Hevrêyên me Gulbahar, Eylem û Dîcle ku her yek ji wan milîtaneke fedaî ya Apoyî bûn, di nava têkoşîna me ya azadiyê de ku demeke dirêj di nav de bûn bi sekn, tevlîbûn û kûrbûna xwe ya li ser felsefeya azadiya jinê ya Rêberê me bûn mînak. Van hevrêyên me yên hêja xeta azadiyê ya PKK û PAJK’ê, îdeolojiya rizgariya jinê, heqîqeta jinê ya azad û pîvanên wê di kesayetiya xwe de neqişandin, di her karî de bi rengekî fedaî tevlî bûn û bûn pêşeng. Hevrêyên me Gulbahar, Eylem û Dîcle li qadên herî zehmet ya herî zehmet bi cih anîn û bi van taybetmendiyên xwe bûn mînaka gerîlatiya serdema nû ya YJA Starê.
Di serî de malbatên wan ên hêja, ku milîtanên bijarte yên mîna hevrê Gulbahar, Eylem û Dîcle tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me kirin, bila serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:
Nasnav: Gulbahar Mercan Nav paşnav: Şekîrnaz Kaplan Cihê jidayikbûnê: Bedlîs Dayik-Bav: Mîran-Îskan Dem û cihê şehadetê: 4’ê Tebaxa 2023 / Mêrdîn |
Nasnav: Eylem Mûnzûr Nav paşnav: Emîne Kaplan Cihê jidayikbûnê. Êlih Dayik-Bav: Dîlber-Cengîz Dem û cihê şehadetê: 4’ê Tebaxa 2023 / Mêrdîn |
Nasnav: Dîcle Eylem Nav paşnav: Leyla Gulcu Cihê jidayikbûnê: Amed Dayik-Bav: Ayten-Alaattîn Dem û cihê şehadetê: 4’ê Tebaxa 2023 / Mêrdîn |