Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne ev agahî da:
“Li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku berxwedaneke destanî lê pêk tê, artêşa tirk a dagirker di sê salên dawîn de êrîşên giran dike. Di van êrîşên da hevrêyê me Zagros ê ku yek ji milîtanê pêşeng ê gerîlatiya serdema nû ya di serê sala 2023’yan de, hevalên me Darav, Egîd û Salar di sala 2022’yan de û hevalê me Cûdî jî di sala 2021’an de şehîd bûye.
Hevrêyên me, ku her yek ji wan weke milîtanên pêşeng ên têkoşîna me ya azadiyê ne, li dijî hemû êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser herêmên me, bi îradeyeke bilind û biryardariya Apoyî şer kirin, heta nefesa xwe ya dawî girêdayî nirxên azadiyê man û nemir bûn.
Malbatên hêja yên hevalên me Zagros, Darav, Egîd, Cûdî û Salar di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê Kurdistanê re dixwazin û careke din soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên Kurdistana azad a şehîdên xwe pêk bînin.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Zagros Çekdar
Nav û paşnav: Mesût Celal Osman
Cihê jidayikbûnê: Dirbesiyê
Navê dê û bav: Zerga – Celal
Dîrok û cihê şehadetê: 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Darav Feraşîn
Nav û paşnav: Bedirxan Abî
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dê û bav: Hamra – Şehmûs
Dîrok û cihê şehadetê: 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Egîd Gever
Nav û paşnav: Yilmaz Bayram
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dê û bav: Edîbe – Alî
Dîrok û cihê şehadetê: 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Cûdî Berxwedan
Nav û paşnav: Abdulselam Yildiz
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Maşallah – Hamît
Dîrok û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Salar Atakan
Nav û paşnav: Mûrat Asan
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dê û bav: Sûphiye – Mehmet Salîh
Dîrok û cihê şehadetê: 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê