Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HPG: Hevrêyên me Rêzan û Bawer şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BÎM) ragihand ku gerîlayên bi navê Rêzan û Bawer di 6’ê tebaxê de di êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya nivîskî de ev tişt diyar kir:

“Di 6’ê tebaxa 2023’yan de di êrîşa dewleta tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de hevrêyên me Rêzan û Bawer ên ku zarokên hêja yên gelê me yê Botanê bûn, şehîd bûn. Hevrêyên me Rêzan û Bawer ku her kêliya xwe li ser esasê îdeolojiya Apoyî û dilsoziya bi şehîdan û gel re jiyan kirin, di têkoşîna me ya azadiyê de ku bi bawerî, îddîa û biryardariyeke mezin beşdarî têkoşînê bûn û ev hevrêyên me bûne milîtanên Apoyî yên mînak. Hevrêyên me Rêzan û Bawer di dîroka me ya têkoşînê de weke lehengên mînak cihê xwe girtin û divê hemû ciwanên Kurdistanê bi tevlîbûn û helwesta xwe ya têkoşînê wan ji xwe re wekî mînak bibînin.

Em soz didin ku em ê bîranînên zarokên hêja, dilpak û leheng ên gelê Kurd, ên heval Rêzan û Bawer her dem zindî bihêlin, em ê tola hevalên xwe bistînin û em ê teqez armancên wan bi ser bixînin.

Malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd di serî de em ji hemû gelê Botanê yê welatparêz re û ji gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Rêzan Botan

Nav û paşnav: Rêzan Gungen

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dê û bav: Zelîha – Beşîr

Dîrok û cihê şehadetê: 6’ê Tebaxa 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

  Nasnav: Bawer Botan

Nav û paşnav: Bekîr Kina

Cihê jidayikbûnê: Stenbol

Navê dê û bav: Suphan – Haci

Dîrok û cihê şehadetê: 6’ê Tebaxa 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar