Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: Li Bagok û Xakurkê 18 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li herêma Bagok a Mêrdinê li dijî wesayîta ku 5 efser têde bûn bi taktîka sabotajê çalakî lidarxist. HPG’ê ragihand ku li Bagokê 5 efser jî nav de 9 leşker û li Xakurkê jî 9 leşker bi giştî 18 leşkerên tirk hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BÎM) têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li Bagok û Xakurkê daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê aşkera kir ku di çalakiyan de 18 leşker hatine kuştin û 7 leşker jî birîndar bûne.

HPG’ê derbarê operasyona gerîlayên Kurdistanê ya li Çiyayê Bagokê ya li dijî leşkerên dewleta tirk ên dagirker de agahiyên berfirah da. HPG’ê aşkera kir ku di operasyona şoreşgerî de 5 efser bi giştî 9 leşker hatin kuştin û ev agahî ragihand: “Ev demeke artêşa TC’ê ya dagirker dixwaze li Girê Şehîd Axîn yê herêma Bagok a Mêrdinê bicih bibe. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever ku li qadê didome de roja 2’ê tebaxê saet 19.00’an li dijî wesayîtên zirxî û leşkerên ku li ser gir bicih bûne operasyoneke şoreşgerî dan destpêkirin. Hêzên me bi serketî ji sê baskan ve li çeperên dijmin û wesayîteke kirpî û wesayîteke kobra dan. Wesayîta zirxî ya tîpa kîrpî hate rûxandin û wesayîta zirxî ya tîpa kobra jî derbe xwar. Wesayîta ku 5 efser tê de bûn û ji gir ji bo mudaxeleyê hat bû hedefa hêzên me. Hêzên me bi taktîka sabojatê li dijî wesayîtê çalakî lidarxist. Di vê çalakiyê de wesayît û efserên tê de îmha bûn. Hêzên me di vê operasyona şoreşgerî de bi giştî 9 leşker kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi gelek ambûlansan kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir û li herêmê dest bi operasyonê kir. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihişte baregaha xwe.”

Li tengava Ermûşê 9 leşker hatin kuştin

HPG’ê derbarê çalakiya gerîlayan a li Xakurkê jî ev agahî da: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me roja 5’ê tebaxê (Îro) saet 06.50’an li dijî yekîneyeke operasyonê ya artêşa TC’ê ya dagirker ku li tengava Ermûş a herêma Xakurk a Herêmên Parastinê yên Medyayê bicih bûbûn çalakiyek lidarxasit. Hêzên me 3 yekîneyên dijmin ên li eraziyê bûn xistin bin kontrola xwe û hemwext li wan da. Bi serketî li yekîneyên dijmin hate xistin qasî hate tespît kirin 9 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi topên obus û hawanan herêm topbaran kir. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihişte baregeha xwe.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de jî HPG’ê ev agahî da: “Di roja 2’yê tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Çêlê Bûka ya navçeya Êlkê ya Şirnexê operasyon da destpêkirin. Artêşa TC’ê ya dagirker ku li eraziyê xebatên lêgerinê dimeşîne heman rojê bêyî ku encamek bigre paşve vekişiya.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar