Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

HPG: Hêzên Şehîd Delal li Navenda Jet a 8’emîn dan

HPG’ê ragihand ku Hêzên Hewayî ya Şehîd Delal şeva 19’ê gulanê li dijî Fermandariya Navendî ya Jet a Bingehîn a 8’emîn a li Amedê ya artêşa tirk çalakiyekek serkeftî kirine

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

“Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal; şeva 19’ê gulanê li dijî li dijî Fermandariya Navendî ya Jet a Bingehîn a 8’emîn ya li Amedê ya artêşa tirk a dagirker çalakiyekek serkeftî kirine. Ev çalakiya ku bandorekî pir mezin û encamgir pêk hat, dewleta tirk a dagirker û rêveberên wê yên mêtinger xiste nava tirsekî pir mezin.

Agayên zêdetir ên li ser vê çalakiyê wê piştre bi raya giştî û gelê me re bê parvekirin.

Agahiyên li ser çalakiyên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê jî wiha ne:

Hêzên YJA Star ên me, 18’ê gulanê saet 10:30’î li dijî dagirkerên li devera Dola Konferansê ya li Herêma Avaşîn çalakiyeke sekvaniyê kirin. Li vir dagirkerek hate cezakirin.

Hêzên YJA Starê , 19’ê gulanê saet 09:30’î li dijî dagirkerên ku xwestin bikevin tunelên şer ên Dola Maran a Herêma Avaşîn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ji nêz ve li dagirkeran hatiye xistin, dagirkerek hatiye cezakirin.

Di 9’ê gulanê de artêşa tirk a dagirker li herêma Cûdî operasyonek daye destpêkirin. Ev operasyon li qadên Navsera Cûdî, Qasapxane, Helena Pîr, Girê Çolya û Bilûrvan hatiye kirin. Di 13’ê gulanê de dema ku 2 hevrêyên me li ser peywira xwe bûn, qada Bilûrvanê bi balafirên şer hatiye bomberdûmankirin. Di 16.45’an de jî bi helîkopterên êrîşê qad hatiye bomberdûmankirin. Her du hevalên me teknîka dijmin pûç kirine, bi selametî xwe gihandina tîma xwe. Di vê operasyonê de tiştek bi hêzên me nehatiye. Operasyon di 15’ê gulanê de saet di 18.00’an de hatiye vekişandin.

Êrîşên hewayî didomin

Artêşa tirk a dagirker bi helîkopter û balafirên şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê daye.

Di 18’ê gulanê de saet di 13.45’an de û di 20.25’an de Girê Zendûra ya Metîna bi balefirên şer hatiye bomberdûmankirin.

Di 18’ê gulanê de saet di navbera 22.00-22.30’an de helîkopter hatine pişta Dola Maran a Avaşînê. Helîkopteran leşker danîne qadê.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar