Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

HPG: Li Gever û Çelê 19 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li navçeyên Gever û Çelê yên Colemêrgê derbeyek giran li artêşa tirk dan û 19 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG (HPG-BÎM) têkildarî çalakiyên gerîla yên li navçeyên Gever û Çelê yên Colemêrgê agahî da.

HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li navçeyên Çelê û Gever ên Colemêrgê darbeyek giran li artêşa tirk dane û ev agahî parve kir: “Roja 27’ê tîrmehê saetên sibê hêzên me li herêma Deriyê Cafer ê navçeya Geverê yekîneyeke dijmin xistin bin kontrola xwe. Heman rojê saet 10:30’an hêzên me li yekîneya xistîbûn bin kontrola xwe dan. Ji nêz ve bi serketî li yekîneya dijmin hate xistin, yek jê fermandarê yekîneyê bi giştî 8 leşkerên dijmin hatin kuştin. Yekîneya me ya ev çalakî pêk anî bi silametî gihişte baregeha xwe.”

11 leşker hatin kuştin û 2 gerîla jî şehîd bû

Di daxuyaniyê de HPG’ê ragihand ku roja 26’ê tîrmehê saet di 05.30’an de hêzên wan bi taktîka kemînan li dijî artêşa tirk ku ji bo ewlehiya rêya Girê Xereqol ê navçeya Çelê yekîneyek bi cih kiribûn çalakiyek li dar xistin û wiha domand: “Ji nêz ve bi du baskan li yekîneya dijmin hate xistin, 11 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Hêzên me hemwext li baregeh û çeperên dijmin ên li Girê Xeregol dan. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir û qada çalakiyê bi balafirên şer, topên hawan û obusan bombe kir. Di vê bombeberanê de hevreyên me Çiya û Xwînrej şehîd bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî ku derbeya giran xwar li herêmê dest bi operasyonê kir. Ev operasyon bi şêweyê kemîn danînê didome.

Nasnameyên hevreyên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Çiya Amed

Nav û Paşnav: Ramazan Bozkûrt

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik – Bav: Adalet – Mehmet

Cih û Demê Şehadetê: Çelê / 26’ê Tîrmeha 2019’an

 

 

 

Nasnav: Xwînrej Çarçella

Nav û Paşnav: Bîlal Kaplan

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik – Bav: Sarya – Şaban

Cih û Demê Şehadetê: Çelê / 26’ê Tîrmeha 2019’an

Rêhevalê me Çiya li Amedê di malbateke welatparêz de ji dayik bûye û di temenekî ciwan de têkoşîna me ya azadiyê nas kiriye. Dema ku dewleta dagirker a Tirkiyeyê êrîşên xwe yên li ser gelê me zêde kiriye, rêheval Çiya li her qada ku maye, bi berpirsyarî nêzikî peywirên xwe bûye. Di nava demeke kurt de li ser tarzê gerîllatiya profesyone bûye şervanekî jîr û zana. Rêheval Çiya di çalakiya Xeregolê de li dijî dijmin bi fedakarî şer kiriye û tev li nav karwanê şehîdan bûye.

Rêhevalê me Xwînrêj jî li Colemêrgê ji dayik bûye û di temenekî ciwan de rastiya dijmin fêm kiriye û li hemberî polîtîkayên faşîzan ên dijmin tev li nav refên gerîlayan bûye. Rêheval Xwînrêj di nava demeke kurt de hînî jiyana gerîla bûye û herî dawîn di çalakiya Xeregolê de heta nefesa xwe ya dawîn şer kiriye û bi qehremanî şehîd bûye.

Malbatên hêja yên rêhevalên me Çiya û Xwînrêj di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û em soza xwe dubare dikin ku em ê alaya azadiyê ya şehîdên xwe bigihînin serfiraziyê.”

Êrîşên hewayî

Her wiha HPG’ê derbarê êrîşên hewayî de jî ev agahiyan parve kir: “Di 27’ê tîrmehê saet 11.30’an de balefirên şer ên artêşa TC a dagirker qada Xantûrê ya Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me nehatiye û agir bi daristanê ketiye.

Di heman rojê de saet 14.00 û 15.00’an de qereqolên artêşa tirk a dagirker ên li ser xeta Heftanînê bi obus û hawanan qada Bektoryayê bomberdûman kirine û agir bi qadê ketiye.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar