Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

HPG li dijî ‘karên kontrayî’ hişyarî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku dewleta tirk li Geverê karên kontrayî dike û banga bihistyariyê li gel kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser nûçeyên derew ên ku ‘medyaya şerê taybet’ a rejîma AKP’ê dike.

HPG’ê ragihand ku di rojên dawîn de medyaya şerê taybet a AKP’ê diyar dike ku wan kiryarên teqîna di 31’ê tîrmeha 2018’an de ya li baregeha Sûsakê ya Gevera Colemêrgê girtine ya ku di wê teqînê de Nurcan Karakaya û zaroka wê miribûn û ev agahî parve kir: “Navê kesên hatine girtin tê dayîn û di çarçoveya şerê taybet de nûçeyên derew tê çêkirin. Kesên bi navê Azad Zinar (Metîn Daşdemîr), Rojevîn Azê Korkmaz (Evîn Sevîm) û Serhildan Gever (Yavûz Bozkûrt) di 27’ê Îlona 2018’an de îxanet li gelê kurd û têkoşîna azadiyê kirine û teslîmî hêzên dijmin bûne. Ev kes bi dijmin re dixebitin û li Geverê karên kontrayî kirine. Dewleta tirk a dagirker bi rêya medyaya şerê taybet diyar dike ku ev kes hatine girtin û ev kes kiryarên dayik û zarokê ne, yên ku di teqînê de miribûn. Divê gelê me yê Geverê li hemberî van kesên kontra bi histyar bin”

Du gerîla şehîd bûn

Di daxuyaniyê de HPG’ê diyar kir ku li Mersertêya Mêrdînê di 8’ê gulanê de di navbera artêşa tirk û hêzên gerîlayan de şer qewimîne û di ve şerê de 2 gerîla şehîd bûne û wiha domand: “Di 8’ê gulanê de yekîneyeke me li qada Çalê ya Mehsertêya Mêrdînê li ser peywirê bû, rastî leşkerên artêşa tirk a dagirker hatine û li vê derê şerek çêbûye. Di vî şerî de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Piştî vî şerî hêzê me li qada Tehnavê jî ketine şer. Di vî şerî de gelek hêzên dijmin hatine kuştin û 2 rêhevalên me heta fîşekên xwe yên dawîn şer kirine û şehîd bûne. Nasnameya hevalên me yên şehîd wê piştre werin ragihandin.”

Êrîşên hewayî

HPG’ê da zanîn ku hêzên wan di 12’ê gulanê de di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager Û Şehîd Ronaya de li Çelê ya Colemêrgê li dijî qereqola Şikêr çalakiyek li darxistine û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Hêzên me bi awayekî xurt li nîzamiye û çeperên qereqolê dane. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Her wiha di 12’yê gulanê saet di 21.00’an de balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker Qada Tepê Sor a Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye. Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar