perwerdeyên ku dîtî, di nava demeke kurt de fêrî jiyana çiyê û gerîla bû. Ji jiyana komunal û têkîliyên hevrêtiyê ya di nava PKK’ê de, bandor bû. Di perwerdeyan de her tim armancên hîn mezintir danî pêşiya xwe û lêhêrbûnên xwe kûr kir. Hevrêya me piştî perwerdeya şervanên nû, li Herêmên Parastinê yên Medyayê xebat meşand. Bi tevlîbûna xwe ya kedkar û sade pratîkên herî zehmet bi serketinê encam kir. Hevrêya me xwest di qada leşkerî de bibe pispor û ji bo perwerdeya pisporiyê bibîne pêşniyar kir û tevlî pêvajoya perwerdeyê bû. Ji bo bibe gerîlayeke ku taktîkên gerîla yên dema nû bi pisporî pêk bîne, kedeke mezin da. Pêvajoya perwerdeyê ji bo xwepêşxistinê weke derfeteke mezin dît. Nirxandinên Rêbertiya me ya têkildarî artêşbûna jinê û kesayetê, xwendin û ji bo ku ev mijar di jiyanê de bên nîqaşkirin, atmosferek afirand.

Hevrêya me Ararat xwest her zanîn û tecrubeya ku nû bi dest xistî, pêşkêşî xizmeta gelê me bike. Hevrêya me Ararat di nirxandineke xwe ya di perwerdeyê de, wiha dibêje, ‘Armanca min ew e ku ez tola hemû jinên hatine qetilkirin û hemû hevrêyên şehîd bûne, bistînim. Weke jineke ku di çarçoveya Rêbertiya me diyar kirî de, bi Rêbertî re hevrêtiyek rast bikim’. Hewl da ku bibe xwediyê sekneke li gorî mezinahiya armanca xwe. Hevrêya me piştî perwerdeyê derbasî Xakurkê bû, dema gihişt qadê bi lez û hezkirineke mezin dest bi hemû xebatan kir. Bi pratîka xwe ya serketî hem di qada leşkerî û hem jî îdeolojîk de, bû gerîlayek pispor. Hevrêya me Ararat li her qada ku lê ye, reng da jiyana partiyê û bi kedkariya xwe hezkirina hevrêyên xwe qezenc kir.

Hevrêya me Ararat a ku di zanabûna berpirsyariyên nasnameya YJA Starê de ye, erkên xwe yên şoreşgerî bi hesasiyeteke mezin bi cih anî. Hevrêya me Ararat bi sekna xwe ya jidil, dilnizim û çalak di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt, di êrişa dijmin a li ser herêma Xakurkê de, tevlî karwanê şehîdan bû. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna hevrêya xwe Ararat ku bi pratîka xwe ya serketî milîtaneke mînak a PKK û PAJK’ê ye, li Kurdistana Azad a ku xeyala wê dikir zindî bihêlin.

 Şehîd Siyabend Welat Rizgar

Hevrêyê me Siyabend di nava malbateke welatparêz ê ji eşîra Birûkî li bajarê Maku yê Rojhilatê Kurdistanê jidayik bû. Ji ber ku malbata hevrêyê me welatparêz bû û bi çanda civakî ya exlaqî ya gelê Kurd ve girêdayî bû, hevrêyê me Siyabend li gorî cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me di temenekî biçûk de li destanên lehengiyê yên gerîla guhdar kir û bi vî rengî mezin bû. Ji ber vê yekê gelek ji gerîlayan hez dikir. Hevrêyê me Siyabend ku di emrê ciwantiyê de derfet dît hawira xwe baştir bişopîne, rastiya dagirkerî û qirkirinê ya li ser welatê me Kurdistanê derxistibû zanabûnê. Weke ciwanekî Kurd hevrêyê me zanîbû ku li dijî rastiya qirkirinê ya ku gelê me dijiya, ji bilî têkoşînê rêyek din nîne û dest bi lêgerînê kir. Hevrêyê me yê ku bû şahidê berxwedana fedaî ya gerîlayên me, gihîşt wê encamê ku rêbaza herî bi bandor a têkoşîna li dijî mêtîngeran tevlîbûna li nava refên gerîla ye. Hevrêyê me fikirî bi taybetî di pêvajoyeke ku gerîla bi şêwaza şerê tunelan û arazî derbên giran li dijmin dixe de, beşdarî refên gerîla bibe. Dijmin li ku derê destketiyên gelê me hebin êriş pêş dixe û çekên kîmyewî û qedexekirî li dijî gerîla bi kar tîne, hevrêyê me tehemûlê vê rastiyê nekir. Li ser vê bingehê bi îdîa û biryardariyeke mezin berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Siyabend ê ku tevlî nava refên gerîla bû, perwerdeya xwe ya ewil ji hevrêyên xwe yên li kêleka xwe wergirt. Hevrêyê me yê ku bi perwerdeyên wergeritî re çand û exlaqa Apoyî di kesayetiya xwe de da rûniştandin, bi xwebaweriyeke mezin tevlî nava xebatan bû. Hevrêyê me her tim hewl dida xwe di aliyê îdeolojiyê de pêş bixe û têr bike, bi gavên jixwe bawer ji bo azadiyê gav avêtin. Di heman demê de hevrêyê me Siyabend bi perwerdeya wergirtî re rastiya dijmin bêhtir fêm kir, pê bawer bû ku dewleta Tirk a mêtinger ancax bi şerê gel ê şoreşgerî dikare bê têkbirin. Hevrêyê me ji bo ku li dijî êrişên dijminê xwînxar ku ji bilî tinekirina gelê me ti armanceke xwe ya din nîne, bersiva herî xurt di pêşketina Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de dît. Ji bo vê jî ji tecrûbeya hevrêyên xwe û hemû derfetên ku dikarîbû bibîne sûd wergirt, xwe di aliyê leşkerî de pêş xist. Piştî ku demekê li herêmên cuda ma, hevrêyê me Siyabend berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê û li vê derê di asta akademîk de derfet dît ku xwe perwerde bike. Hevrêyê me tiştên ku ji qadên perwerdê hînbû, hewl da bi pratîk bike û li ser vê esasî bû xwedî tevlîbûneke xurt. Hevrêyê me Siyabend ku hevrêyên xwe yên li tunelên şer li ber xwe didin ji nêz ve hîs dikir, her tim dixwest biçe herêmên ku êrişên dewleta Tirk a dagirker lê giran bûne. Di her kêliyê de xwe ji bo vê tevlîbûnê amade dît. Hevrêyê me li ser bingeha pêwîstiyên têkoşîna me li herêma Xakurkê hat wezîfedarkirin, heman asta lêhûrbûnê di xebatên li vê derê de jî nîşan da. Hevrêyê me bi taybetmendiyên xwe yên kedkarî û fedakarî û her wiha tevlîbûna xwe ya xwezayî û durist hate naskirin. Bi kesayetiya xwe ya gihîştî re karibû hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest bixe.

Em soz didin hevrêyê xwe Siyabend ê ku li herêma Xakurkê gihişt şehadetê, wê her tim bi kesayeta xwe ya xurt û wateya ku li jiyanê barkiriye di têkoşîna me de bê bîranîn û em dibêjin ku em ê armancên wî bi ser xistina Kurdistana azad pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar