Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

HPG: Leşkerên tirk sivîlê bi navê Mûrat Kaya bi zanebûn qetil kirin

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Heftanîn û Agiriyê li artêşa tirk xist û di encamê de 5 leşker hatin kuştin û 10 leşker jî birîndar bûn. HPG’ê da zanîn ku welatiyê bi navê Mûrat Kaya yê ji gundê Mûşiyan ê Dutaxê ji hêla leşkerên tirk ve bi zanebûn hatiye kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li herêmên Heftanîn û Agiriyê li dijî leşkerên dewleta tirk çalakî pêk anîn.

HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di 1’ê çileyê saet di 14.00’an de di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike de li dijî artêşa tirk ên li Girê Partîzanê çalakî pêk anîn. HPG’ê da zanîn ku di çalakiyê de derbên giran li çeper û stargehên leşkerên tirk hatine xistin û di encamê de 2 leşker hatine kuştin. HPG’ê destnîşan kir ku piştî çalakiyê jî artêşa tirk çekên giran li derdorê reşand.

Çalakiya li gundê Mûşiyan

Di berdewamê de jî HPG’ê daxuyand ku hêzên artêşa tirk di 6’ê kanûna 2019’an de li qada gundê Mûşiyan ê Dutax a Agiriyê dest bi operasyonekê kir û ev agahî dan: “Ji serê sibehê heta nîvro di navbera yekîneyeke me ya ku bi erka xwe radibû û artêşa TC a dagirker de şer qewimî. Di şer de 3 leşker hatin kuştin û 10 leşker jî birîndar bûn. Di şer de 3 hevalên me yên ku heta fîşeka dawî li dijî dijmin bi lehengî û fedayî şer kirin, şehîd bûn.”

Qetilkirina Mûrat Kaya

Daxuyaniya HPG’ê wiha bi dawî bû: “Artêşa TC a dagirker di heman demê de li gundê Mûşiyan bi zanebûn sivîlekî bi navê Mûrat Kaya qetil kir. Agahiyên li ser hevalên me yên şehîd bûne dê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar