Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

HPG: Kozik tevî dagirkerên tê de hat îmhakirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li qada Lêlkan a Xakurkê li kozikeke artêşa tirk a dagirker xistin. Di çalakiyê de kozik tevî dagirkerên tê de hat îmhakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyanî da û ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

5’ê kanûnê saet di 14:20’î li qada Girê Lêlkan a Xakurkê, hêzên me ji du baskan ve li dijî kozikeke dagirkeran çalakiyeke koordîneyî ya gerîla kirin. Di encamê de kozik tevî dagirkerên tê de hat îmhakirin.

7’ê kanûnê danê nîvro li qada Cîloyê Biçûk a herêma Zapê, hêzên me li droneyên artêşa tirk a dagirker xistin. Di encama destwerdana hêzên me de drone neçar man ji herêmê biçin.

9’ê kanûnê saet di navbera 09:45-10:00 de artêşa tirk a dagirker qadên Kûnişka, Girê Şehîd Fedakar û Şehîd Şahan ên herêma Zapê û saet di navbera 19:00-19:10’an de qadên Şehîd Rustem û Saca yên herêma Zapê bi balafirên şer bombe kir.

Dewleta tirk a dagirker ku di Operasyona Şoreşgerî ya Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê de li Zapê derba giran xwar, bi êrîşên hewayî yên berfireh ên li ser Zapê dixwaze ku têkçûna xwe binixumîne. Di van êrîşên bêkêr ên dewleta tirk a mêtinger de tiştek bi hêzên me nehatiye.

Artêşa tirk a dagirker piştî êrîşa hewayî ya 18’ê mijdarê li qada Şehîd Ehmed a Xakurkê operasyona dagirkeriyê dewam dike. Agahiyên li ser vê operasyona ji bo dagirkeriyê dema bi dest ket, wê bi raya giştî re bên parvekirin.

7’ê kanûnê saet di navbera 12:00-13:00 de artêşa tirk a dagirker qada Şehîd Şerîf a Xakurkê bi balafirên şer bombe kir.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar