Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HPG: Li Elkê 9 leşkerên tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li navçeya Elkê ya Şirnexê li dijî leşkerên artêşa tirk a dagirker çalakiyek lidarxistin. HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de 9 leşkerên tirk hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî yên artêşa tirk a dagirker daxuniyek nivîskî weşand. HPG’ê aşkera kir ku gerîlayên HPG/YJA-Starê li navçeya Elkê ya Şirnexê li dijî leşkerên artêşa tirk a dagirker çalakiyek lidarxistin û di çalakiyê de 9 leşkerên tirk hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de li ser çalakiyên gerîla ev agahî parve kir: “Hêzên me yên YJA-Star roja 3’ê îlonê yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker ku li herêma Deriyê Qaçê ya herêma Kato Jîrka ya navçeya Elkê ya Şirnexê kemîna datanî, xistin bin kontrola xwe. Yekîneyên me demekê yekîneya dijmin xist bin kontrola xwe û saet di 19.00’an de, di çarçoweya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de bi taktîka kemînê çalakiyek li dar xist. Hêzên me ji sê baskan ve bi xurtî li yekîneya dijmin da. Bi qasî ku hat tespîtkirin 9 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi topên hawan û obusan qada çalakiyê bombebaran kir û kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên skorsky ji herêmê rakir.”

HPG’ê bi berdewamî ev tişt ragihand: “Di roja 2’yê îlonê saet di 13.00’an de balafirên şer û helîkopterên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li herêma Geliyê Kesanê yê navçeya Tetwan a Bedlîsê barandin. Çapemeniya şerê taybet ya artêşa TC’ê ya dagirker nûçeyên ku di bombebaranê de windahiyên gerîla çêbûne diweşîne û bi vê re dixwaze şerê pîskolojîk bimeşîne. Di bombebaranê de tiştek bi hêzên me nehatiye.”

Di daxuyaniyê de li ser êrîşên hewayî jî ev tişt hat ragihandin: “Di roja 4’ê îlonê saet di 00.10’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li herêma Xantûr a herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê bombebaranê de 2 hevrêyên me şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parve kirin. Di roja 5’ê îlonê saet di 10.00’an de jî balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li herêma Werxelê ya herêma Avaşînê barandin. Di vê bombebaranê de tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar