Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: Hevrê Yilmaz bû sembola berxwedana Girê Kartal

HPG'ê nasnameya gerîlayekî şehîd aşkera kir û wiha got: “Hevrê Yilmaz ê ku bûbû sembola berxwedana Girê Kartal ji ber gaza kîmyewî ji bo ku nekeve destê dijmin bombeya xwe di xwe de teqand û şehîd bû.”

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê der barê gerîlayê li Girê Kartalê yê Avaşînê şehîd bûye ev agahî da.

“Artêşa tirk a dagirker di 23’ê nîsana 2021’an de dest bi êrîşên dagirker kiribû û ji ber ku nekarî îradeya ji pola ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bişikîne, bi metodên derveyî mirovahiyê dixwaze encamê bistîne û ji xwe re serfiraziyên sixte çêbike. Artêşa mêtinger di hemû êrîşên xwe de rastî çepera berxwedanê ya gerîlayên azadiyê hat û herî dawî di 27’ê cotmeha 2021’an de li Girê Kartal a Avaşînê êrîşeke dagirker dabû destpêkirin. Li vir di şexsê hevrê Yilmaz Girêsor de berxwedaneke dîrokî hat nîşandan. Artêşa dagirker nekarî vê berxwedana dîrokî bişikîne û bi bikaranîna çekên kîmyewî xwest encamekê bistîne. Di vê êrîşa dermirovahiyê de hevrê Yilmaz şehîd bû.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye:

Nasnav: Yilmaz Girêsor

Nav û paşnav: Mîkaîl Şenateş

Cihê jidayikbûnê: Riha

Navê dê û bav: Hawa – Huseyîn

Dîrok û cihê şehadetê: 27’ê Cotmeha 2021’an – Avaşîn

Hevalê me Yilmaz li Sêwregê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye û bi feraseta kurdbûnê mezin bûye. Ji temenekî biçûk hay ji xeta hevkariyê ya ku dijmin dixwaze li Kurdistanê ava bike bûye û wî tu carî ev rewş qebûl nekiriye. Vê helwesta xwe di ciwaniyê de derxistiye pêş û ji xwe re kiriye zemîna têkoşîneke rêxistinkirî. Li ser vê esasê xebatên ciwanan di serî de di gelek xebatan de cih girtiye. Heval Yilmaz ligel ku di nav pergalê de xwedî derfetê jiyaneke baş bû jî wî biryar daye tev li nav têkoşîna azadiyê ya gelê xwe bibe û helwesta herî bi rûmet a ku divê her ciwanên kurd nîşan bide, nîşan daye. Dema ku dijmin Rojava di serî de li ser gelê me êrîşên xwe yên qirkirinê zêdetir kirine, ew tev li nav refên gerîlayan bûye û bersiveke xurt daye mêtingeriyê.

Hevrêyê me Yilmaz sala 2018’an tev li nava refên gerîla bû, tecrûbeya xwe ya jiyanê zû li jiyana gerîla anî û di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza. Di bin vê serketinê de bawerî û hezkirina bêdawî ya li têkoşîna gerîla hebû. Lewma di asta eşqê de tev li bû; ji têkiliyên hevrêtiyê heta bi karên pratîkî yên rojane ev şêweyê tevlibûna wî her tim li pêş bû. Ji ber vê yekê jî xwe li pêşberî temamiya jiyanê berpirsyar didît. Bi vê hesta berpirsyariyê, hevrêyê me Yilmaz di demeke kurt de bû fermandar, bi her awayî pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Bi taybetî di dema navbera salên 2018-2021’an de ku li herêma Avaşînê ma, ev taybetmendiyên xwe yên milîtaniya pêşeng raxist pêş çavan. Li Avaşînê di asta pêşengiyê de tev li gelek çalakiyan bû ku derb li dijmin hat xistin. Hêrsa xwe ya li dijî dijmin bi rengê herî rast nîşan da. Di nava jiyanê de bi sekna xwe ya dilnizm her tim parast. Di şer de jî mîna bazekî bi helwesta xwe ya tund bi rêbaza encamgiriyê bi ser dijmin ve çû û bû milîtanekî mînak.

Hevrêyê me Yilmaz ku di êrîşa dawî ya dijmin a li ser Avaşînê de li qada Girê Kartal bû û bi erka fermandariya çeperên li vê qadê radibû, li dijî êrîşên dijmin sekna xwe ya bêdawîz dewam kir. Li vê derê, tevî ku dijmin bi her cure teknîkê êrîş kir, bi mîlîmekê jî paşve gav neavêt, dijmin dîn û har kir. Li ser vê yekê, dijmin mîna her carê serî li rê û rêbazên derveyî mirovahiyê da û bi bikaranîna çekên kîmyewî xwest encamê bi dest bixe. Di encama van êrîşên dijmin de sembola Berxwedana Girê Kartal hevrê Yilmaz, piştî gazên kîmyewî yên jihişbirinê hatin bikaranîn, ji bo bi saxî nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe ve teqand û şehîd bû.

Hevrêyê me Yilmaz ku bi sekna çanda berxwedanê ya Apoyî nirx li nirxan zêde kir û gihîşt asta şehadetê, li dijî mêtingeran, rûmeta gelê me parast. Di serî de ji malbata hevrêyê xwe Yilmaz ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku bîranîna wan bi serketinê tacîdar bikin, em ê sekna Yilmaz Girêsor tim ji xwe re bikin mînak.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar