Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

HPG: Hevrêyên me Dilgeş, Berxwedan û Mervan bûn nûnerê îradebûna Apoyî

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Farqînê şehîd bibû aşkere kir û got: "Hevrêyên me Dilgeş, Berxwedan û Mervan ku bûn nûnerê îradebûna Apoyî ji Zapê heta Mêrdînê, ji Xerzanê heta Amedê ruhê berxwedanê yê Apoyî heta nefesa xwe ya dawî temsîl kirin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 3 gerîlayên li Amedê şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

26’ê tebaxa 2023’yan li navçeya Farqînê ya Amedê di êrîşa dijmin de ji milîtanên pêşeng ên partiya me hevrêyên me Dilgeş, Berxwedan û Mervan şehîd bûn. Nûnerê îradebûna Apoyî hevrêyên me Dilgeş, Berxwedan û Mervan ku li dijî êrîşa dijmin bi fedaîtî şer kirin, ji Zapê heta Mêrdînê, ji Xerzanê heta Amedê ruhê berxwedanê yê Apoyî heta nefesa xwe ya dawî temsîl kirin.”

Hevrêyê me Dilgeş ku navê fermandariya li ser xeta fedaîtî, afirînerî, zanebûn û xwestekê bû, di jiyana xwe ya gerîlatiyê ya 13 salan de ku bi serkeftina dagirtî bû, bû milîtanek ku her tim cudahî afirand. Li her qadê bi coş û moral tevlî kar bû, mohra xwe danî binê serkeftinan, têkoşîneke bêhempa meşand ku ji hevrêyên xwe re bû milîtanekî pêşeng.

Hevrêyê me Berxwedan li ser bingeha dilsoziya bi xeta şehîdan re tevlî nava refên gerîla bû, bû mînakeke bijarte ji hêjabûna li şehîdên pîroz. Hevrêyê me Berxwedan li her qada têkoşînê ev sekn nîşan da û bû yek ji milîtanên pêşeng ên partiya me PKK’ê ku partiya Rêber Apo û şehîdan e.

Ewladê leheng ê Serhedê milîtanê wezîfeyên zehmet hevrêyê me Mervan ji destpêka jiyana xwe ya gerîlatiyê ve her wezîfe û berpirsyarî bi cidiyeteke mezin bi ser xist û bû yek ji milîtanên mînak ên partiya me. Meşa xwe ya şoreşê ku ji Wanê destpê kir, di her kêliyê de bi serkeftinan derbas kir. Armanca xwe ya herî mezin jî ew bû ku li Amedê gerîlatiyê bike û ev yek pêk anî.

Hevrêyên me Dilgeş, Berxwedan û Mervan ku ruhê berxwedanê yê Apoyî bi rengekî hêja temsîl kirin, em di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe, ji gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku têkoşîna hevrêyên me ji me re hiştine, bi rengekî hêjayî bîranîna wan be bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Dilgeş Zîlan Gûzereş
Nav paşnav: Ferhat Akdenîz
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Meryem-Omer
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Tebaxa 2023 / Amed
Nasnav: Berxwedan Farqîn
Nav paşnav: Hanîfî Saygi
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Fatma-Cemîl
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Tebaxa 2023 / Amed
Nasnav: Mervan Wan
Nav paşnav: Mûhterem Koç
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Siyanal-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Tebaxa 2023 / Amed

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar