Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...
Pazartesi - 16 Eylül 2024

Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

HPG: Hevrêyên me Xebat,Zamanî, Serhed û Yilmaz bi fedaî şer kir

HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên li herêma Kêla Mamê ya Botanê şehîd bûn aşkere kir û wiha got: “Hevrêyên me Xebat,Zamanî, Serhed û Yilmaz bi lehengî şer kirin, fîşeka xwe ya dawî ji xwe re hiştin û ji bo bi saxî nekevin destê dijmin bi fedaîtî şehîd bûn."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê nasnameya 4 şehîdên Botanê de daxuyanî da. HPG’ê daxuyand ku her çar grîla bi fedaî şer kirin û tevlî kerwanên şehîdên nemir bûn. Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Milîtanên fedayî yên Apoyî hevreyên me Xebat Cûdî û Zamanî Amanos 17’ê tebaxa 2024’an li herêma Kêla Memê ya Botanê di encama êrîşa hewayî de şehîd bûn. Ev qad piştî şehadeta hevrêyên me Xebat û Zamanî bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê bi dijwarî hate bombebaran kirin û operasyon lê hate destpêkirin. Roja 18’ê Tebaxa 2024’an di navbera fermandarê me yê fedayî Serhed Jêhat, milîtanê fedayî Yilmaz Dêrsim ku ji bo derbe li operasyona dijmin bidin ketin tevgerê û dagirkeran de şer çêbû. Şerê dijwar a di navbera hevrêyên me û dagirkeran de bi saetan dewam kir. Artêşa tirk a dagirker ku fêm kir nikare bi milîtanên fedayî yên Apoyî re şer bike, bi balafirên şer qada hevreyên me lê bombebaran kir. Hevrêyên me ku tevî van jî bi qehremanî şer kir, guleyên xwe yên dawî ji bo xwe veşartin û ji bo ku bi saxî nekevin destê dijmin bi fedayiyane şehîd bûn.

Fermandarê fedayî yê Apoyî hevrê Serhed Jêhat û milîtanên fedayî yên Apoyî hevrêyên me Yilmaz, Xebat û Zamanî şoreşgerên fedayî ne ku erkên dijwar ên Şerê Gelê Şoreşgerî û serdema em tê de ji kûr ve hîs kirin. Ew milîtanên ku ji bo parastina hebûna gelê me û misogerkirina azadiya gelê me tevlî refên azadiyê bûn, li dijî her curê bêderfetî û astengiyên zehmet bi jêhatîbûnek mezin li ber xwe dan. Hevrêyên wêrek, esîl û egîd in ku li hemû qadên ku lê xebitîn bi ferexetek bilind kedeke mezin dan, her curê berpirsyariyên xeternak li xwe girtin û dil û mejiyên xwe ji bo serkeftina têkoşîna me kilîd kirin. Ev hevrêyên me ku her yek jî ji hev hêjatir in, milîtanên ku li ser xeta fedayîtî kûr bûne, xwe pispor kirine û xwe bi ruhê fedayî yê Apoyî xurt kirine. Ev lehengên me yên mezin ku bi her kêliya têkoşîna xwe tirsê xistine dilê dijminê qirker, bi şehadetên xwe re jî bûn kabûsê dijmin û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin ku wê neyê jêbirin.

Çar hevrêyên me ku zarokên herî hêja û fedayî yên gelê me ne, destaneke nû ya çaran nivîsandin û şehîd bûn. Em soz didin ku em ê li ser rêya hevrêyên xwe, helwesta wan û milîtaniya wan a fedayî ya bêdudilî mînak bigirin û heta ku tola wan hilînin û armancên wan pêk bînin, bêyî navber têbikoşin û bîranînên wan her tim zindî bikin.

Bi van hestan em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevreyên me yên şehîd û gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnemeya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Serhed Jêhat
Nav paşnav: Veysel Sevînç
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik û Bav: Melek – Abdulgafur
Dem û cihê şehadetê: 18’ê Tebaxa 2024’an/Botan
Nasnav: Yilmaz Dersim
Nav û paşnav: Bariş Kartal
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik û Bav: Fatma – Abdullah
Dem û cihê şehadetê: 18’ê Tebaxa 2024’an/Botan
Nasnav: Xebat Cûdî
Nav û paşnav: Reşît Çevîk
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik û Bav: Saadet-Muslum
Dem û cihê şehadetê: 17’ê Tebaxa 2024’an/Botan
Nasnav: Zamanî Amanos
Nav paşnav: Serhat Guzel
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik û Bav: Mulkiye-Omer
Dem û cihê şehadetê: 17’ê Tebaxa 2024’an/Botan

 

Şehîd Serhed Jêhat

Gelê me yê Serhedê ku malovanî ji berxwedanên herî bi bandor û demdirêj ên li dijî dewleta tirk a dagirker ê li ser îmha û înkara gelê me avabûye, kir tu car li dijî êrîşên hov û komkujiyên dijmin teslîm nebû û bi rê û rêbazên curbecur têkoşîna xwe ya hebûn û azadiyê heta roja me ya îro anî. Bi taybetî di gera ewil a Rêber Apo ya Kurdistanê de, gelê me yê Serhedê ligel ku li ser navê têkoşîna azadiyê hîna geşedanek şênber li holê nebû jî bi baweriyeke nayê şikandin bawerî bi Rêber Apo anîn. Gelê me yê Serhedê ku têgihişt cudahiya têkoşîna bi pêşangiya Rêber Apo ji serhildanên din, tevgera vegera li cewherê ye, axa mirî li ser xwe avêti û ji destpêkê ve cihê xwe di têkoşîna azadiyê de girt.

Hevrêyê me Serhed li navçeya Panosê ya Agiriyê di nava civakeke ku rastiya gelê berxwedêr lê tê jiyîn de li nava malbateke xwedî nirxên civakî, welatparêzî û exlaqî ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî şîretên baş, rast û bedew dan, ji zarokatiya xwe ve her tim bû lêgervanê jiyana rast. Li ser bingeha van rêgezan ku di temenekî biçûk de li xwe girt, hewl da şêwe bide hemû jiyana xwe. Hevrêyê me Serhed ku heta neçû dibîstanên mêtîngeriyê di hawirdora gund de jiyaneke dilsozê çand û nirxên Kurd domand, dema ku çû dibîstanên mêtîngeriyê ku weke cihên qirkirina spî bi nav dike, nakokiya xwe ya ewil jiya. Di van dibîstanan de ku ziman û çandeke biyanî lê dihat ferz kirin, ewil têgihişt ku êrîşî kurdbûna wî tê kirin û tê xwestin ziman, çand û bîra ku wî afirandiye, bê tunekirin.Pê hesiya ku li şûna vê îdeolojiya Tirkbûnê, ziman û çanda wî tê ferzkirin ku weke hemdemî û pêşverûtiyê tê nîşan kirin, lê di cewhera xwe de tê wateya ji xwe ango ji mirovahiyê dûr ketin. Li metropolên Tirkiyeyê ku ji bo tevkarî li dabara malbata xwe bike çûbû, feraseta civakî ku dijmin derbarê Kurdan de afirandiye, baştir fêm kir. Ji ber nêzîkatiyên cihêkar û dijminane yên li hemberî wan, di vê pêvajoyê de rastiya dijmin zêdetir fêm kir. Li aliyê din têkoşîna me ya azadiyê ku hema hema belavî tevahiya Bakurê Kurdistanê û metrepolên Tirkiyeyê bibû, bandora xwe li her kêliya jiyanê dida der. Bi taybet ji ber ku di vê pêvajoyê de hin ji malbat û xizmên wî yên nêz eleqe bi têkoşîna azadiya gelê me dianîn û di astek diyar de ronakbûn, ev yek bandor li hevrêyê me Serhed kir. Hevrêyê me ku ji nêzîkatî û nîqaşên welatparêzan ên li hawirdorên cuda bandor bû, ji wê pêvajoyê ve di kesayeta xwe de pêngava vegera cewhera xwe da destpêkirin. Hevrêyê me ku piştre li ser bingeha dahûrandinên Rêber Apo dest bi perwerdekirina xwe kir, cara ewil êşa rastiya mêtîngeriyê ya welatê me Kurdistan wê demê jiya. Hevrêyê me ku pir bi hêrs bû ku welatek wî ku lê bi mirovî bijî tune ye, ev yek kir sedema têkoşîna xwe. Hevrêyê me ku bi taybet hêrsa wî ya li hemberî dijmin bi Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêbertiya me zêdetir bû, piştî vê pêvajoyê lêgerînên xwe yên azadiyê zêdetir kir. Hevrêyê me piştî ku bihist di nava xizmên wî yên nêz de tevlîbûna li refên gerîla hene, lêgerînên xwe yên têkoşînê zêdetir di vî milê de meşand. Hevrêyê me di vê pêvajoyê de bi xizmê xwe yê nêz hevrêyê me Şehîd Jêhat Agirî-Erhan Serhat re zêdetir ket têkiliyê û bi nîqaşên hevrê Jêhat re xeta xwe ya têkoşînê zêdetir diyar kir. Hevrêyê me ku weke ciwanekî kurd ê bi rûmet fêm kir qada herî rast a têkoşînê tevlîbûna li refên gerîla ye, bi hevrêyên me Şehîd Jêhat û birayê wî Şehîd Serxwebûn Jêhat- Sînan Serhat re biryar da ku tevlî refên gerîla bibin. Hevrêyê me ku ji ber hin astengiyan nekarî bi van hevrêyên me re tevlî bibe, li ser soza xwe ma û 15’ê Tebaxa 2005’an ku ji bo gelê me cejna vejînê ye, bi kelecan, coş û biryardariya weke roja ewil berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

Hevrêyê me Serhed ku tevlîbûna li nava refên gerîla weke zayina xwe ya duyem bi nav kir, bi zanebûna pêwîstiyên vê zayinê ku bi îrade û daxwaza xwe pêk anî, ji roja ewil ve bû xwediyê tevlîbûneke çalak. Di heman demê de vê pêvajoyê ku weke destpêka vegera li cewhera xwe dît, weke redkirina jiyan û îdeloliya kapîtalîst û qebûlkirina jiyana azad û îdeolojiya Rêbertî bi nav kir. Hevrêyê me ku têkoşîna xwe li ser vê bingehê bi biryardarî meşand, di her kêliya jiyana xwe de hewl da erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Bi taybet ji bo ku soza dayî Rêber Apo û hevrêyên xwe yên şehîd bi cih bîne, xwe bi temamî fedayî têkoşînê kir. Li ser vê bingehê li herêma Xakurkê ku perwerdeya şervanên nû lê girt, 2 sal têkoşiya û bû gerîlayekî jêhatî. Hevrêyê me ku piştre derbasî herêma Şehîdan bû û têkoşîna xwe domand, bi tecrubeya xwe ya rêxistinî, leşkerî û îdeolojîk bû namzetê fermandarê ku pêşerojê wad dike. Hevrêyê me ku piştî pratîka xwe ya serkeftî ya 2 salan a li herêma Şehîdan, xwest bi awayekî çalak tevlî Şerê Gelê Şoreşgerî yê di 1’ê Hezîrana 2010’an de hat destpêkirin bibe, ji bo ku di aliyê îdeolojîk, leşkerî û siyasî ya vê milî de pêş bikeve tevlî perwerdeya Dibîstana Navendî ya Partiyê bû. Hevrêyê me bi lêhûrbûna kûr û biryardariya ku li vir bi dest xist berê xwe da Botanê û di salên 2011 – 2012’an de ku li dijî dewleta Tirk a qirker şerekî dijwar hat dayîn, tevlîbûneke çalak raber kir.

Hevrêyê me ku di vê pêvajoyê de tevlî gelek çalakiyan bû û hêrsa xwe ya li hember dijmin bi awayekî herî bi wate raber kir, bi fedakariya xwe ji bo hemû hevrêyên xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Serhed li gelek herêmên Botanê berpirsiyarî girt ser xwe û fermandarî kir. Di heman demê de biryardarî û tevlîbûna xwe bir asta herî bilind û ji bo ku li pey şopa Zîlanan bimeşe, gelek caran pêşniyar kir ku çalakiya fedayî bike. Hevrêyê me Serhed ê di êrîşa dijmin a sala 2016’an de cih girt, piştî ku demek li Herêmên Parastinê yên Medyayê tedawî bû, piştre dîsa vegeriya Botanê ku qehremaniyên mezin lê tên jiyîn û qîbleya têkoşîna me ye. Heta sala 2019’an li qada Botanê gerîlatiyê kir û erkên xwe yên milîtaniyê bi awayekî serkeftî bi cih anî. Hevrêyê me Serhed ku li vir derfet dît bi gelek fermandarên me yên hêja bi taybet Şehîd Egîd Civyan, Şehîd Delal Amed û Şehîd Leyla Sorxwîn re têbikoşe, gelek tecrubeyên pir hêja ji van fermandarên me yên pêşeng girt û hevrêtiya wan a jidil parve kir. Hevrêyê me Serhed ku di sala 2019’an de careke din berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê, piştî ku demeke li vir perwerde dît û pêvajoya lêhûrbûnê jiya, li ser bingeha tecrubeyên xwe yên pratîkî derbasî herêma Xakurkê bû û weke Endamê Fermandariya Eyaleta Xakurkê erk girt.Hevrêyê me ê piştî 15 salan lê vê carê weke fermandar vegeriya herêma Xakurkê ku li vê derê dest bi gerîlatiyê kir, bi heyecan û coşa roja ewil tevlî xebatan bû. Bi zanebûna ku zindîkirina bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd ku li Xakurkê bi hev re têkoşiya, bi xwe gihandina tempo û xeta têkoşînê ya layiqê wan pêkan dibe, ji bo bidestxistina serkeftinên girîng bû xwedî rol.

Hevrê Serhed di zanebûna erka ya wekî milîtanekî Apoyî li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo ku roj bi roj kûrtir dibû cih bîne, debû. Ji bo rexnedayîna hevrêtiya kêm a li hemberî Rêbertiyê bide xwest li Bakurê Kurdistanê ya ku fedakariyeke mezin û îradeyek pola dixwaze têbikoşe. Dizanîbû encax bi vî rengî dikare soza xwe ya girêdana bi Rêbertiya me û şehîdan re pêk bîne. Hevrêyê me yê ku di nirxandineke xwe de diyar kir ku ew naxwaze 15’ê Sibateke din bi dîlgirtina Rêberê me re pêşwazî bike û anî ziman ku di heman demê de ev pêvajo pêvajoya ku herî zêde xwe nêzî Rêber Apo hîs kiriye. Hevrêyê me Serhed destnîşan kir ku xisleta têkoşîna serdemê ji hêla pêşengên fedaî yên Apoyî şehîd Bager, şehîd Avzem, şehîd Sara, şehîd Rûken, şehîd Rojhat û şehîd Erdal ve hatiye diyarkirin û ji bo ala têkoşîna van pêşengên fedaî li Bakur li ba bibe lêhûrbûnek kûr jiya û berê xwe da Bakur. Li ser vê bingehê hevrêyê me Serhed ji bo di êrîşa dijmin a 18’ê Tebaxa 2024’an a li Bakur birîndarî nekeve destê dijmin bi fedaî bi ser şehadetê ve meşiya û bi qasî têkoşîna xwe bi şehadeta xwe weke gerîlayekî fedaî yê leheng navê xwe li dîrokê nivîsand. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyê xwe Serhed Jêhat ê ku bû tîmsalî wateya kûr a li gotinê hatiye barkirin, durustî, dilpakî, girêdana bi nirxên azadiyê, fedekarî û fedaîtiya wî bi heman biryardarî û astê bidomînin.

Şehîd Yilmaz Dêrsim

Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya ku Rêberê me ji tunebûnê afirand û li dijî înkar, îmha û qirkirina çandî ya li ser gelê Kurd ku yek ji gelên herî qedîm ê Rojhilata Navîn ê xwedî dîrokeke destanî ye, bûye hêviya gelê me û hemû gelên bindest. Helwesta gelê me yê welatparêz tevî hemû êrîşên dewleta Tirk, îro bi bedelên mezin gihîştiye asta herî jor, her tim di serkeftina têkoşîna me de diyarker e. Hevrêyê me Yilmaz li navçeya Silopiya ya Şirnexê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku hem ji eşîra Sipêrtî ye û hem jî ji derdora wî ya nêzîk gelek kes beşdar bûn, hişt ku hevrêyê me di temenekî biçûk de Partiya me nas bike. Hevrêyê me yê ku bi çand û exlaqê welatparêziyê mezin bû, weke kesayeteke polîtîk bi kurdbûna xwe haydar bû û girêdayî nirxên xwe bû. Şahidiya şerê li Kurdistanê qewimî kir û li erdnîgariya ku lê dijî zilma dijmin dît. Hevrêyê me yê ku di pergala perwerdehiya dewleta Tirk a ku navenda asîmîlasyonê ye û li ser esasê ji bilî Tirkî tunekirina hemû zimanên din hatiye avakirin, ji bo demeke kurt çû dibistanê û di dibistana seretayî de rastiya dijmin fêm kir. Ji ber ku nekarî zimanê xwe yê zikmakî biaxive vê yekê veguherand hêrsa li dijî sîstemê. Bi terikandina dibistanên mêtinger helwestek tûj nîşan da. Ji ber ku dizanibû jiyaneke bê ziman jiyaneke bê rûmet e, di her aliyê jiyanê de nêzîkatiyeke hestiyar ji zimanê dayikê re nîşan da. Hevrêyê me yê ku êşkence û zilma dijmin li ser gelê me yê Botanê dihat kirin dît, ji ber tevlîbûna derdora wî ya nava tevgera me bandoreke mezin li ser wî kir. Weke ciwanekî Kurd û bi rûmet hem rastiya sîstemê fêhm kir û hem jî bi saya şehîdên Şerê Gel ê Şoreşgerî ya ku Tevgera me da destpêkirin kete nava lêgerîn û lêpirsîneke kûr. Hevrêyê me yê ku heyranê gerîlayê ku di şer û pevçûnên bi dewleta Tirk re destanên lehengiyê nivîsandibû, beşdarî merasîma cenazeyên gerîlayên tevlî karwanê şehîdan bûn, bû û soz da ku wê tola şehîdan ji dijmin hilîne. Bi zanebûna encax bi tevlîbûna nava refên têkoşînê dikare bersiva şehîdan bide, tevgeriya.

Hevrêyê me Yilmaz di sala 2013’an de berê xwe da çiyayên azad ên ku cihên pîroz ên gerîla ne û li herêma Botanê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me piştî demeke kin li herêma Botanê ma, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û beşdarî perwerdeya şervanên nû bû. Hevrêyê me Yilmaz ê ku ne xerîbê jiyana gerîla bû, şert û mercên dijwar ên çiyê dizanibû, di adaptekirina jiyanê de tu pirsgirêk nejiya. Hevrê Yilmaz ji hevaltiya gerîlayan bi bandor bû, bi baweriyeke mezin beşdarî perwerdeyê bû. Ji ber bi moral tevlî perwedeya bingehîn a gerîla bû di demeke kin de bi pêş ket. Di perwerdeyê de bi xwendina materyalên Partiyê di aliyê îdeolojîk de xwe kûrtir kir. Hevrêyê me Yilmaz pêvajoya perwerdeyê bi awayekî serketî bi dawî kir, bû gerîlayekî jêhatî û di qadên pratîk de ezmûnek bi dest xist. Di gelek mijaran de bi moral û tevlîbûna xwe ya bi coş a di xebatên pratîk de alîkariya hevrêyên xwe kir. Bi disîplîneke mezin nêzî her karê Partiya me dibû û pêk dianî. Hevrêyê me yê ku bi girêdaneke kûr girêdayî şehîdan bû, aramanca wî ew bû ku layiqî şehîdan bibe û di mezinkirina têkoşînê û bûyîna fedaî de bi awayek çalak xebitî.Hevrê Yilmaz ku di perwerdeyeke xurt de derbas bû, weke gerîlayekî pispor ê xwedî îdeolojîk ji bo her wezîfeyê amade bû. Bi pisporbûna di gelek şaxên cuda de, armanc kir ku bibe diyarkerê pêvajoya dîrokî û destanî. Tecrîda giran a li ser Rêbertiya me û bikaranîna her cure çekên qedexekirî û gazên kîmyewî yên artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bû sedem ku hevrêyê me têkeve nava hewleke ku derbeyeke mezin li dijmin bide. Hevrêyê me Yilmaz ê ku berpirsyariyên dîrokî yên pêvajoyê dizanibû û di xeta fedaî de kêliyekê jî tawîz neda û soz da ku ew ê li ser xeta fedaî û şopa fedaiyan bibe milîtanekî Apoyî.

Hevrêyê me Yilmaz ji bo di şert û mercên herî dijwar de şoreşgeriyê bike bi israr xwe pêşniyarî Bakurê Kurdistanê kir. Hevrêyê me yê ku bi erka dîrokî ya ku dabû ser milê xwe dizanîbû û her kêliya xwe bi lêgerîna derbeyek mezin li dijmin bixe derbas kir. Di 18’ê Tebaxa 2024’an li herêma Kêla Memê di şerê bi dijmin re ji bo bi saxî nekeve destê dijmin heta guleya dawî şer kir û guleya dawî ji xwe re hişt û şehîd bû. Hevrêyê me Yilmaz di dîroka me ya têkoşînê de weke mînakeke berbiçav a ku milîtaniya fedaî ya Apoyî tu carî teslîm nabe û weke abîdeya berxwedanê cih girt. Em soza xwe dubare dikin ku em ê mîrateya têkoşîna ku hevrêyê me Yilmaz ji me re hiştiye bigihînin serketinê û bi rêzdarî li ber bîranîna hemû şehîdan bejna xwe ditewînin.

XEBAT CÛDÎ

Herêma Botanê ku ji dîrokê heta niha bûye şahidê destanên lehengiyê yên mezin, tevî hemû êrîş û hewldanên qirkirinê bi israra di parastina nasnameya xwe de bûye xwedî çandeke kûr a welatparêziyê. Gelê me yê Botanê ku bi ked û bedelên mezin nirxên madî û manewî afirand, ji nifşan derbasî nifşên din kir, di heman demê de bîra zindî ya tevahiya Kurdistanê ye. Li welatê me li hemberî hewldanên dagirkerî, komkujî û talanê, berxwedan bi pêş ketin, serketinên hatin bidestxistin û lehengiyên derketin holê carnan bi kilamên dengbêjan, carnan bi çîrokên dayikên pîroz heta roja me hatin û di kevneşopiya berxwedanê de rolek girîng lîstin. Çand û mîrateya dewlemend a berxwedanê ya gelê me yê Botanê ku bi têkoşîna di pêşengiya partiya me PKK’ê de bi pêş ket, weke ava zindîbûnê ji nû ve di nava damarên wê de herikî û di mezinbûn û pêşxistina têkoşîna me ya azadiyê de kedeke girîng da. Li gel vê yekê zarokên xwe yên hêja tevlî nav refên me kir û dayîna berdêlên giran bû misogeriya herî mezin ku têkoşîna azadiyê berdewam bike û ber bi serkeftinê ve biçe.

Hevrê me Xebat, ferdekî gelê me yê Botanê ku li herêmeke xwedî çand û mîrateya berxwedanê ya kûr û girêdayî welatê xwe li Şirnexê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî welatparêz û girêdayî çanda xwe bû, ew bi koka xwe re girêdayî mezin bû. Hevrê me yê ku ji biçûkatiya xwe dest bi hişmendiya kurdewariyê kir, ev yek ji bo şoreşgeriya xwe weke bingeheke girîng nirxand. Di heman demê de weke her zarokekî ku li Kurdistanê dijî, di temenê xwe yê biçûk de bi rastiya dijmin rû bi rû ma. Bi taybetî di salên 1990’î de dayika wî şahidiya pêkanînên dijmirovahî û hovîtiya dijmin kir û vê yekê bi hevrêyê me Xebat re parve kir. Ev yek hişt ku rastiya dijmin baş fêm bike. Hem tiştên ku diya wî jê re digotin û hem jî rewşên ku dîtibû têr dikir ku hevrêyê me li hember dijmin hêrseke pê re çêbibe. Bi vê rastiya dijmin re sempatiyek mezin ji Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku bi fedaî şer dikin, pê re çêbû. Hevrê me Xebat ê ku di sala 2015’an de şahidiya Berxwedana Xweser a li Bakurê Kurdistanê kir, tevî ku li Şirnexê di nava refên berxwedanê de bû jî ji ber ku malbata wî koçî Mêrsînê kir ew jî çû Mêrsînê. Lê dilê wî her tim bi berxwedêrên Şirnexê re bû. Weke ciwanekî Kurd xwest berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me bi cih bîne û tola komkujiyên ku dijmin li Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Hezex, Kerboran û Geverê li dijî gelê me pêk anîn hilîne. Ji ber vê sedemê bi xurtkirina lêgerîna xwe ya têkoşînê biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe û li ser vê bingehê di sala 2016’an de ji Garzanê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Xebat perwerdeya xwe ya destpêkê li Garzanê dît, bi tevlîbûna xwe ya bi coş, çalak û jidil bala hevrêyên xwe kişand ser xwe. Hevrêyê me yê milîtanekî bi hêvî bû, li ser pêşniyara hevalên xwe ji bo hîn bêhtir xwe perwerde bike derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me li vir perwerdeya akademîk dît, hêviyên hevrêyên xwe vala dernexist û di warê leşkerî û bîrdozî de xwe bi pêş xist. Hevrêyê me yê ku dizanîbû li hemberî êrîşên dewleta Tirk a qirker ên li ser gelê me û Tevgera me divê erka xwe ya weke milîtanekî Apoyî bi cih bîne, bi israr xwest careke din biçe Bakurê Kurdistanê û li dijî dewleta Tirk a dagirker şer bike. Hevrêyê me Xebat bi helwesta xwe ya jiyanê, bi kesayeta xwe ya têgihîştî û bi têkoşîna xwe ya kûr baweriya hemû hevrêyên xwe girt. Ji ber pêwîstiyên têkoşîna me di nava xebatên girîng de cih girt. Ji ber beşdarbûna bi îstiqrar di xebatên demdirêj de serkeftinên girîng bi dest xist û erka xwe ya milîtaniyê bi herî baş bi cih anî.Gelek hevrêyên ku bi hev re li dijî dijmin şer kirin û bi fedaî şehîd bûn, ev bû sedem ku hevrê Xebat têkoşîna xwe berfireh bike. Dizanibû ku tenê bi vî awayî dikare bîranîn û xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd zindî bihêle. Bêyî ku kêliyekê jî bi paş ve biçe û bêyî têkeve dudilîiyê û ji bo layiqî hevrêyên xwe yên şehîd bibe têkoşîna xwe mezin kir.

Hevrêyê me Xebat ji dil bawer dikir ku bi taktîkên gerîla yên dema nû dikare li ber êrîşên dijmin rabe, ji bo van taktîkan kûr bike kete nava hewldaneke mezin. Li akademiyê ji bo danheviya xwe ya îdeolojîk hîn kûr bike kete nava kûrbûneke girîng. Zanîbû ku felsefeya Rêber Apo di kesayetiya xwe de bi rengekî rast temsîl bike, wê wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne û bi vê têgihiştinê tevgeriya. Di vê mijarê de sekna wî şênber bû û ji bo ev feraset li nava hevrêyên wî hîn bêhtir bi cih bibe têkoşîna îdeolojîk meşand. Bi têgihiştina ku serketin destpêkê bi serweriya îdeolojîk bi dest dikeve, kesayetiya xwe di felsefeya Rêbertî de kûr kir. Her wiha ji bo bicihanîna taktîkên gerîla yên dema nû ku ji tecrûbeyên bi berdêlên giran hatin afirandin, hewl da hemû detayên van taktîkan hîn bibe. Hem di şerê tîm ê bi tevger de, hem jî di şerê tunelan de dersên girîng ji hevrêyên xwedî tecrûbe wergirt.

Hevrêyê me Xebat ku ruhê serdemê rast fêhm kir, li gel zor û zehmetiyan jî zanîbû ku têkoşîna li Bakurê Kurdistanê ji bo gelê me û tevgera me gelekî girîng e û bi ruhê fedaî yê Apoyî bi israr pêşniyar kir. Ji bo pêvajoyeke bi vî rengî ya têkoşînê ku pêwîstî bi fedakariyeke mezin heye, hevrêyê me ji ailyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe amade kir û bi ruhê fedaî yê Apoyî û biryardariya serketinê ya bi îrade berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Di 17’ê Tebaxa 2024’an de li Kela Memê di êrîşa dijmin de hevrêyê me Xebat şehîd ket. Heta nefesa xwe ya dawî dilsozê nirxên azadiyê ma û rûkeniya xwe ya ji dil û mîrateyeke xurt a têkoşînê ji hevrêyên xwe re hişt.

Şehîd Zamanî Amanos

Hevrêyê me Zamanî li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ku bi welatparêziya xwe ya xurt tê naskirin li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Zarokatiya xwe li navçeya Wêranşar a Rihayê derbas kir û di nava civakek polîtîk de mezin bû ku bi sedan ewladên xwe da tevgera me û ji welatparêziyê tawîz neda. Weke kesayetekî dilsozê cewher û nirxên Kurdîtiyê partiya me PKK zû nas kir. Şerê li cografya Kurdistanê, jiyana ku li ser gelê me tê ferzkirin qebûl nekir û kete nava lêpirsînên kûr. Bi taybetî salên 1990’î di demekê de ku dewleta Tirk a faşîst gund dişewitand û kuştinên kiryar nediyar dikir, rastiya dijmin nas kir. Hevrêyê me Zamanî zanîbû ku perwerdeya li dibistanên mêtingeriyê ji bo tinekirina neteweyên din û ferzkirina mejiyê tekperest e, lewma ji bo parastina cewhera xwe, di mijara zimanê dayikê de xwedî refleks bû. Dema ku li dibistanê sîstemê dixwend, ji bo alîkariya madî bi malbata xwe re bike di gelek karî de xebitî. Hevrêyê me ked nas kir û bû xwedî karakterekî kedkar û fedakar. Ji ber van taybetmendiyên xwe hem li nava derdora xwe hem jî li cihê ku lê dima bû yekî dihate hezkirin û gotina wî dihate guhdarîkirin. Hevrêyê me ku kesayetiyeke wî ya têgihiştî hebû, her tim ji tevgera me hez kir. Di salên lîseyê de firsend dît ku tevgera me hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me her cûre polîtîkaya qirêj a sîstemê dît ku hewl dida ciwanên Kurd ji cewhera wan dûr bixîne, bikin ku wezîfeyên xwe yên welatparêziyê nebînin, lewma kete nava lêgerînên kûr. Di demekê de ku tecrîda li ser Rêberê me hatibû girankirin û gerîla bi çalakiyên mezin dikirin ku dewleta Tirk paşve gavê biavêje, li zanîngehê tevlî karên ciwanên şoreşger bû. Hevrêyê me Zamanî ku li Skenderûn a Hatayê beşa endezyariya înşaetê dixwend, hemû derfetên madî yên ku sîstema kapîtalîst û dewletê pêşkêşî wî dikirin red kir û bi rengekî çalak tevlî nava karên ciwanên şoreşger welatparêz bû. Hevrêyê me Zamanî ku derfetên madî û jiyana sîstemê danî aliyekî, beşdarî nava jiyana azad a PKK’ê ya ji manewiyatê bû. Weke şervanekî heqîqetê û şoreşgerekî li qada Bakur di nava şert û mrecên giran de têkoşiya, beşdarî gelek karên li bajarên girîng bû. Di kar de jî timî berê xwe li serketinê bû, bi nêzîkatiya xwe ya bi dîsîplîn bala hevrêyên xwe dikişand. Piştî pratîka serketî ya li karên bajêr tevlî karên YPS’ê bû. Di vî karî de ku pêwîstî bi hesasiyet û veşartîbûneke mezin hebû, ji ber kêmasiyekê dîl kete destê dijmin, di pêvajoya binçavkirin û lêpirsînê de ji sekna rêxistinî tawîz neda. Sekna Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Mûstafa Gezgoran ji xwe re kir mînak û li hemberî dijmin nasnameya PKK’ê bi wêrekî temsîl kir. Zindan ji xwe re kir mîna akademiyekê û ji aliyê îdeolojîk ve xwe perwerde kir. Hevrêyê me Zamanî ku 5 sal û 2 mehan li zindanên dewleta Tirk ma, ev pêvajo baş nirxand û li benda roja xwegihandina refên gerîla sekinî. Ji aliyê ruhî ve li ser xwe, ji aliyê fikrî ve ronîbûyî, ji aliyê teorîk ve şarezabûyî û di milîtaniya Apoyî de bi biryardarî gav avêt derve.Hevrê Zamanî bi vê sekna xwe polîtîkaya dewleta Tirk a ku dîlgirtina li zindanan têk bir. Di demekê de ku tecrîda li ser Rêberê me giran bû û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê me û tevgera me zêde bûn, hevrêyê me hate berdan û xwe gihand qadên gerîla ku bi hesreta wê bû.

Hevrêyê me Zamanî ku xwe gihand warê bi hesreta wê bû, navê fermandarê me yê hêja Zamanî-Mûstafa Gezgor li xwe kir ku ji navçeya Wêranşar a Rihayê bû, yek ji kadroyên destpêkê yên tevgera Apoyî bû û xwedî meşeke şoreşgerî ya bêhempa bû. Hevrêyê me Zamanî mîna hevrê Zamanî yê ku navê wî li xwe kir, zû bi pêş ket, di demeke kurt de ji perwerdeyê derbas bû û tevlî karên pratîkî bû. Bi hêsanî tevlî nava jiyana gerîal bû, bi moral û bi coş beşdar bû. Bi saya parêznameyên Rêbertî û materyalên Partiyê ku berê xwendibû, hem ji hevrêyên xwe re bû alîkar, hem jî sûd ji tecrûbeyên pratîkî yên hevrêyên xwe wergirt. Hevrêyê me derfet dît ku kûrbûna xwe ya li zindanê bixe meriyetê, hewl da bersivê bide êrîşên dijmin. Hevrêyê me li hemberî tecrîda giran a li ser Rêberê me û qirkirina fîzîkî û çandî ya li ser gelê me dihate ferzkirin bi hêrs bû, xwest li hemberî van kiryaran bi wezîfeyeke dîrokî rabe. Li ser vê bingehê ji pêvajoyeke berfireh a perwerdeyê derbas bû. Hevrêyê me di perwerdeyê de ji aliyê leşkerî ve xwe perwerde kir, bi danheviya xwe ya îdeolojîk wezîfeyên xwe yên demê bêkêmasî bi cih anî û xwe kir gerîlayekî profesyonel ê ku di ruhê fedaî yê Apoyî de xwe kûr kir. Pêvajoya perwerdeyê ya zehmet bi serketî qedand, haya xwe ji giraniya wezîfeyên xwe hebû û meşa xwe ya şoreşê li ser xeta fedaîtiyê dewam kir. Bi kesayetiya xwe ya xwezayî, sekna xwe ya li nava jiyanê û tevlîbûna xwe ya xurt hevrêyê me Zamanî bû milîtanekî fedaî yê mînak û ji bo li Bakurê Kurdistanê tevlî têkoşînê bibe israr kir. Hevrêyê me li pêşberî berxwedana destanî ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê xwe deyndar dît, weke milîtanekî fedaî yê Apoyî ji bo karibe pêwîstiyên mîsyona xwe bi cih bîne kete nava hewldaneke xurt. Hevrêyê me Zamanî zanîbû ku fedaîbûn cewhera partiya me PKK’ê ye, tenê bi Zîlanbûyînê dikare tecrîda li ser Rêberê me bê şikandin û bi vê têgihiştinê berê xwe da Bakur.

Hevrêyê me Zamanî 17’ê Tebaxa 2024’an li Kela Memê di êrîaş dijmin de tevî hevrêyê me Xebat tevlî karwanê şehîdan bû. Em soz didin ku em ê xwedî li bîranîna şehîdên xwe hemûyan derkevin, armanca şehîdên xwe ya Rêberê Azad, Kurdistana Azad pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar