Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: Jina wêrek a Cizîra Botanê Cûdî Çekdar şehîd bû

HPG’ê nasnameya gerîlaya ku şehîd bûye, aşkera kir û wiha got: “Di êrîşa dijmin de jina bi wêrek a Cizîra Botan û şervana YJA Starê Cûdî Çekdar şehîd bû.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“11’ê Cotmeha 2023’an li herêma Zapê di êrîşa dijmin de jina bi wêrek a Cizîra Botan û şervana YJA Starê Cûdî Çekdar şehîd bû.

Hevrêya me Cûdî yek ji mîlîtanên jin a pêşenga Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bû. Bi tecrubeyên xwe yên di qada leşkerî, eleqeya xwe ya di taktîka gerîla ya demê nû de û bi dilê xwe yê bi wêrek rengê xwe da berxwedana li Zapê. Hevrêya me Cûdî bi ked, hewldan û şerê xwe pêşengî kir ku Zap bibe kelha berxwedanê. Weke gerîlayeke YJA Starê hewl da ku pêdiviya mîsyona dîrokî bi cih bîne. Ala berxwedanê ji Şaristan, Mizgîn, Avzem, Binevş û Rojdayan dewr girt û bi zanebûna ku bibe layiqê bîranîna şehîdan, timî ala wan bilind kir. Hevrêya me Cûdî bi têkoşîna xwe mîrateyeke girîng a berxwedanê hişt.

Gelê me yê Cizîra Botanê ku ewladek bi vî rengî bi wêrek tevlî nava refên azadiyê kir, çiqasî bi hevrêya me Cûdî serbilind be di cih de ye. Weke hevrêyên wê, em di serî de malbata hêja ya hevrêya me Cûdî ji hemû gelê Cizîra Botan û Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me Cûdî Çekdar bi vî rengî ne:

Nasnav: Cûdî Çekdar

Nav û Paşnav: Kiymet Ozmen

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik – Bav: Emîne – Mehmet

Cih û dîroka şehadetê: 11’ê Cotmeha 2023’an / Zap

Cizîra Botan; bi berxwedanên xwe, dewlemendiya xwe ya çandî û kesayetên dîrokî yên ji nava xwe derxistî, ji dîrokê heta roja me timî li Kurdistanê di rewşa navendî de ye. Lewma hem hemû gelê Kurdistanê û hem jî Botanê her tim berê xwe daye vê navendê. Cihê yekem ku tevgera me ya azadiyê lê pêş ketî û bûyî gel, Cizîr e û bi saya serhildanên gelê welatparêz belavî hemû Botan û Kurdistanê bû. Gelê me yê Botanê bi serhildanan ruh da gelê me û kir ku gelê me ji nû ve zindî bibe. Tevî ku berdêlên mezin dane, ji vê sekna xwe ya bi rûmet tawîz neda. Gelê me yê Cizîrê di demên ku zext û komkujiyên dijmin herî zêde de, hîn zêdetir xwedî li têkoşîna me derket û ewladên xwe yên herî hêja şand refên berxwedanê û bi vî rengî bersiva pêwîst da dijmin. Ewladên ku şandî nava refên gerîla, di nava têkoşîna me ya azadiyê de bûn fermandar û pêşengî ji şoreşa azadiyê re kirin.

Hevrêya me Cûdî di nava malbateke welatparêz de ya ku bi vî rengî di nava rastiya gel de şêwe girtiye, ji dayik bû. Ji ber ku li Cizîra Botan ji dayik bû û mezin bû, bi rengekî xwezayî partiya me PKK hîna di temenê biçûk de nas kir. Ji malbata wê ya welatparêz mamê wê hevrê Şêr (Huseyîn Ozmen) sala 1995’an şehîd bû. Hevrêya me bi guhdarkirina çîrokên lehengiyê yên mamê xwe mezin bû. Hevrêya me Cûdî şahidî ji êrîşên dijmin ên li ser gelê me û ji komkujiyan re kir; evane hemû kir sedemê têkoşînê. Dijmin sala 2014’an li Cizîra Botan gelek zarok qetil kirin, ev yek bû sedem ku hêrseke mezin a hevrêya me Cûdî li hemberî dijmin çêbibe.

Hevrêya me Cûdî ji bo ku bibe layiqê şehadetên çêdibin û berxwedana gelê me û tola zarokên hatine qetilkirin bistîne, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Di dawiya sala 2014’an de ji qada Cûdî tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku demekê li vir ma, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Perwerdeya xwe ya destpêkê li qada Metînayê dît. Bi vê perwerdeyê re fêrî jiyana gerîla û çiyê bû. Bi taybetî jî ji nêzîkatiyên hevrêtiyê û tarzê jiyana komunal gelekî bi bandor bû. Hevrêya me Cûdî ji bo ku ew jî bibe mîlîtanek bi vî rengî ket nava hewldanan. Bi taybetmendiyên xwe yên kesayetî, ji aliyê hevrêyên xwe ve hat hezkirin û rêz jê re hat dayîn. Hevrêya me Cûdî ku demekê li qada Metînayê têkoşiya, li vir derfet dît ku xwe di warê leşkerî û bîrdozî de pêş bixe. Piştre li dijî êrîşên çeteyan ên li ser gelê me yê Êzidî, berê xwe da Şengalê û li vir qasî 2 salan têkoşiya. Hevrêya me li vir tevlî gelek çalakî û pêngavan dibe. Di rizgarkirina gelê me yê Êzidî ji qirkirinê de, bû xwedî kedek mezin. Hevrêya me Cûdî di pêvajoya şerê dijwar de di warê leşkerî de tecrubeyên mezin bi dest xist. Hevrêya me anî ziman ku hingî ew şer dike, hîn azadtir dibe. Bi pratîka xwe ya serkeftî tola jin û zarokên Êzidî stand, car din berê xwe da çiyayên ku jê xerîb bûbû. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ku dijmin li ser Heftanînê dayî destpêkirin, tevlî Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê bû. Bi tecrubeyên leşkerî yên berê bi dest xistî, di vê pêvajoya pêngavê de roleke girîng lîst. Bi taybetî di şerê tîmên bi tevger de bû mîlîtanek pêşeng. Hevrêya me li Xantûr, Pîrbila û gelek qadan tevlî çalakiyan bû û li vir weke gerîlayek YJA Starê bû xwedî tevlîbûneke li gorî mîsyona xwe ya pêşengiyê. Piştre car din derbarî qada Metînayê bû ku gerîlatiya xwe ya destpêkê lê kiribû. Li vir tevlîbûna xwe bi heman rengî domand û şahidî ji Berxwedana Zendûra ya dîrokî re kir. Ji bo ku ji hevrêyên xwe re yên li vir bi rojan li ser xeta lehengiyê li ber xwe didin, bibe bersiv ket nava hewldanan. Hevrêya me Cûdî ji bo ku barê hevrêyên xwe sivik bike, tevlî gelek çalakiyan bû. Hewl da ku pêdiviya dilsoziya bi hevrêyên xwe re, bi cih bîne. Hevrêya me Cûdî li dijî êrîşên dijmin, xwest di taktîkên gerîla yên dema nû de xwe kûr bike û bi vê armancê tevlî perwerdeyên branşê bû. Piştî ku ev perwerdeyên xwe bi rengekî serkeftî qedand, derbasî qada Zapê bû ku berxwedana dîrokî lê dihat raberkirin. Li vir jî tevlî berxwedanê bû û pêşengî kir. Ji bo ku li qada Zapê taktîka gerîla ya bi tevger pêş bikeve, hewldanek zêde da. Weke gerîlayek pêşeng a YJA Starê cihê xwe di Pêngava Bazên Zagrosê de girt.

Hevrêya me Cûdî hezkirina di dilê xwe de ya ji hevrêtiyê re, bi helbestan û stranan anî ziman. Di vî warî de li her qada ku lê ye, ji hestên hevrêyên xwe re jî bû tercume. Bi taybetmendiya xwe ya çalak, zindî, bi coş û moral ji hemû hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêya me Cûdî roja 11’ê Cotmehê li Zapê di êrîşa dijmin de şehîd bû û cihê xwe di nava têkoşîna me ya azadiyê de girt.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar