Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

HPG: Hevrêyên me Hogir û Mazlûm li Garê şehîd bûn

HPG'ê daxuyand ku 2 gerîlayên azadiyê li Garê şehîd bûne û ev tişt anî ziman: “Hevrêyên me Hogir û Mazlûm bi sekna xwe ya li nava jiyan û têkoşînê bûn gerîlayên azadiyê yên Apoyî yên mînak."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehadeta 2 gerîlayan de daxuyanî da. HPG’ê ragihand ku hevrêyê Hogir û Mazlûm kesayetiya xwe ya durust, sade, dilnizm û têgihiştî bi felsefeya azadiyê ya Apoyî re kirin. Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di 6’ê îlona 2023’yan de li herêma Garê di êrîşa dijmin de hevrêyên me Hogir Pîrosî û Mazlûm Partîzan şehîd bûn.

Hevrêyên me Hogir û Mazlûm ku ewladên hêja yên gelê Kurdistanê bûn, di ber azadiya gelê xwe de xwe berpirsyar dîtin, bi vê armancê bêteredût dest bi têkoşîneke bênavber kirin û bi sekna xwe ya li nava jiyan û têkoşînê bûn gerîlayên azadiyê yên Apoyî yên mînak.

Hevrêyên me Hogir û Mazlûm li qadên cuda yên têkoşîna me ya azadiyê karên girîng kirin, bi kesayetî û tevlîbûna xwe ya bi fedakarî milîtaniya Apoyî di jiyana xwe de şênber kirin. Bi sekna xwe ya bi îrade û fedakar li her qadê û di her karî de ji bilî serketinê rêyeke din qebûl nekirin, lewma her wezîfe û berpirsyarî bi rengê herî baş bi cih anîn. Hevrêyên me Hogir û Mazlûm kesayetiya xwe ya durust, sade, dilnizm û têgihiştî bi felsefeya azadiyê ya Apoyî re kirin yek, di her qonaxa rêwîtiya xwe ya heqîqetê de xwe bi armanca xwe re kirin yek, bi rêxistin kirin, çalak kirin û bûn heqîqetek.

Di serî de malbatên hêja yên ku milîtanên fedaî yên Apoyî hevrêyên me Hogir û Mazlûm tevlî nava têkoşîna me ya azadiyê kirin, bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be, em careke din soz didin ku şehîdên xwe di têkoşîna xwe de bi bîr bînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

 

Nasnav: Hogir Pîrosî
Nav paşnav: Halîl Yîgît
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Zulfuye-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 6’ê Îlona 2023 / Garê

 

Nasnav: Mazlûm Partîzan
Nav paşnav: Mûhammed Reşîd
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Nerîman-Seydo
Dem û cihê şehadetê: 6’ê Îlona 2023 / Garê

Şehîd Hogir Pîrosî

Hevrêyê me Hogir li gundê Pîrosî yê navçeya Elkê ya Şirnexê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi hişmendiya welatparêziyê ya xelkê Botanê mezin bû, rastiya dijmin jî zû nas kir. Ji ber vê yekê li dijî sîstema dewleta tirk her tim bû xwedî helwest. Tevî ku demekê li dibistanên sîstemê xwend jî ti carî sîstema dibistanê ya dijmin nepejirand. Haya xwe ji polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê hebû ku dewleta tirk dixwest li Botanê bi cih bîne, lewma timî hewl da nirxên neteweyî û civakî biparêze. Hevrêyê me Hogir ku zarokatiya wî li gund derbas bû ku gelekî jê hez dikir, bi jiyana xwezayî ya gund ve dilsoz ma û taybetmendiya xwezayî ya civaka gund ji gelek aliyan ve di kesayetiya xwe de temsîl kir. Lewma ti carî li jiyana bajêr germ nebû, nepejirand. Hevrêyê me Hogir ku bi sewalkarî û cotkariyê mijûl bû, bi saya keda bêhempa dilsoziya wî ya bi xak û welêt re hîn xurt bû. Serdegirtina dijmin a li gund û girtina mirovan bûn sedem ku hevrêyê me Hogir rastiya dijminê mêtinger û dagirker hîn baştir nas bike. Ji bo karibe piştgiriya aborî bide malbata xwe li metropolan xebitî û hingî li hemberî neheqiya li gelê me dihate kirin timî kete nava lêgerînan. Ji ber nasnameya xwe ya Kurd zextên giran lê hatin kirin jî ti carî tawîz ji hebûna xwe neda û têkoşîna xwe ya jiyanê dewam kir. Daxwaz û biryardariya wî ya ji bo têkoşîna li dijî neheqiyê bû bingeh ku bi tevgera me ya azadiyê re bimeşe. Sala 2007’an partiya me ji nêz ve nas kir û ji hevrêyên xwe re ragihand ku ew dixwaze bi rengekî çalak tevlî nava têkoşînê bibe. Hevrêyê me Hogir tevî ku israr kir ji bo tevlî nava refên gerîla bibe, demekê li nava karên xweparastinê hate wezîfedarkirin. Her wezîfe bi dîsîplîna partiyê bi cih anî. Dema ku li bajêr bû bi rengekî çalak tevlî gelek çalakiyan bû û wezîfeya xwe bêkêmasî pêk anî.

Hevrêyê me Hogir ku wezîfeyên xwe yên li metropolan bi serketî bi cih anî, sala 2010’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû ku bi salan bi hesreta wê bû. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tehma jiyana gerîla kir û bi moral û coş tevlî bû. Hevrêyê me ku ne dûrî jiyana çiyê bû, di demeke kurt de di pratîkê de xwe bi pêş ve bir. Zû hînî jiyana komunal û dilnizm a gerîla bû û ji ber kîna xwe ya li dijî dijmin timî bi pêş ket. Hevrêyê me Hogir bi qasî salekê li Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşiya, ji ber tecrûbeyên xwe yên li qada xweparastinê careke din derbasî karên li bajêr bû. Li her cihê ku berê xwe da, bi fedakarî, daxwaz û kelecaneke mezin tevlî karên partiyê bû. Di vî karî de ku demeke dirêj di nav de ma, ji bo serketinên girîng bi dest bixe kedeke mezin da, bi taybetî di xurtkirina hişmendiya xweparastinê ya gelê me de bi roleke girîng rabû. Li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk di sala 2016’an de tevlî berxwedana xweparastinê ya li Silopiyayê bû, kir ku derbên giran li artêşa dewleta Tirk a dagirker bê xistin. Hevrêyê me tevkariyeke mezin li vê berxwedanê kir û ji bo hilanîna tola Dayika Taybet û Cemîle Çagirgayan, di her çalakiyê de bi rengekî çalak cih girt.Bi rastiya dijmin a qirker û talanker zanîbû, lewma li her devera berxwedana fedaî bû.

Hevrêyê me Hogir sala 2017’an careke din li çiyê vegeriya ku xwe ji wir didît, demekê li herêma Cûdî ma. Li vê derê di serî de hevrê Şehîd Rizgar Gever bi gelek hevrêyên hêja re têkoşiya. Bi hevrêyên li vê derê re tecrûbeyên xwe parve kir, kir ku têkildarî şerê bajêr danheviyeke girîng bê afirandin. Piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û beşdarî perwerdeya di asta akademîk de bû. Di perwerdeyê de bi tevlîbûna xwe ya çalak, daxwaza fêhmkirinê, lêpirsîn û lêkolînê di kesayetiya xwe de guhertinên girîng pêk anî. Di parêzname û analîzên Rêberê me de xwe kûr kir, ji xwe re kir ronahî û her tim ber bi pêş ve gav avêt. Pitşî perwerdeyê li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî kar bû, gelek karên girîng ên ku baweriyeke mezin jê re diviyabû, bi cih anî. Hevrêyê me Hogir bi kesayetiya xwe ya têgihiştî, dîsîplîn, tempoya bilind a kar û baweriya bi tevgera me, bi rengekî fedaî tevlî bû. Hevrêyê me Hogir ji xwe re kir armanca bingehîn ku bibe milîtanekî hêjayî Rêberê me û hevrêyên me yên şehîd, li her qadê ji bo vê armanca xwe pêk bîne, hewl da. Lewma kete nava kûrbûnên mezin, li ser xeta milîtaniya Apoyî xwe ji nû ve afirand. Bi daxwaz, kelecan û fedakariyeke mezin tevlî nava kar bû û wezîfeyên demê bi ser xist. Hevrêyê me Hogir ku welatparêziya Botanê bi xurtî pê re hebû, xeyaleke wî jî ew bû ku li çiyayên Botanê gerîlatiyê bike. Ji bo vê jî timî pêşniyar kir ku biçe Bakurê Kurdistanê. Hevrêyê me Hogir bi kesayetiya xwe ya bi moral, kelecan ji bo bicihanîna wezîfeyan fedakariyeke mezin kir û bi vê taybetmendiya xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak.

Di 6’ê îlonê de li herêma Garê di êrîşeke dijmin de hevrêyê me Hogir şehîd bû. Hevrêyê me Hogir mîrateyeke têkoşînê ya dewlemend û hevrêtiyeke xurt li pey xwe hişt ku ti carî nayê jibîrkirin. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku di têkoşîna xwe de hevrêyê xwe Hogir bi bîr bînin û têkoşîna wî bi ser bixînin.

Şehîd Mazlûm Partîzan

Hevrêyê me Mazlûm li gundê Meydana ya girêdayî navçeya Reco ya Efrînê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû û ji nav tevlîbûn û şehîd hebûn, di temenekî zû de Tevgera me nas kir. Lewma ji biçûkahiya xwe ve li hemberî gerîla bû xwedî sempatiyeke mezin. Di sala 2008’an de ji berxwedana hevrêyên me yên ku li cihekî nêzî gundê wan şehîd bûn, pir bandor bû. Hevrêyê me Mazlûm xwedî malbateke kedkar bû. Ji bo ku di aliyê aborî de alîkariyê bide malbata xwe, demekê di karên cuda de xebitî. Dema ku sala 2010’an mayînên li sînor paqij kir, rejîma BAAS’ê dest bi lêgerîna wî kir. Li ser vê yekê demekê li Bakurê Kurdistanê ma. Di demên destpêkê yên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de car din vegerî Rojava. Hevrêyê me Mazlûm girêdayî cewherê xwe mezin bû. Bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re biryar da ku divê têkoşîna me ya azadiyê hîn bêhtir nas bike û di nav de cih bigire. Ji ber ku temenê wî biçûk bû, ev xwesteka hevrêyê me nehate qebûlkirin. Tevî vê yekê jî lêgerînên xwe domand. Li dijî qirkirina ku çeteyên DAÎŞ’ê dixwest li ser gelan pêk bîne, bêdeng nema û ji bo biryara xwe ya tevlîbûnê israr kir. Ji şehadetên ku di berxwedana destanî ya bi pêşengiya Tevgera me li dijî çeteyên DAÎŞ’ê çêbûyî de, pir bandor bû. Hevrêyê me Mazlûm ji xwe re qebûl nekir ku li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê bêdeng bimîne û di sala 2016’an de di nava refên têkoşînê de cih girt.

Hevrêyê me Mazlûm di sala 2016’an de tevlî nava refên azadiyê bû. Gavên destpêkê yên milîtaniya Apoyî avêt. Bi perwerdeyên destpêkê yên dîtî re ji peywendiyên hevrêtiyê yên di nava Tevgera me de, bandor bû û ji bo ku tevlîbûneke hîn xurttir raber bike ket nava hewldanê. Ji bo jiyankirin û fêmkirina Rêbertiya me lêhêrbûnên kûr pêk anî. Rastiya şehîdan ji hîn nêztir nas kir û dilsoziya xwe ya bi Partiya me re xurt kir. Hevrêyê me Mazlûm li qada Rojava di nava gelek pêngavên şoreşgerî de cih girt û di warê leşkerî de bû xwedî tecrubeyeke diyar. Dema ku dewleta Tirk a dagirker di sala 2018’an de dest bi dagirkirina Efrînê kir, birayê wî yê mezin hevrêyê me Qehreman – Kemal Reşîd şehîd bû. Hevrêyê me bi tevlîbûneke hîn xurttir bersiva vê şehadetê da û ev yek kir sedemê xwe yê tolhildanê. PKK partiya şehîdan e, wî jî ev rastî dizanî û xwe ji bo her wezîfeyê pêşniyar kir û sekneke fedayî di xwe de şênber kir. Şehîdbûna birayê wî ya di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de, êşên bi serê gelê me hatine û êrîşên qirkirinê yên li ser hatine ferzkirin, kir hinceta tolhildanê û weke milîtaneke Apoyî bi cidiyeteke mezin nêzî wezîfeyên Partiyê bû. Li her qada ku lê ye bi dirûstî û dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û şehîdan re, bû milîtanekî mînak. Di sala 2019’an de hevrêyê me Mazlûm di berxwedana li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Girê Spî û Serêkaniyê de cih girt û derbeyên giran li çete û leşkerên Tirk xist. Bi saya kêrhatin û serketina xwe ya di şer de, bû milîtanekî Apoyî yê mînak.
Hevrêyê me her tim pêşniyar dikir ku biçe çiyayên azad û di sala 2019’an de gihişt qadên ku bêriya wan dikir. Di nava demeke kurt de ji jiyana çiyê û gerîla re motîve bû û pêş ket. Weke şervanê heqîqetê her tim bala xwe dida ya hîn baştir û bedew. Ya heyî bes nedît û bû xwediyê meşeke bênavber. Hevrêyê me Mazlûm xwest xwe ji bo taktîkên şer ên gerîla yên dema nû perwerde bike. Bi tevlîbûna xwe li perwerdeyê, sekin û hêrsa xwe ya tolhildanê bû milîtaneke pispor. Di pêvajoya perwerdeyê de parêzname û dahûrandinên Rêbertî xwendin û lêpirsîneke kûr pêk anî. Hevrêyê me ji nû ve xwe afirand. Dizanî ku perwerdeyê partiyê cihê xwe afirandinê ye û her gava xwe bi zanebûn avêt. Hevrêyê me Mazlûm piştre di nava xebatên girîng ên Partiya me de cih girt ku baweriyeke zêde ji van xebatan re dihat xwestin. Bi pratîka xwe nîşan da ku milîtaneke Apoyî divê çawa be. Hevrêyê me Mazlûm li ser meşa azadiyê ya ku ji bo azadiya gelê Kurdistanê têde cih girtî, xwe fedayê şerê heqîqetê kir û meş, jiyan û şerê li ser xeta Rêbertî ji xwe re esas girt. Meraqa wî ya fêrbûnê ew di temenekî ciwan de sewqî lêkolîn û tecrubeyê kir. Tecubeyên mezin bi dest xist û di nava şer û jiyanê de bû xwedî tevlîbûneke mînak. Bi saya fêmkirin û hêza xwe ya çavdêriyê, di temenekî zû de pêşketin bi dest xist. Hevrêyê me Mazlûm bi hevrêyên xwe re jiyana komunal parve kir û bi saya kesayeta xwe ya dilnizm û gihayî rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Bi baweriya xwe ya xurt û xwesteka xwe her tim girêdayî Rêber Apo, Partiya me PKK’ê, hevrêyên me û gelê me ma û di nava lehengên Kurdistanê de cihê xwe girt. Hevrêyê me Mazlûm 6’ê Îlonê tevlî karwanê şehîdan bû û di dîroka azadiyê ya gelê me de cih girt. Weke şopdarên wî em soz didin ku bîranîna hevrêyê xwe Mazlûm li Kurdistana Azad bidin jiyîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar