Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

HPG: Hevrêya me Jiyan bi şêweyê fedaî gihîşt armancê

HPG’ê ragihand ku şehîd Jiyan Welat bi sekna xwe ya jiyanê û şêweyê tevlîbûna xwe ya fedayî gihîşt vê armancê û wiha hat gotin: “Hevrêya me Jiyan 3’ê Mijdara 2013’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama qezayekî de şehîd bû.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî got, “Hevrêya me Jiyan Welat ku jina hêja ya gelê Amedê ye, milîtana leheng a PKK û PAJK’ê û şervana wêrek a YJA Starê ye, 8’ê Mijdara 2013’an dema diçû ser erka xwe di encama qezayekê de gihîşt şehadetê. Em hevrêya xwe Jiyan Welat a di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de bi hezkirina gel, welatparêzî û bi hezkirina jiyana azad mîna Zîlanan têkoşiya, di salvegera şehadeta wê de bi rêzdarî bibîr tînin û ji malbata wê ya hêja ya welatparêz û tevahiya gelê me yê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê bîranîna Jiyanan bi bilindkirina ala têkoşînê û birina ber bi serketinê ve tacîdar bikin.”

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me ya şehîd, bi vî rengî ye:

Nasnav: Jiyan Welat
Nav û Paşnav: Jiyan Şahîn
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Remziye-Ahmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 8’ê Mijdarê 2013/Herêmên Parastinê yên Medyayê

“Amed ku ji dîrokê heta roja îro her tim bûye navenda tevgerên azadiyê yên Kurdistanê, ji ber pêşeng û şoreşgerên hêja avakiriye di dîroka gelê me de jî bûye xwedî pozîsyonek taybet. Gelê me yê Amedê ku bi sekna xwe ya serhildêr tawîz neda dijmin û israra xwe ya di azadiyê de tê naskirin, her tim vê sekna xwe parastiye û bersiv daye polîtîkayên qirkirinê yên dewleta tirk a mêtinger. Amed ku di heman demê de ji avabûna partiya me PKK’ê re jî malvanî kir, piştre bi serhildaniyên ku pêş xistî re xwedî li têkoşîna me derket. Gelê me yê Amedê ku bi tevlîkirina zarokên xwe yên hêja li têkoşîna me ya azadiyê re hişt ku têkoşîna me berfirehtir bibe, her ku çû bi PKK’ê re bû yek û bû pêşenga şoreşa me.

Hevrêya me Jiyan jina leheng a Amedê li Farqînê di nava malbateke welatparêz ku ev rastiya dîrokî ya gelê Amedê lê hate jiyîn de ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê ji kevneşopiyeke welatparêziyê ya kûr tê, hevrê Jiyan di temenê biçûk de têkoşîna me nas kir. Ji ber tevlîbûna xizmên hevrêya me li nav refên gerîla bandor lê kir, hişt ku di temenek biçûk de bikeve nava lêgerînê. Hevrêya me Jiyan ku weke her ciwan û jineke kurd a li Kurdistanê dijiya, şahidî ji pêkanînên qirkirinê yên dijmin ên li dijî gelê me kir û bi xwe jî rastî van pêkanînan hat, fikirî ku li dijî rastiya dijmin teqez divê têkoşîn bê meşandin. Di vê wateyê de hevrêya me ku lêgerînên xwe kûrtir kir, gihişt wê encamê ku di nava sîstemê de têkoşînek ji bo misogerkirina azadiya gelê me têrê nake. Li ser vê bingehê hevrêya me Jiyan ku dibistana xwe di nîvê de berda sala 2009 ‘an biryar da tevlî nava refên gerîla bibe û li ser vê esasê ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû.

Ji bo mezinkirina têkoşîna xwe kedeke mezin da

Hevrêya me piştî ku demekî li Amedê gerîlatî kir, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Di warê akademîk de perwerdeya xwe ya destpêkê li vir dît. Hevrêya me bi perwerdeyên ku dîtî, hêmanên bingehîn ên gerîlatiyê û jiyana çiyê fêr bû. Bi saya tevlîbûna xwe ya bi xwestek û bi coş, di demeke kurt de perwerdeyên ku dîtî derbasî nava pratîkê kir û bû gerîlayeke pispor. Hevrêya me Jiyan weke gerîlayeke jin esas girt ku di têkoşîna azadiya jinê de kûr bibe. Di vî warî de ji bo fêrî hêmanên azadiyê bibe û di van de kûr bibe, ket nava hewldanekî zêde de. Hevrêya me dizanî ku heta mirov di felsefeya Rêber Apo de kûr nebe, ne wê di îdiaya azadiyê de serkeftî be ne jî wê zextên li ser gelê me bi dawî bibin. Li ser vî bingehî hîn zêdetir lêhêrbûn kir. Hevrêya me Jiyan difikirî ku encex bi têkoşîn û tevlîbûneke fedayiyane dikare ji êrîşên qirkirinê yên dijmin, tecrîda li ser Rêbertiya me û daxwaza azadiyê ya gelê me re bibe bersiv. Ji bo mezinkirina têkoşîna xwe kedeke mezin da. Hevrêya me Jiyan dilsozê sekna Zîlan û Bêrîtanan bû û di ferqê de bû ku bi wê dilsoziyê dikare bibe jineke azad. Ev ruh di kesayeta xwe de ava kir. Yek ji xeyalên herî mezin a hevrêya me Jiyan ew bû ku di şerê dîrokî yê li hemberî dewleta Tirk de cih bigire. Ji bo vê yekê xwe di her warî de amade kir. Hevrêya me bi perwerdeyên bîrdozî û leşkerî bû gerîlayeke profesyonel. Di heman demê de bi ruhê xwe yê fedayî bû mîlîtaneke pêşeng.

Şêweyê tevlîbûna xwe ya fedayî gihîşt vê armancê

Hevrêya me Jiyan bi sadebûn, dirûstî û dilpakiya xwe şopên kûr bi her hevrêyeke xwe re hişt. Bi samîmiyet û kenê xwe yê ji dil, ji hevrêyên xwe re çavkaniya moralê bû û di heman demê de kir ku her hevrêyek wê tevlîbûneke hîn xurttir raber bike. Hevrêya me Jiyan bi van taybetmendiyên xwe yên bedew, li her deverê bû mîlîtaneke mînak a YJA Starê. Bi sekna xwe ya jiyanê û pratîkê heqê vê mîsyone xwe da. Hevrêya me Jiyan diyar dikir ku yek ji armancên wê yên herî mezin ew e ku bibe layiqê têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd. Bi sekna xwe ya jiyanê û şêweyê tevlîbûna xwe ya fedayî gihîşt vê armancê. Hevrêya me Jiyan 3’ê Mijdara 2013’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama qezayekî de şehîd bû. Şehadeta wê pir zû bû û ji bo me qebûlkirina şehadeta wê zehmet bû. Em soz didin ku bibin layiqê bîranîn û jiyana wê ya bi wate.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar