Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

HPG: Hevrêyên me Rûken û Avînar bûn parêzvanên jiyana Partiyê

HPG ragihand ku milîtanên leheng ên têkoşîna azadiyê Rûken û Avînar di 6’ê nîsana 2018’an de li herêma Xakurkê şehîd bûn û wiha got: “Hevrêyên me Rûken û Avînar ji xeynî jiyana şoreşgerî jiyaneke din qebûl nekirin û bi tevlîbûna xwe ya fedayî bûn parêzvanên jiyana Partiyê.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî nasnameyên 2 şehîdên li Xakurkê şehîd bûn daxuyanî da. HPG’ê diyar kir ku soz didin ku têkoşîna hevreyên xwe Rûken û Avînar mînak bigirin û bîranînên wan zindî bikin. HPG’ê dauyand ku bi van hestan em sersaxiyê bi taybetî ji malbata wan a hêja û hemû gelê xwe yê welatparêzê Kurdistanê re dixwazin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Milîtanên leheng ên têkoşîna me ya azadiyê hevrêyên me Rûken û Avînar di 6’ê Nîsana 2018’an de li herêma Xakurkê di encama êrîşa artêşa tirk a dagirker de şehîd bûn. Zarokên hêja yên gelê Kurdistanê hevreyên me Rûken û Avînar ku tevlî karwanên şehîdan bûn, bi berxwedana xwe ya bêmînak mîrateyeke têkoşîne ku nayê jibîrkirin hiştin.

Hevreyên me Rûken û Avînar ên ji bo azadiya gelên bindest û gelê me tevlî refên gerîla bûn, bi îdeolojiya Apoyî di xwe de guhertinên muezem afirandin û bi gavên piştrast ber bi serkeftinê ve çûn. Hevreyên me ku hêrsa wan a dîrokî li dijî polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê ku sed sal in li Kurdistanê didome hebû, ji xeynî jiyana şoreşgerî jiyaneke din qebûl nekirin û xwe fedayî gelê me kirin. Hevreyên me Rûken û Avînar ku di demeke ku êrîşên dijmin zêde bûn de li Herêmên Parastinê yên Medyayê erkên girîng girtin ser xwe û derbên giran li dijmin dan, ji bo ala têkoşînê ya hevreyên xwe yên şehîd bi serkeftinê re tacîdar bikin bêyî dudilî şer kirin û tevlî karwanên nemiran bûn. Hevreyên me Rûken û Avînar ku bûn milîtanên Apoyî yên şert û mercên zehmet, bi hevrêtiya xwe ya saxlem û tevlîbûna xwe ya fedayî bûn parêzvanên jiyana Partiyê.

Em peyrewên wan soz didin ku têkoşîna hevreyên xwe Rûken û Avînar mînak bigirin û bîranînên wan zindî bikin, bi van hestan em sersaxiyê bi taybetî ji malbata wan a hêja û hemû gelê xwe yê welatparêzê Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Avînar Merîvan

Nav paşnav: Rozan Vîldan Kizmaz

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Zozan- Cuma

Dem û cihê şehadetê: 6’ê Nîsana 2018/ Xakurkê

 

Nasnav: Rûken Spêrtî

Nav paşnav: Fatma Koyuncu

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Xezal- Mahmût

Dem û cihê şehadetê: 6’ê Nîsana 2018/ Xakurkê

 

Şehîda Avînar Merîvan

Hevrêya me Avînar li bajarê Amedê ku bi berxwedan û serhildêriya xwe tê naskirin û çanda kurd bi kûr lê dijî, ji dayik bû. Ji ber ku malbat û derdora wê welatparêz bû, weke jineke kurd a têgihiştî mezin bû. Hevrêya me ku bi çîrokên gerîlatî û berxwedana lehengane ya xalê dayika xwe hevrêyê me Şehîd Zemanî-Mustafa Gezgor mezin bû, di temenekî biçûk de sempatiya wê ji Tevgera me re çêbû. Di dibîstanê de rûyê rast a pergalê baştir dît û nakokiyan jiya. Hevrêya me ku nakokiyên ku her ciwanê kurd dijî jiya û ket nava lêgerînan, haya wê ji polîtîkayên bêeslkirin û asîmîlasyonê ku pergal li ser ciwanên kurd ferz dike çêbû û di nava xebatên ciwanan de cih girt. Hevrêya me ku hinek jî be bersiva lêgerînên xwe dît, li Amedê ku zanîngehê lê xwend, bi awayekî çalak di nava xebatên ciwanan de cih girt. Hevrêya me Avînar bi taybet dema birayê wê hevrêyê me Mervan Amed- Mehmet Zuhat Kizmaz di sala 2009’an de tevlî refên gerîla bû, gelek bandor bû û zêdetir eleqe bi gerîla anî. Di xebatên ciwanan de firsend dît ku rastiya Rêbertiyê û Tevgera me ji nêz ve nas bike. Hevrêya me ji ber xebatên xwe yên di salên zanîngehê de rûbirûyê zextên dijmin hat û gelek caran hat binçavkirin. Hevrêya me Avînar ku rastiya dijmin zû nas kir, lêgerînên xwe kûrtir kir. Hevrêya me bi zanebûna ku bersiva herî mezin a li dijî neheqî û polîtîkayên înkarê yên dewleta tirk a dagirker ên li Kurdistanê bi tevlîbûna nava refên gerîla dikare were dayîn, biryara tevlîbûnê da. Di demek ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava geş bû de tevlî refên azadiyê bû.

Hevrêya me Avînar ku di sala 2012’an de ji Amedê tevlî refên gerîla bû, perwerdeya şervanên nû li herêma Metîna dît. Di perwerdeya şervanên nû de ji têkiliyên hevrêtiyê yên di Partiya me de gelek bandor bû. Hevrêya me ku dema gava xwe ya yekem avêt jiyana gerîla ku ji çîrokên lehengiyê guhdar dikir, şanaziya gerîlabûyînê jiya. Di perwedeyan de bi daxwaza fêrbûnê û tevlîbûna xwe ya bi moral di demek kin de pêşketin nîşan da. Zanebûna xwe ya îdeolojîk di pêvajoya perwerdeyê de bi hevrêyên xwe re jî parve kir û ji bo ew jî fêrî jiyana çiya bibe ked da. Hevrêya me Avînar ku bi kesayeta xwe ya kedar û fedayî di demeke kin de di gelek xebatan de zana bû, bi vê taybetmendiya xwe re rêzgirtina hemû hevrêyên xwe qezenç kir. Hevrêya me ku ji perwerdeya şervanên nû bi awayekî serketî temam kir, li qada Garê tevlî xebatên Partiyê bû. Hevrêya me ku dixwest derbên giran li dijmin bixe, tevî ku gerîlaya nû bû jî pêşniyarên çalakiyê kir. Hevrêya me Avînar di sala 2012’an de ji bo ku di aliyê leşkerî de zana bibe, di branşa çekên giran de perwerde dît û weke gerîlayekî pispor perwerdeya xwe bi serkeftî temam kir. Hevrêya me ku xwe di aliyê îdeolojîk û leşkerî de amade hîs kir, xwe ji bo qadên şer lê giran e pêşniyar kir. Ji bo ku bibe layiqî bîranîna birayê xwe, hevrêyê me Mervan Amed ê di sala 2012’an de di çalakiyên çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de cih girt û di sala 2013’an de li Geliyê Tiyarê şehîd bû, bi israr xwe ji bo qadên şer lê giran e pêşniyar kir. Hevrêya me Avînar ji bo ku tevlî berxwedana li dijî dewleta tirk a dagirker bibe, xwe di hunera şerê gerîla de zana kir û di sala 2013’an de derbasî herêma Xakurkê bû. Nirxandinên azadiya jinê û artêşbûna jinê ya Rêbertiya me xwend û di felsefeya Rêber Apo de kûr bû. Weke Gerîlaya Modernîteya Demokratîk hem tim xwe hem di aliyê îdeolojîk û hem jî di aliyê leşkerî de pêş xist.

Bi vê taybetmendiya xwe re hem ji bo hevrêyên xwe bû mînak û hem jî wan ji bo perwerdehiyê teşwîq kir. Ji bo taktîka şerê gerîla ya serdema nû pêk bîne û pêşengiyê bike berpirsyarî girt ser xwe. Hevrêya me Avînar ku xwest tola hevrêyên xwe yên şehîd hilîne û ji bendewariyên pêvajoyê re bibe bersiv, li herêma Xakurkê di gelek çalakiyên serkeftî de cih girt. Hevrêya me ku nasnameya xwe ya YJA Star bi layiqî hilgirt, di şert û mercên herî zehmet de bi helwesta xwe ya birêgez û hevrêtiya xwe ya sade bû milîtanekî Apoyî ya mînak. Hevrêya me Avînar li herêma Xakurkê ku 6 sal gerîlatiyê lê kir, hema hema tu çiya û patîka nehîşt ku gav ne avêtibe. Hevrêya me Avînar ku bi tevlîbûna xwe ya bi coş di hevrêyên xwe de ezîm û biryardariya têkoşînê afirand û ruh da wan, bi vê taybetmendiya xwe re di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Bi helwesta xwe ya zelal a di xeta azadiyê de, bi girêdana xwe ya bêdawî ya ji bo Rêber Apo û nirxên me yên azadiyê û bi hevrêtiya xwe ya xurt di hemû hevrêyên xwe de şopên nayên jibîrkirin hişt.

Hevrêya me Avînar Merîvan ku dema li herêma Xakurkê bû berpirsyariyên girîng girt ser xwe û li hemû qadên ku lê bû hezkirina hevrêyên xwe girt,  bi hevrêtiya xwe ya dirust û ji dil weke milîtana YJA Starê di têkoşîna me ya azadiyê de ciheke nayê jibîrkirin girt. Em soza xwe dubare dikin ku em ê ala têkoşînê ya hevrêya me Avînar ku di 6’ê Nîsana 2018’an de li herêma Xakurkê di êrîşa dijmin de şehîd bû, bi serkeftinê li ba bikin.

Şehîd Rûken Spêrtî

Hevrêya me Rûken li Silopyayê ku bajarê qedîm ê Botanê ye, di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêya me ku di nava malbateke dilsozê nirxên xwe yên neteweyî û çanda kurd de ji dayik bû, li gorî cewhera xwe mezin bû. Ji ber ku di malbata wê û ji êşîra Spêrtî de tevlîbûn ji bo tevgera me ya azadiyê hebû, di temenekî biçûk de Tevgera me nas kir. Hevrêya me di temenekî biçûk de gerîlayan dît, xeyranên wan bû û xeyala gerîlabûyînê kir. Zilma ku artêşa tirk a dagirker li Botanê li gelê me kir, şewitandina gundan û şehîdkirina gelek kesên me bi awayekî kujer diyar, hêrsa hevrêya me Rûken a li hemberî dijmin mezintir kir. Hevrêya me ku ji çalakiyên gerîlayan ên li dijî dewleta tirk a qirker morleke mezin girt, di temenek zû de di xebatên siyasî de cih girt. Bi kesayeta xwe ya jîr û dilgerm ji aliyê derdora xwe ve hat hezkirin û guhdarkirin. Hevrêya me Rûken ji bo tola hevrêyên xwe şehîd hilîne û ji êrîşên îmhayê yên li ser gelê me tê ferzkirin re bibe bersiv, lêhûrbûnên xwe kûrtir kir. Ji ber xwe li hemberî lehengiyên di pêngavên tevgera me daye destpêkirin de deyndar dît, biryar da ku tevlî refên gerîla bibe. Li ser vê bingehê di sala 2012’an de ji herêma Cûdî tevlî refên gerîla bû. Hevrêya me ku perwedeya xwe ya ewil li herêma Cûdî dît, di demek kin de fêrî jiyana gerîla bû û teqdîra hevrêyên xwe girt. Li gel ku şervana nû bû xwest xwe di aliyê leşkerî û îdeolojîk de pêş bixe û ket nava lêgerîna ku derb li dijmin bixe û bi vê helwesta xwe re bû mînak. Hevrêya me ku piştî perwerdeya şervanên nû derbasî herêma Herekolê bû, tecrubeyên xwe yên ewil li vir qezenç kir. Hevrêya me li ser banga Rêbertiya me di sala 2013’an de di nava komên Meşa Çareseriya Demokratîk de cih girt û derbasî herêma Heftanînê bû. Hevrêya me ku li herêma Heftanînê li dibîstana operasyonê perwerde dît û zanebûna di branşên leşkerî de kir hedef. Di perwerdeyan de bi xwendina perspektîf û nirxandinên Rêbertiya me  û bi lêhûrbûna di Îdeolojiya Rizgariya Jinê de di xwe de guhertinên girîng afirand.

Weke milîtanekî YJA Starê ku ji her erkê re amade ye, di sala 2014’an de li dijî êrîşên çeteyan ji bo li kêleka gelê me şer bike, derbasî qada Rojava bû. Li Rojava bû yek ji bi hezaran hevrêyên me ku xwe li hemberî komkujiuyên hat xwestin bi destê çeteyên DAIŞ’ê bên kirin, kir mertal. Li qada Rojava ku bi ruhê seferberiyê çû, di geleke pêngavan de cih girt. Di sala 2014’an de li Cezaayê di şerê bi çeteyan de ji serê xwe birîndar bû. Piştî ku di demeke kin de tedawiya xwe temam kir, vegerî qadên şer lê giran e. Di berxwedana Kobanê de cih girt ku bi sedan hevrêyên me bi dayîna berdelên giran li dijî çeteyan pêşxistin û bû mijara destan û fîlman. Di sala 2015’an de di pêngava paqijkirina Kobanê ji çeteyên DAÎŞ’ê de vê carê ji destê xwe birîndar bû. Ji xwe re tu hincetan qebûl nekir û her tim di refên pêş de cih girt. Hevrêya me Rûken ku 2 sal li qada Rojava tevlî gelek pêngava bû û bû xwedî pratîkekî serkeftî, ji bo bibe bersiva êrîşên dewleta tirk ên li ser gelê me yê li bakurê Kurdistanê, berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Di pêvajoya Berxwedan Xwerêveberiyê de bi awayekî çalak tevlî xebatan bû. Di sala 2016’an de di xebatên YPS’ê yên Silopyayê de cih girt. Hevrêya me ku piştre dîsa berê xwe da çiyayên Kurdistanê, ji bo kêmasiyên di pratîkê de analîz bike û di aliyê îdeolojîk de xwe xurtir bike derbasî Akademiya Jinê ya Azad a Şegîd Bêrîtan bû. Perwerdeyan weke cihê xwe lêpirsîn û xurtkirinê dît. Di tevahiya pêvajoya perwerdeyê de weke milîtana YJA Starê lêpirsîna pratîka xwe ya berê kir û encamên girîng bi dest xist. Bi felsefeya Rêbertiya me xwe baştir nas kir û ji bo xwe bigihîne kesyeta jina azad bû xwedî ked û hewldaneke mezin. Hevrêya me Rûken ku gerîlayeka hêja ya YJA Starê û milîtana Apoyî ye, piştî perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam kir, xwe ji bo qadên şer lê giran e pêşniyar kir.

Hevrêya me Rûken ku li ser vê bingehê derbasî herêma Xakurkê bû û di demeke kin de fêrî wê derê bû, cihê xwe di xebatên pratîkî de girt. Hevrêya me Rûken li qadekî ku êrîşên dijmin lê giran bûn, erkên xwe yên şoreşgerî bi cih anî, bi coşeke mezin di her aliyê şer de cihê xwe girt. Hevrêya me ku bi awayekî çalak di çalakiyên li dijî êrîşên dijmin hat pêşxistin de cih girt, bi tevlîbûna xwe ya wêrek û çavnetirs ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêya me Rûken ku di jiyanê de bi helwesta xwe ya dilnizm û bi îdîaya xwe ya nûnertiya nasnameya jina azad bû milîtaneke mînak a PKK-PJAK’ê, 6’ê nîsana 2018’an de tevlî karwanên şehîdan bû. Em di salvegera şehadeta hevrêya xwe Rûken de hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û careke din soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bilindtir bikin û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar