Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

HPG: Leşkerên tirk Mehmet Yildirim bi awayekî hovane qetil kirin

HPG'ê derbarê şehîdkirina welatparêz Mehmet Yildirim got ku leşkerên tirk ên dagirker li pêş çavên malbata wî bi hovane hate qetilkirin û wiha got: " Mehmet Yildirim weke mînakeke mezin a welatparêziya Kurdistanê serî li ber dijmin netewand, teslîm nebû û mîna milîtanekî fedaî ji bo parastina rûmeta xwe ya welatparêziyê li ber xwe da, şer kir û şehîd bû.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî qetilkirina Mehmet Yildirim daxuyanî da. HPG’ê di şexsê şehîd Mehmet Yildirim de em hemû şehîdên malbata Yildirim û şehîdên xwe yên kiryar diyar bi hurmet û minet bi bîr anî û wiha got: “Ji bo hêjayî sekneke bi vî rengî ya welatparêziyê ya bi rûmet û hêja bin, em soz didin ku têkoşîna xwe hîn mezin bikin û xwîna wî li erdê nehêlin.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Têkoşîna heqîqetê ya dayikên me yên Şemiyê ku bi daxwaz, îrade û biryardariyeke mezin dimeşîin kete hefteya 1000’emîn. Aqûbeta bi hezaran şehîdên gelê kurd ku jê re kiryar nediyar tê gotin, lê belê her kes zane ku kiryar dewleta tirk a qirker bi xwe ye, îro jî hîn zelal nebûye. Em têkoşîna dayik û malbatên şehîdan a ku ji cîhanê re bûye mînak, bi hurmet silav dikin.

Mixabin êrîşên li derveyî mirovahiyê yên dewleta tirk a qirker ên li dijî gelê kurd ê bêguneh îro jî bi giranî dewam dikin. Li gundê Nenyas ê navçeya Licê ya Amedê di 24’ê gulana 2024’an de welatparêzê hêja Mehmet Yildirim ji aliyê dewleta tirk ve li mala xwe û li pêş çavên malbata xwe bi hovane hate qetilkirin. Dewleta tirk a faşîst ku dijminê sondxwarî yê geê kurd e, beriya niha jî ji malbata Yildirim Adnan Yildirim di 3y’ê hezîrana 1994’an de tevî Savaş Bûldan û Haci Karay hate revandin û qetilkirin. Pismamê Şehîd Mehmet Yildirim Medenî Yildirim di 18 saliya xwe de di 28’ê Hezîrana 2013’an di dema çalakiyeke şermezarkirinê de ji aliyê leşkerên tirk ve hatibû qetilkirin.

Mehmet Yildirim ê ku ji aliyê dewleta tirk ve sala 2008’an hate girtin û 3 salan li girtîgehê hate hiştin, mirovekî me bû ku ji sekna xwe ya welatparêziyê ti carî tawîz neda. Li gundê xwe, li cih û warê xwe bi malbat û nasnameya xwe bi rengekî bi rûmet dixwest bijî, yekane armanca xwe ev bû. Dewleta tirk a qirker çawa ku ferdên din ê vê malbatê bi xwînxwarî qetil kir, bi hovane êriş bir ser Mehmet Yildirim jî û ew şehîd xist. Vê bûyerê careke din nîşan da ku her kesayetekî kurd ê azad ku di jiyaneke bi rûmet de israr dike, di hedefa dewleta tirk a qirker de ye. Gerîla yan jî mirovekî sivîl be, ferq nake. Mehmet Yildirim weke mînakeke mezin a welatparêziya Kurdistanê serî li ber dijmin netewand, teslîm nebû û mîna milîtanekî fedaî ji bo parastina rûmeta xwe ya welatparêziyê li ber xwe da, şer kir û şehîd bû. Ev sekkna welatparêziya bi pîvan a Mehmet Yildirim lehengiyeke gelekî bi rûmet e. Ji ber ku nexwest careke din dîl bikeve destê dijminê qirker û di vê oxirê de şehadet da ber çavên xwe.

Di şexsê Şehîd Mehmet Yildirim de em hemû şehîdên malbata Yildirim û şehîdên xwe yên kiryar diyar bi hurmet û minet bi bîr tînin. Ji bo hêjayî sekneke bi vî rengî ya welatparêziyê ya bi rûmet û hêja bin, em soz didin ku têkoşîna xwe hîn mezin bikin û xwîna wî li erdê nehêlin. Em ji malbata Yildirim a hêja û tevahiya xelkê xwe yê Licê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”

Di heman daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa tirk a dagirker agahî hatin dayin. Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

24’ê Gulanê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê bi çekên nîv otomatîk li kepçeyekê hate xistin û karê vê kepçeyê hate rawestandin.

24’ê Gulanê saet di 15:25’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

26’ê Gulanê saet di 15:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li kepçeyê hate xistin ku rê çêdikir. Di encamê de kepçe hate îmhakirin.

26’ê Gulanê saet di 17:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan, derb li çeperekê hate xistin.

26’ê Gulanê saet di 15:16’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi rêbaza sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li Herêma Metînayê;

25’ê Gulanê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

25’ê Gulanê saet di 20:30’î de û 27’ê Gulanê saet di 00:10’an de li Qadên Berxwedanê yên Golka û Dergelê hêzên me dest li helîkopterên êrişê werdan.

26’ê Gulanê saet di 11:30’î de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di encama vê çalakiyê de kepçeyek ku li qadê rê çêdikir, hate rawestandin.

Êrişên artêşa delweta tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

24, 25 û 26’ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 53 caran bi gazên kîmyewî û 4 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

24 û 25’ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 8 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

25’ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi gazên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta tirk a dagirker;

25 û 26’ê Gulanê li Herêma Xakurkê qadên Kolît, Sinînê, Xinêrêya Jor 3 caran, li Herêma Metînayê qadên berxwedanê yên Dergelê, Şêlazê û Bazê 5 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê qada berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran, li Herêma Garê qadên Zêvkê, Deşta Kafya 4 caran; bi giştî 14 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

24, 25 û 26’ê Gulanê li Herêm Metînayê qadên berxwedanê yên Golka û Dergelê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar