Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

HPG: Hevrê Şoreş bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG a nasnameya gerîlayê xwe yê 2019’an şehîd ketî eşkere kir û ev agahî da: “Hevrê Şoreş wê wekî milîtanekî mînak ê Şoreşa Kurdistanê bi helwesta xwe ya zelal û israra azadiyê wê her dem di têkoşîna me de bijî.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayê wan Şoreş Amed (Devrîm Kavak) di sala 2019’an de li Herêmên Parastinê yê Medyayê şehîd bûye. HPG’ê di daxuyaniya xwe de hevrêyê xwe şehîd Şoreş Amed bi bîr anî. Her wiha HPG’ê di serî de ji malbata Şehîd Şoreş Amed, ji gelê kurd û Kurdistanê re sersaxî xwest û soza bilindkirina têkoşînê da.

Di daxuyaniya xwe de HPG’ê ev agahî da: “Di operasyona tebaxa 2019’ an a dewleta TC’yê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de hevrêyê me Şoreş şehîd ketiye. Hevrêyê me Şoreş ê bi şoreşgeriyeke bê eman, sûdeke mezin daye têkoşîna azadiyê ya gelê me, li ber gelê me û şehîdên me yên leheng, erka xwe bê kêmanî aniye cih. Hevryê me yê bi nirx ku hemû erka xwe serketî bi cih anî, gihaye mertebeya milîtanê herî bijare yê Partî û gelê me. Hevrêyê me heta kêliya dawî ya şehîdbûnê li ser esas, pîvan û Pradîgmaya Modernîteya Demokratîk jiyaye, bi şehîdbûna xwe jî bû yek ji parêzvanê herî girîng ê vê jiyanê.”

HPG’ê têkildarî nasnameya hevrêyê xwe Şehîd Şoreş Amed de jî ev agahî da: “Nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ye: Nasnav: Şoreş Amed. Nav û Paşnav: Devrîm Kavak. Cihê Jidayikbûnê: Amed. Navê Dayikê-Bav: Nûrten – Mehmet Cemal. Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Herêmên Parastinê yên Medya/ Tebaxa  2019.”

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de HPG’ê rewşa malbata Şoreş Amed a welatparêz nirxand û ev tişt ragihand: “Amed a bi hezaran salan e di serî de ji bo kurdan û gelek şaristaniyan malovanî kiriye, di her qonaxa dîrokê de li dijî zaliman bi sekna xwe ya serhildêr, ji bo hemû hejaran bûye welat. Vê taybetmendiya xwe derbasî hemû mirovên vê erdnîgariyê kiriye, gelê qedîm ê Amedê, serî li ber desthilat, zalim û mêtingeran ti demê netewandiye. Malbata Kavak a ji çand û kevneşopiyek wiha bi kok tê, li dijî polîtîkayên qirker ên mêtingeriya tirk a li ser gelê me, cihê xwe li nava refên berxwedanê girtiye, li ser vê rêyê berdêl daye. Bi vê sekna xwe ya asîl bûye rûyê azadiyê yê gelê Kurdistanê, di şerê parastina rûmeta gelê xwe de, bûne mînak. Ev malbata me ya bi nirx gelek şehdî û gerîlayên xwe yên di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de dane, ji ber vê taybetmendiya xwe tim rû bi rûyê zextên dijmin hatiye, îşkence lê hatiye kirin. Her demê girêdayî Rêber Apo, şehîdan û doza azadiyê ya gel bûye, ji bo parastina vê girêdan û li ber zextên dijmin şer bike, gelek heskiriyên wan neçar man ku Kurdistana hez jê dikin sirgûn bibin. Her çendî bi hezaran kêlometreyan ji Kurdistanê dûr jî bin, ti demê ji Kurdistanê qût nebûne. Her weku li welatê xwe, welatê xwe Kurdistan ji bîr nekirine.”

Bi berdewamî HPG’ê li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Şoreş Amed jî ev tişt parve kir: “Hevrê Şoreş di malbateke wisa de ji dayik bûye û wekî hemû zarokên Amedê di bin zextên dijmin de zaroktiya xwe derbas kiriye û zilma dijmin dîtiye. Ji ber vê li hemberî dewleta tirk a qirker hêrseke mezin li ba wî peyda bûye. Hevrê Şoreş di sala 2003’an de dema ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di demeke dijwar de bû, wî girêdayîna bi Rêber Apo û şehîdan ji xwe re kiriye armanc û tevlî nav refên gerîlayan bûye. Ew bi coş û xwestekeke mezin tevlî nav refên gerîlayan bûye û piştre di warê leşkerî û îdeolojîk de jî xwe xurtir kiriye. Demeke dirêj li Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşiyaye û ji bo ku li hemberî planên dijmin ên ji bo tasfiyekirinba partiya me wî berê xwe daye bakurê Kurdistanê. Di salên 2008 û 2009’an de ew tevlî gelek çalakiyan bûne yên ku derbên giran li dijmin hatine xistin. Hevrê Şoreş fêm kiriye ku ji bo serkeftinê divê bi taktîkên cihê li dijmin were xistin. Ji ber vê demekê di nav xebatên bajêr de maye. Di dema van xebatan de di sala 2009’an de li Stenbolê dîl ketiye destê dijmin, li hemberî îşkenceyên psîkolojîk û fîzîkî yên dijmin teslîm nebûye. Ew girêdayî çanda berxwedanê ya Mazlûm, Kemal û Hayriyan maye. Bi dahneviya teorîk tevkarî li perwerdehiya hevalên xwe kiriye û hewl daye peywira xwe ya hevrêtiyê bi cih bîne. Di dema zindanê de dijmin bi tenê di warê fîzîkî de karibûye hevrê Şoreş dîl bigire, ruhê wî yê azad her dem li çiyayên Kurdistanê di nav hevalên wî de bû. Hevrê Şoreş tu carî dev ji daxwaza azadiyê bernedaye û cara pêşîn li Girtîgeha Çewligê firar kiriye lê piştre hatiye girtin. Piştre jî li Girtîgeha Amedê bi plansaziyeke wekî ya fîlman tevî hevalên xwe firar kirine. Di vê çalakiya firarê de ya ku tê wateya serkeftinê, wî bi jîrbûn, ked, cesaret û baweriya xwe pêşengtî ji hevrêyên xwe kiriye û îspatkiriye ku tu zincîr û deriyên hesinî nikare li pêşiya milîtanên Apoyî bisekine. Di sala 2016’an de piştî firarê dîsa xwe gihandina çiyayên Kurdistanê, xwedî li peywirên xwe derketiye û hewl daye deynê xwe yê ji bo Rêbertî, şehîdan û gelê me bide. Heval Şoreş bi taybetiya xwe ya mutewazî, kedkar û pratîkê her dem li pêş bû û bi kûrahiya îdeolojîk ji bo hemû hevalên xwe bûye milîtanekî Apoyî.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de jî HPG’ê ev tişt anî ziman: “Hevrê Şoreş wê wekî milîtanekî mînak ê Şoreşa Kurdistanê bi helwesta xwe ya zelal û israr xwe ya azadiyê wê her dem di têkoşîna me de bijî. Malbata hêja ya hevrê Şoreş di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên wî yên Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad teqez bi cih bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar