Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HPG: Kontrayan li Bedlîsê sivîlek qetil kir

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên kontra ku cil û bergên gerîla li xwe kiribûn, li Bedlîsê ciwanê bi navê Davût Coşkun qetil kirine. HPG’ê sersaxî ji malbata Coşkun re xwest û bang li raya giştî kir ku der barê nûçeyên derew ên çapemeniya tirk hişyar bin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku kontrayên ku şal û şapikên gerîla li xwe kiribûn, li Bedlîsê welatiyê sivîl ê bi navê Davût Coşkun qetil kirine.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Di roja 18’ê gulanê de yekîneyeke kontra şal û şapikên gerîla li xwe kirin û li qada Şehîd Mizgîn a Bedlîsê kemîn danîn. Gelê sivîl ên ku hatine êzingan jî bûne hedefa van kontrayan. Di vê êrîşa kontrayan de ciwanê bi navê Davût Coşkun hate qetilkirin.

Dewleta tirk a dagirker bi rêya medyaya xwe ev êrîş weke ku hêzên me pêk anîbin, nîşan da. Dewleta tirk a faşîst ev êrîş kiriye û bi rêya medyaya xwe dixwaze gel bixapîne. Ji başûrê Kurdistanê heta bakurê Kurdistanê, dewleta tirk gelek êrîş pêk anîne û ji bo veşartina van sûcên şer jî hemû metodên qirêj bi kar tîne. Divê gelê me û raya giştî ya demokratîk guh nedin van nûçeyên wan ên derew. Em sersaxiyê ji malbata Coşkun re dixwazin. Em diyar dikin ku dê êrîşên li dijî gelê kurd tu carî bêbersiv nemînin.”

Êrîşên hewayî

HPG’ê têkildarî bombebaranên artêşa tirk ên di 7’ê hezîranê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî ev agahî dan: “Balefirên şer saet di 09.30’an de qada Kedakola ya Xinêrê, saet di 22.30’an de qada Geliyê Ava Basya ya Avaşînê û saet di 23.50’an de jî qadên Saca û Şehîd Rûstem ên herêma Zê bombebaran kirin. Di van bombebaranan de tiştek bi hêzên me nehat.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar