Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Salı - 27 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

HPG: Hevrê Canfeda Soro û Candefa Efrîn li Zapê şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê nasnameya 2 şehîdan de daxuyanî da. HPG’ê got ku weke hevrêyan wan di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Canfeda Soro û Canfeda Efrîn, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“4’ê tîrmeha 2024’an di êrîşa dijmin a li ser Qada Berxwedanê ya Sergelê ya herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl de, hevrêyên me Canfeda Soro û Canfeda Efrîn şehîd bûn.

Berxwedana destanî li dijî êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, li ser xeta fedayîtiyê tê meşandin. Ev berxwedan bi têkoşîna fedekarî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dewam dike. Hevrêyên me Canfeda Soro û Canfeda Efrîn ji bo azadiya gelê me bêyî dudilî xwe ji fedakirinê nedan paş û mîna navê xwe jiyan kirin. Bi tevlîbûn û keda xwe di nava berxwedanê de bûn xwedî cihekî girîng. Hevrêyên me Canfeda Soro û Canfeda Efrîn bi hemû hebûna xwe bûn fedayiyên gelê me û di vê rêyê de bûn xwedî têkoşîneke bênavber. Bi kûrahiyên xwe ya di felsefeya Apoyî de, dilnizmî û kesayetên xwe yên gihiştî ji hemû hevrêyên xwe re bûn milîtanên mînak. Ev milîtanên Apoyî yên hêja bêyî rawestan xwe di taktîkên gerîla yên dema nû de pêş xistin, derbe li dewleta tirk a qirker xistin û mîsogerkirina azadiya gelê me weke armanca xwe ya herî mezin diyar kirin. Hevrêyên me ji bo vê yekê xwe ji ti fedekariyê nedan paş û xeta têkoşînê ya ciwanên Kurdistanê diyar kirin.

Weke hevrêyan wan di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Canfeda Soro û Canfeda Efrîn, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku têkoşîna ku wan dewrî me kiriye, bigihînin serketinê û bibin layiqê wan.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ye:

Nasnav: Canfeda Soro

Nav û Paşnav: Idrîs Çinar

Cihê Jidayikbûnê: Êlih

Navê Dayik – Bav: Emîne – Husnu

Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Tîrmeha 2024’an / Zap

 

Nasnav: Canfeda Efrîn

Nav û Paşnav: Mihemed Ekrem Şêxo

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Navê Dayik – Bav: Meryem – Ekrem

Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Tîrmeha 2024’an / Zap

p

 

Şehîd Canfeda Soro

Hevrêyê me Canfeda li Êlihê ku yek ji bajarên welatparêz û girîng ê Kurdistanê ye, di nava malbateke ji eşîra Hebizbinî de hate dinê. Ji derdora wî ya nêz û welatparêz gelek kes tevlî nava refên gerîla bûne. Lewma ji temenê biçûkatiya xwe û vir ve, Partiya me nas kir. Hevrêyê me bi zanebûna Kurdîtiyê mezin bû û di ferqa siyaseta qirkirinê ya ku dijmin li dijî gelê me dimeşîne de, bû. Her çendî li dibistanên mêtingeriyê jî xwendibe, her tim karakterê qirker ê dewleta tirk nas dikir û ji bo ku ji vê yekê bandor nebe ket nava hewldanan. Li ser vî bingehî hevrêyê me Canfeda çand û zimanê xwe parast û ev yek kir zemînekî girîng ê têkoşîna xwe. Dijmin hewl dida xwestekên rewa yên gelê me bi zext, êşkence û komkujiyan biçewisîne. Lewma hîna di temenekî biçûk de li hemberî dewleta tirk bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me hingî ku mezin bû, hêrsa xwe jî mezin kir. Weke ciwanekî kurd ê zane, destpêkê di nava xebatên ciwanên welatparêz de cih girt. Hevrêyê me hingî ku di nava van xebatan de hîn baştir rastiya partiya me PKK’ê û Rêber Apo fêm kir. Her roja derbas bûyî, têkoşîna xwe hîn mezintir kir. Bi vî rengî di nava xebatên xwe de karî hîn zêdetir encam bi dest bixe. Hevrêyê me ji bo ku gelek ciwanên kurd mîna wî bi zane bibin, rastiya dijmin fêm bikin û tevlî têkoşînê bibin, ked da. Di her hevrêyek xwe yê pêre xebat meşandî de, şopên kûr hişt. Dewleta tirk û çeteyên ku rêxistin kirî, êrîşî destkeftiyên gelê me kirin. Komkujiyên ku li Rojava û Şengalê li dijî gelê me hatine kirin, bandoreke kûr li hevrêyê me Canfeda kir. Lewma weke ciwanekî kurd fêm kir ku divê têkoşîna xwe hîn mezintir bike, weke xebata herî sereke esas girt ku destkeftiyên gelê me biparêze. Hevrêyê me dizanî ku ev yek jî bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e û li ser vî bingehî di sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Canfeda bi perwerdeyên destpêkê yên dîtî re di nava demek kurt de fêrî jiyana gerîla û çiyê bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi xwestek, bala hevrêyên xwe kişand. Bi saya taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedekar, di jiyana gerîla de bû pispor. Hevrêyê me ji bo ku demildest li hemberî êrîşên li ser gelê me bibe bersiv, di taktîkên şer ên gerîla de xwe pêş xist. Hevrêyê me bi saya eleqeya xwe ya bi mijarên leşkerî re, di gelek qadan de bû pispor. Ti carî lêgerînên xwe nerawestand û timî pêş ket. Êrîşên li ser gelê me her roj zêde dibûn. Hevrêyê me Canfeda li dijî vê yekê li kêleka gelê me di qadên şoreşê de tevlî şer bû. Di têkoşîna azadî û hebûnê de bû xwedî ked û hewldaneke girîng. Hevrêyê me çanda welatparêziyê ya ji malbata xwe wergirtî, bi felsefeya Apoyî pêş xist. Bi kesayeta xwe ya gihayî û dilnizm rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me Canfeda bi jîrbûna xwe ya taktîkî û cesareta xwe ya di nava şer de, para xwe ji bo serketinên girîng ava kir. Hevrêyê me Canfeda dizanî ku dewleta tirk bi konsepta tasfiyeyê dixwaze di şexsê gerîlayên azadiyê de, gelê me qir bike. Weke şoreşgerekî Apoyî fikirî ku divê li hemberî vê yekê nebe temaşevan û ji bo ku şerê xwe yê li dijî dagirkeriyê mezin bike, car din vegerî çiyayan.

Hevrêyê me Canfeda piştî ku hat Herêmên Parastinê yên Medyayê, hîs kir ku divê di warê îdeolojîk û leşkerî de hîn zêdetir perwerde bibîne. Li ser vî bingehî derbasî akademiyan bû û tevlî pêvajoya perwerdeyê bû. Hevrêyê me bi taybetî ji bo fêrî taktîkên şerê dema nû bibe, kedek mezin da. Di Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de asteke girîng bi dest xist. Hevrêyê me li dijî dijmin çalakiyên bi bandor pêş xist û xwest tola komkujiyên li dijî gelê me têne kirin, bistîne. Bi coş, moral û kelecaneke mezin berê xwe da xebatên pratîkî. Hevrêyê me di nava hemû xebatên xwe de bi disiplîn û cidiyeta xwe hate naskirin û bi saya van taybetmendiyên xwe di hemû xebatên xwe de serketî bû. Lewma hevrêyê me Canfeda ji hevrêyên xwe re bû mînak. Ji bo bibe gerîlayê serketinê hîn zêdetir lêhêrbûn kir û xwe pêş xist. Di heman demê de hevrêyê me xwedî zanebûna rêxistinê bû û dema pêwîst dikir bêyî ku bêje biçûk-mezin ji bo her xebatê pratîk meşand û ew xebat bi serketî temam kir. Lewma bû milîtanekî ku mirov her tim û li her derê lê bigere. Hevrêyê me bi liv û tevgerên xwe nîşan da ku gelek qedir dide hevrêyên xwe û bi saya vê taybetmendiya xwe hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir.

Hevrêyê me Canfeda bi kesayeta xwe ya samîmî û dirûst, li her qada ku lê ye bû çavkaniya hêz û moralê. 4’ê Tîrmeha 2024’an di êrîşa dijmin de ji bo azadiya gelê me bêyî dudilî canê xwe feda kir û tevlî karwanê nemiran bû. Weke hevrêyên wî, em ê her tim kenê bedew ê hevrê Canfeda û kesayeta wî ya kedkar bi bîr bînin û bîranîna wî bikin hinceta têkoşîneke hîn mezintir

Şehîd Canfeda Efrîn

Hevrêyê me Canfeda di nava malbateke welatparêz de ku bi nirxên Kurdîtiyê ve girêdayî bû, li Efrînê jidayik bû. Ji ber vê taybetmendiya malbata xwe, di emrekî biçûk de hem li gorî cewhera xwe mezin bû û hem jî têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê nas kir. Mîna her zarokekî kurd hevrêyê me Canfeda jî dagirkeriya li ser welatê me Kurdistanê qebûl nekir û hewl da sedemên vê yekê hîn bibe. Hevrêyê me, polîtîkayên rejîmê yên asîmlekirin û hewldana qirkirina kurdan dît û li dijî vê yekê bû xwedî hêrsek mezin. Piştre hevrêyê me Canfeda dikeve ferqa zilm û zordariya li her çar aliyên Kurdistanê û têkoşîna gerîlayên azadiyê ya li dijî van sîstemên mêtinger dimeşîne, bala wî dikêşe. Hevrêyê me ku Rêber Apo di temenê xwe yê ciwantiyê de nas kir, piştî dît ku ramanên Rêber Apo bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re jiyanî bûye, hewl da ku zêdetir nas bike û fêm bike. Bi hişmendiya ku wezîfeya xwe ya sereke weke ciwanekî kurd li dijî êrîşên çeteyan ên li ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava, parastina gelê me ye tevgeriya. Li ser vê bingehê hevrêyê me Canfeda cihê xwe di nava yekîneyên berxwedanê de girt. Hevrêyê me li dijî dewleta tirk bi taybetî li hemberî êrîşa dagirkeriyê ya li ser Efrînê hêrseke mezin hîs kir. Fikirî ku divê tola gelê me û hevrêyên xwe yên yê gihîştine şehadetê hilîne. Hevrêyê me ji bo xwe gihandina vê armancê, weke cihê herî baş û bi bandor çiyayên Kurdistanê dît û li ser vê esasê berê xwe da çiyayê Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me piştî gihişt nava refên gerîla, ji bedewiya bi heybet a çiyayên Kurdistanê û her wiha têkiliyên hevrêtiyê û nêzîkatiya gerîlayên destpêkê bandor bû û careke din fêm kir ku ew biryareke çiqasî rast daye. Hevrêyê me ku di demeke kurt de bi perwerdeya ku wergirtî re adapteyî jiyana çiyê û gerîlatiyê bû, bi hînbûna hemû detayên jiyana gerîla re pêş ket. Hevrêyê me Canfeda ji dîroka partiya me PKK’ê û ji fedekariya şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê; Mazlûm Dogan û 4 şehîdên ku bedena xwe li girtîgehê dan ber agir bandor bû. Hevrêyê me Canfeda, her wiha di bin bandora hevrêtiya rast a Rêber Apo û şehîdê me yê yekem ê mezin Hakî Karer de bû û ji kêliya destpêkê ve ji bo di şexsê xwe de kesayeteke Apoyî ava bike, kedeke mezin da. Hevrêyê me di ferqa zor û zehmetiyên rêya heqîqetê ya ku destpê kiribû de bû, ji ber vê hemû zehmetiyan girt berçavan û xwe bi armanca xwe ve girêda.

Hevrêyê me Canfeda ku şervaneke leheng yê gelê me ye, bi hişmendiya erk û berpirsyariyên xwe piştî tevlîbûna nava refên gerîla yekser berê xwe da pratîkê. Hevrêyê me bi taybetî dixwest barê hevrêyên xwe yên li tunelên berxwedanê li ber xwe didin sivik bike û li ser vê bingehê zanî ku ev yek bi derbeyên xurt li dijmin xistin pêkan e. Hevrêyê me Canfeda dizanîbû ji bo ku bibe gerîlayekî azadiyê yê pispor û profesyonel, divê xwe di taktîka gerîlatiyê ya dema nû de pêş bixe û li ser vê bingehê bi desteka hevrêyan, xwe di taktîkên dema nû de perwerde kir. Hevrêyê me piştî ku xwe ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve amade hîs kir, berê xwe da herêma Zapê û bi coş û kelecaneke mezin tevlî xebatan bû. Hevrêyê me ku xwedî avaniyeke bi moral bû, ji bo hevrêyên xwe yên têkoşînê jî bûye çavkaniya hêzê û her kêliyê xwe bi lêhûrbûna çawa darbeyên bi bandor li dijmin bixe derbas kir. Hevrêyê me di wê zanabûnê de bû ku, ancax bi vî rengî dikare xwedî li bîranînên şehîdên me derkeve û daxwazên gelê me yên azadiyê bi cih bîne. Têkoşîna xwe roj bi roj mezin kir.

4’ê tîrmeha 2024’an di êrîşa dijmin a li ser Qada Berxwedanê ya Sergelê ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl de, hevrêyê me Canfeda şehîd bû. Hevrêyê heta nefesa xwe ya dawî girêdayî nirxên azadiyê bû. Bû xwediyê têkoşîneke ku ji hemû ciwanên kurd re bibe mînak. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku bîranîna hevrêyê xwe Canfeda Efrîn li Kurdistana azad bidin jiyîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar