Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HPG: Hêzên me li Girê Qertel bi dehan caran li dagirkeran dan

Gerîlayên HPG/YJA Starê bi dehan caran li leşkerên tirk ên dagirker dan ku xwestin li Girê Qertel bi pêş ve biçin. 3 leşkerên dagirker hatin kuştin. Her wiha dagirkerên ku li bara çalakiyên gerîla nekarîn tiştekî bikin bi çekên kîmyewî êrîş anîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkilî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker daxuyaniyeke niviskî da.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahiyan parve kir:

“Li Qada Berxwedanê ya Girê Qertal a li herêma Avaşînê;

21’ê cotmehê saet di navbera 16:30-19:30’an de qada Qertel bi balafirên şer û bi qereqolên ser xeta sînor bi obûs û hawanan hatiye bombekirin. Eynî rojê bi şev artêşa TC’ê ya dagirker Girê Silêman, Girê Sor, Gundê Dirê û Girê Qertel pir bombe kiriye û piştre leşker danîne. 22’yê cotmehê sibehî hêzên dagirker dema ku xwestine ber bi Qada Girê Qertel ve biçin di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran çêbûye. Hêzên me bi dehan caran li dora Qada Berxwedanê li dagirkeran dane. Artêşa TC’ê ya dagirker ku sûcê şer dike, dema ku nekarî bikeve Qada Berxwedanê nîvrokî 9 caran çekên kimyewî û gazên jehrî avêtiye.

22’yê cotmehê saet 14:30’an hêzên me li derdora Qada Berxwedanê bi taktîka sabotajê li dagirkeran dane. Dagirkeran saet 15:30’an xwestin ku bi çekên kimyewî yên qedexe êrîşê bînin, hêzên me dîsa bi taktîka sabotajê li wan dane. Di vê çalakiyê de bi kêmanî 3 dagirker hatine cezakirin û gelek dagirker birîndar bûne.

22’yê cotmehê êvarkî û 23’yê cotmehê sibehê artêşa TC’ê ya dagirker bi çekên kîmyewî û gazên jehrî 8 caran êrîş aniye ser Qada Berxwedanê ya Girê Qertel. Şerê giran a di navbera artêşa TC’ê ya dagirker û hêzên me didome ku hêzên dagirker ji şeva 22’yê cotmehê ve bi çekên kîmyewî û gazên jehrî dixwzin têkevin Qada Berxwdanê de.

Êrîşên li ser Botanê hatin pûçkirin

Artêşa TC’ê ya dagirker li Qada Botanê hêzên me kiriye hedef operasyonên berfireh ên dagirkeriyê daye destpêkirin. Artêşa tirk bi gelek dagirker û teknîka şer operasyon aniye lê hêzên me ev operasyon pûç kiriye. Dagirkerên ku ji van operasyonan tu encam negirtine mecbûr maye ku vekişe. Agahiyên berfireh ên derheqê operasyonên dagirker ên li ser Qada Botanê wiha ye;

30’ê tebaxê artêşa tirk a dagiker li devera Çelê Bûka û Toranis a dikeve Kato Jîrka ya navçeya Elkê ya Şirnex û Şax a Wanê, dest bi operasyoneke berfireh kiribûn. Ev operasyon roja piştî wê bê ku encamek bigire vekişiya.

21’ê îlonê artêşa tirk a dagirker piştî ku devera Bindarê ya girêdayî Kato Xelîlan a navçeya Şax a Wanê bi balafirên şer û helîkopteran bi dijwarî bombe kir û şûnde, dest bi operasyoneke dorfireh a dagirkeriyê kiribû. Ev operasyon 23’yê îlonê bi awayekî bêyî ku encam bigire vekişiya bû. Artêşa TC’ê ya dagirker 12’ê cotmehê devera Ava Marsîro û Çelê Bûka li xwe bigire dest bi operasyonekê kiribûn. Ev operasyona dagirkeriyê 14’ê cotmehê bêyî ku encamem bigire vekişiyabû.

Dagirkeran tevahî meha îlonê di hemû operasonên li devera Deriyê Beqê, Kato Jîrka, Gundê Toranis, Gundê Sîxurpaşa yên girêdayî navçeya Şax a Wanê dabû destpêkirin bêyî ku encamek bigirin, neçar bûne vekişin.

22’yê cotmehê di saetên şevê de Wexelê ya herêma Avaşîn ji qereqolên li ser sînor bi obûs û hewanan hatine bombekirin.

22’yê cotmehê saet 18:00-18:45’an devera Çemço ji qereqolên li ser sînor bi hewan û obusan hat bombekirin.

22’yê cotmehê saet 21:50’î devera Kafya ya Garê bi balafirên şer hatiye bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar