Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Rosîda

Rosîda wekî gelek ciwanên din ên li Kurdistanê, di temenê xwe yê biçûk de rûyê faşîst ê dewleta Tirk nas kir. Dema ku li...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Rosîda

Rosîda wekî gelek ciwanên din ên li Kurdistanê, di temenê xwe yê biçûk de rûyê faşîst ê dewleta Tirk nas kir. Dema ku li...
Pazartesi - 26 Ağustos 2024

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Rosîda

Rosîda wekî gelek ciwanên din ên li Kurdistanê, di temenê xwe yê biçûk de rûyê faşîst ê dewleta Tirk nas kir. Dema ku li...

HPG: Hevrê Serhildan û Fîraz bi ruhê Apoyî li dijî teslîmiyetê şer kirin

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên ku di 4'ê hezîranê de li Wanê şehîd bûn aşkere kir û ev tişt parve kir: û got, "Helwesta serîhilder a hevreyên me Serhildan û Fîraz a li dijî dijmin, ruhê fedaî yê Apoyî ya nayê teslîmgirtin a demê temsîl kir. Ev helwesta hevreyên me Serhildan û Fîraz di rojên ku em salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê pêşwazî dikin de bû dewama helwesta Kemal Pîr û Hayrî Durmuşan ku xiyanet û teslîmiyetê li hucreyên tarî û kor ên zindana Amedê binax kirin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê darberê nasnameyên şehîdên Elbakê de daxuyanî da çapemeniyê. HPG’ê daxuyan ku ew sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me Serhildan û Fîraz û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“4’ê hezîrana 2024’an di encama êrîşa dijmin a li qada Masîro ya navçeya Elbak a Wanê de tîmeke me ya gerîla bû hedef. Milîtanên Apoyî yên hêja hevrêyên me Serhildan û Fîraz ku di vê êrîşa dijmin de birîndar bûn, ji bo bi saxî nekevin destê djimin, bi fedaiyane gihiştin şehadetê. Dema fermandarên li kêleka hevreyên me Serhildan û Fîraz meyla teslîmiyetê nîşan dan, wan fedaîtiyê hilbijartin. Helwesta serîhilder a hevreyên me Serhildan û Fîraz a li dijî dijmin, ruhê fedaî yê Apoyî ya nayê teslîmgirtin a demê temsîl kir. Ev helwesta hevreyên me Serhildan û Fîraz di rojên ku em salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê pêşwazî dikin de bû dewama helwesta Kemal Pîr û Hayrî Durmuşan ku xiyanet û teslîmiyetê li hucreyên tarî û kor ên zindana Amedê binax kirin.

Hevreyên me ku bizanebûna zehmetiyên şer ên li bakurê Kurdistanê li qadên dijwar erkên xwe yên şoreşgerî bi layiqî bi cih anîn, li gorî ruhê demê bûn xwedî mîsyonek. Ji bo parastina destketiyên gelê me ku bi kedeke mezin a Rêbertiya me hatine afirandin, bêyî dudilî têkoşiyan. Ji bo dewleta tirk a qirker û mêtînger negihe armancên xwe, singa xwe kirin sîper û di dîroka me ya têkoşînê de cih girtin. Ji bo mezinkirina têkoşîna me ku li ser xeta fedaîtiyê bi berdelên giran pêş ket, têkoşîneke mezin dan. Bi zanebûna êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li dijî gelê me û Tevgera me mîsyoneke dîrokî girtin ser xwe. Li gel ku ji parçeyên cuda yên Kurdistanê jî ne, bûn mînakên yekîtiya me ya neteweyî. Li gorî rêgezên têkiliyên kûr ên hevrêtiyê û dilsoziya PKK’ê ya bi şehîdan re tevgeriyan û tevlîbûneke bi moral û bi kelecan raber kirin. Di şert û mercên herî zehmet de jî ji helwesta xwe ya Apoyî tawîz nedan û erkên xwe yên hevrêtiyê bi cih anîn. Bi şehadetên xwe nîşan dan ku divê helwest û berxwedana milîtanên fedaî yê Apoyî çawa bibe.

Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me Serhildan û Fîraz û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevreyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Serhildan Kurdo
Nav û Paşnav: Rebwar Emînî
Cihê Jidayikbûnê: Merîwan
Navê Dayik-Bav: Mesture-Rahîm
Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê hezîrana 2024/Wan  
Nasnav: Fîraz Arjîn
Nav û Paşnav: Barzan Numaş
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik-Bav: Kîbar-Bayram
Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê hezîrana 2024/Wan 

 

Hevrêyê me Serhildan li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Malbata hevrêyê me ji ber ku dilsozê nirxên Kurdewarî bû û sempatiya derdora hevrêyê me ji tevgerê me hebû, di temenekî biçûk de Partiya me nas kir. Hevrêyê me yê hêja ku li gorî cewhera Partiya me mezin bû, dema li dibistanên pergalê dixwend nakokiyên kûr jiya. Weke her ciwanekî kurd ê welatparêz li polîtîkayên îmha û înkarê yên dewletên netewe yên li ser Kurdistanê hesiya û kete nava lêgerînan. Hevrêyê me xwest Partiya me ku bi felsefeya Rêbertiya me pêş ket û gelan di bin heman banê de li hev tîne, baştir nas bike. Xwest bi zanebûna rastiyên civakî di şexsê xwe de kesayetekî polîtîk biafirîne. Hevrêyê me ku hêrseke wî ya mezin li dijî zilma li Kurdistanê hebû, di salên zanîngehê de kete nava lêgerînan. Hevrêyê me ku beşa hiqûqê xwend, hinek jî be ji bo li dijî zilma li ser gelê me têbikoşe di vî warî de serwêrî bi dest xist. Lê têkoşîna xwe ya heyî kêm dît û hewl da Tevgera Azadiya Kurdistanê ji nêz ve nas bike. Ji têkoşîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li Rojava û Şengalê re heyran ma. Ji şerê gerîla ku çeteyên DAIŞ’ê yên artêşên dewletê nekarîn bidin rawestandin, bi îradeya Apoyî rawestandin û têk birin, bandor bû. Pê hesiya ku divê ji bo jiyaneke azad ji pergalê veqete. Lehengiyên di pêvajoya Şoreşa Azadiyê ya Rojava de û jiyana gerîla ku li Şengalê bi dayîna berdêlên mezin gelê me yê Êzidî parast, mereq kir û hewl da xwe bigihîne tevgera azadiyê. Bi zanebûna ku bi tevlîbûna li nava refên gerîla bibe bersiva polîtîkayên dewletên serwer û çeteyên DAÎŞ’ê, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me ku rûpela jiyaneke nû vekir, kêfxweş bû ku bûye milîtanê tevgereke ku wê ji bo hemû mirovahiyê têbikoşe.

Hevrêyê me ku di sala 2015’an de li herêma Qendîlê tevlî nava refên gerîla bû, perwerdeya şervanên nû jî li vê qadê girt. Di demeke kin de fêrî jiyana çiya û gerîla bû, di perwerdeyan de tevlîbûneke çalak nîşan da. Bi dersên îdeolojîk hewl da Partiya me hin baştir nas bike û armanc kir ku bibe gerîlayekî îdeolojîk û danehev. Meraqa wî ya ji bo perwerdeyên leşkerî hîşt ku di branşên leşkerî de jî pêş bikeve. Hevrêyê me piştî pêvajoya perwerdeya giran li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî xebatên Partiyê bû. Hevrêyê me ku weke gerîlayekî serketî perwerdeya xwe ya şervanên nû qedand, bi perwerdeyê nêzî her kêliya jiyana xwe bû û tecrûbe bi dest xist. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş û kelecan a jiyanê di erkên herî zehmet de jî tu astengî nas nekir. Di pêvajoya pratîkî de her tim bi xwendina meteryalên Partiyê girîngiyeke mezin da perwerdeya xwe ya îdeolojîk. Xwendinên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û di jiyanê de pêşengiyê kir. Hevrêyê me ku lêhûrbûnên wî yên kûr li dijî tecrîda giran a li ser Rêbertiya me û konsepta êrîşê ya dewleta tirk hebû, hewl da di branşên leşkerî de zana bibe û taktîkên gerîla bi dest bixe. Bi zanebûna ku divê li dijî êrîşên dijmin hem di warê îdeolojîk de û hem jî di warê leşkerî de zana bibe, tevgeriya. Hevrêyê me yê dilsozê şehîd û Rêbertiya me ku çavkaniya sereke ya hêza gerîla ye ku bi ruhê fedaî têdikoşe, dît ku tenê bi tarzê fedayî dikare bibe bersiva berdêlên hatine dayîn û weke milîtanekî Apoyî ji bo perwedeyên pisporiya leşkerî pêşniyar kir.

Hevrêyê me ku di sala 2017’an de perwerdeya pisporiyê dît, ji kêmasiyên xwe yên di pêvajoya perwerdeyê de ders girt, ji bo bibe milîtanekî ji erkên demê re amade kete nava hewldanake dijwar. Hevrêyê me ku daneheva îdeolojîk û leşkerî bi dest xist, ji bo çûyîna Bakurê Kurdistanê pêşniyar kir. Bi israr û îdiaya xwe ya di taktîkên leşkerî û bi helwesta xwe ya bi biryar a li dijî dijmin de, bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me ku teqdîra hevrêyên xwe bi dest xist û bû milîtanekî mînak, bû gerîlayekî ku her tim bawerî da hevrêyên xwe. Hevrêyê me ku li dijî hemû êrîşên dijmin bi ruhekî fedaî erkên demê bi cih anî û ji bo tola hevrêyên xwe yên şehîd hilde sond xwar, di encama israrên xwe de derbasî herêma Serhedê bû.

Bi zanebûna zehmetiyên herêma Serhedê û êrîşên giran ên dijmin, bi milîtanî têkoşîna xwe domand. Hevrêyê me ku gerîlayekî profesyonel e, li herêma Wanê di gelek xebatan de cih girt. Hevrêyê me li her qada ku lê bû bi hevrêtiya xwe ya jidil û zanebûna xwe ya leşkerî dihat bibîranîn, di şert û mercên herî zehmet de di pêkanîna taktîkên gerîla de israr kir û xwedî li erkên Partiyê derket.

Di şexsê xwe de Apoyîtiyê şênber kir û dîrokeke têkoşînê ya neyê jibîrkirin ji hevrêyên xwe re hişt. Hevrêyê me Serhildan ku di êrîşa dijmin de bi fedaî şer kir û bi giranî birîndar bû, dîlgirtinê qebûl nekir, heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da û bi fedaî şehîd bû. Em hevrêyên wî yên têkoşînê diyar dikin ku ku xeta berxwedanê ya ku şehîdên me nîşanî me kirine, di her kêliya jiyanê de bi cih bikin û bi tarzê fedaî şer bikin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên hevrêyên xwe yên ku teslîmiyetê qebûl nekirin û di xeta fedaiyan de şehîd bûn, pêk bînin û hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Hevrêyê me Fîraz weke ferdê malbateke welatparêz a ji eşîra Xelîlan a Wanê jidayik bû. Malbat û derdora hevrêyê me ji ber dilsozê çand û zimanê xwe bûn, hevrêyê me bi parastina cewherê xwe mezin bû. Ji ber ku li derdora wî tevlîbûna li nava gerîla hebû û ji ber zextên dewleta faşîst, di temenekî biçûk de Partiya me nas kir. Hevrêyê me ku bi dîtin û jiyankirina zilm û komkujiyên dewleta dagirker û qirker a li erdnîgariya Kurdistanê mezin bû, rastiya dijmin di temenekî biçûk de fêm kir. Bi xeyala gerîlabûyînê ku li dijî qirkirina dijmin a li ser gelê me û Tevgera Azadiya kurd têkoşîneke destanî dide, mezin bû. Hevrêyê me ku demeke di dibistanên tirkan de xwend, her tim hewl da li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên pergalê cewhera xwe biparêze. Hevrêyê me ku li dijî bûyerên civakî hestiyar bû, ji ber tevlîbûnên xwe yên li çalakiyan hate binçavkirin. Hevrêyê me ku tevî hemû zext û êrîşên dijmin ji helwesta xwe tawîz neda, hêrsa xwe ya li dijî dijmin zêdetir kir. Nakokiyên wî bû sedem ku bikeve nava lêgerînan. Ji pêvajoya şoreşê ya li Rojava pir bandor bû. Her çiqas xwest di têkoşîna destanî ku di sala 2014’an de li dijî piştgiriya dewleta tirk a ji çeteyên DAIŞ’ê re û êrîşa li ser destketiyên gelê me yê Rojava pêş ket de, cih bigire jî neçar ma vê xeyalê xwe taloq bike. Piştre di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de biryar da ku tevlî gerîla bibe ku li dijî polîtîkayên koçberkirinê û komkujiya dewleta tirk a faşîst ku gelê me yê welatparêz li jêrzemînên Cizirê bi benzînê şewitand, berxwedaneke destanî nîşan da. Bi tevlîbûna li nava refên gerîla armanc kir ku qirkirina dagirkeran a li Kurdistanê rawestîne. Li ser vê bingehê li ser bakurê Kurdistanê tevlî refên gerîla bû.

Hevrêyê me ku di sala 2016’an de ji bakurê Kurdistanê tevlî refên gerîla bû, ji gerîlayên ku cara ewil dît, pir bandor bû. Hevrêyê me ku ji derdora jidil û germ a gerîla bandor bû, piştî ku demek li qada Bakur ma derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me ku tevlî perwerdeya şervanên nû bû, di van perwerdeyan de di her aliyê de pêşketin nîşan da. Kesayeta wî ya bi moral û kedkar bala hevrêyên wî kişand. Hevrêyê me ku bi meraqeke mezin tevlî perwerdeya şervanên nû bû, bi saya daxwaza xwe ya fêrbûnê di demeke kin de fêrî agahiyên bingehîn bû. Bu taybet di dersên leşkerî de li ser taktîkên gerîla lêhûrbûn bû. Weke gerîlayekî jêhatî ji bo derbên giran li dijmin bixe, her tim lêgerînên xwe kûrtir kir. Piştî perwerdeyan li herêma Qendîlê tevlî xebatên Partiyê bû. Hevrêyê me ku tevî şervanê nû bû jî bi çêkera xwe ya çalak û berxwedêr bal kişand, ji bo ku her tim di xebatên pratîkî de li pêş be israr kir. Bi tevlîbûna xwe ya bi moral di xebatan de alîkariya hevrêyên xwe kir. Ji xebatên binesaziyê heta amadekirina tunelên şer di gelek xebatan de ked da. Bi kesayeta xwe ya kedkar û fedakar hezkirina hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me ku xwest bibe gerîlayekî pispor û taktîkên demê bi kar bîne, ji bo perwerdeya pisporiya leşkerî bigire pêşniyar kir. Bi zanebûna ku divê bi bûyîna gerîlayekî profesyonel bersivê bide pêvajoyê tevgeriya. Hevrêyê me ku di akademiyên pisporiyê de perwedeya çekên giran girt, bi saya daxwaza fêrbûnê û lêgerîna derbkirina dijmin di demeke kin de bû gerîlayekî pispor. Ji xeynî perwerdeyên leşkerî li ser perwerdeyên îdeolojîk jî lêhûrbûn bû. Bi xwendina dahûrandinên Rêbertiya me di kesayeta xwe de guhertinên mezin çêkir. Hevrêyê me ku pêşniyar kir di qada têkoşînê ya li Bakurê Kurdistanê de cih bigire, piştî ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê hinek xebat meşand, berê xwe da Bakur. Hevrêyê me ji ber ku daxwazker û bi israr bû, bi ezîm û azweriyeke mezin bi awayekî çalak tevlî pêvajoyê bû. Hevrêyê me Fîraz ku dilsozê şehîdan e, bi biryardariyeke mezin derbasî Bakur bû. Hevrêyê me bi zanebûna girîngiya Bakur a ji bo têkoşîna me, xwest bibe bersiva bendewariyên pêvajoyê û tevî hemû êrîşên dagirkeran li herêma Serhedê bi esasgirtina xeta Apoyî nîşan da ku milîtanekî serketî ye.

Hevrêyê me Fîraz ku 4’ê Hezîrana 2024’an di êrîşa dijmin a li ser herêma Masîro ya Elbakê de şehîd bû, li her qada ku lê bû bi helwesta xwe ya dilnizim û bi biryar weke milîtanekî mînak derbasî dîroka me ya têkoşînê bû. Em careke din soz didin ku xeyala Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad a hevrêyê xwe Fîraz pêk bînin ku her curê êrîşên dijmin vala derxist û bi fedaiyane li dijî bangên teslîmiyetê li ber xwe da û şehîd bû, bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe li ber bîranîna hemû şehîdên xwe ditewînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar