Gerîlayên YJA-Starê li Colemêrgê derbek giran li leşkerên tirk xistin û 13 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan û êrîşên hewayî daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku hêzên YJA-Starê li Çelê derbek giran li artêşa tirk dane.
HPG’ê ragihand ku roja 21’ê tîrmehê saet di 20.30’an de hêzên wan ên YJA-Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî konvoya wesayîtên zirxî ya artêşa tirk ku ji navçeya Çelê ya Colemêrgê ber bi navenda Colemêrgê ve diçû li herêma Şîva Stêrk û Kanî Orê kirine hedef û ev agahî parve kir: “Di çalakiyê de bi serketî li hemû wesayîtên di konvoyê de hate xistin, wesayîteke tîpa kîrpî bi temamî hate rûxandin. Di vê çalakiyê de 13 leşkerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka balafirên keşfê kuştî û birîndarên xwe û enqaza wesayîtê ji herêmê rakir. Yekîneya me ya çalakî kirî bi silametî gihişte baregeha xwe.”
Her wiha HPG’ê derbarê êrîşên hewayî de jî ev agahiyan parve kir: “Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîn. bi vê çarçoveyê;
Roja 19’ê tîrmehê saet di 02:30’an de balafirên şer bombe li Girê Colemêrgê yê Metîna û roja 20’ê tîrmehê saet di 21:30’an de jî bombe li herêma Golka a herêma Metînayê barandin.
Roja 22’yê tîrmehê saet di 15:00’an de balafirên şer bombe li Girê Cehennem yê herêma Zê, saet di 17:00’an de herêma Adilbeg a Avaşîn, saet di 18:00 û 19:00’an de herêma Şehîd Bêrîtan û Xinêre ya herêmên Xakûrkê barandin.
Di van bombeberanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN