Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

HPG: Li Metîna û Avaşînê 11 dagirker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 11 leşkerên artêşa tirk a dagirker hatin kuştin

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan a li dijî dagirkeriya dewleta tirk daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Daxuyaniyê HPG’ê wiha ye:

“Di 15’ê hezîranê de saet di 05.30’an de dema ku dagirker ji Girê Azad a li Metînayê ber bi bejahiya gundê Serero diçûn, di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran çêbû. Di van şeran de 3 dagirker hatine cezakirin. Hevrêyê me Demhat Kobanê yê ku derbên giran li dijmin da û bi qehremanî şer kir, şehîd bû. Piştî van şeran dagirker qedemeyekê vekişiyan.

Nasnameyê hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Demhat Kobanê

Nav û paşnav: Heysem Şêxo

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Navê dê û bav: Şemsê – Şêxo

Dîrok û cihê şehadetê: 15’ê Hezîrana 2021’an / Metîna

Hevrêyê me Demhat li bajarê berxwedanê Kobanê li nav malbateke welatparêz jidayik bûye. Malbata hevrêyê me Demhat dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîş bi ser Kobanê de anî bi gel di nav mewziyên berxwedanê de cih girtin û bicihanîna peywira welatparêzî weke peywirê ditiye.

Hevrêyê me Demhat ji ber ku malbata xwe jî welatparêz bû Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas kiriye û di nav xebatên ciwnan de çalak bûye. Hevrêyê me Demhat vê pêvajoyê bi rexnegirî li derdorê nêriye, hewl daye ji pirsên gelê me û tevahiya mirovahiyê re bersivên radîkal bibîne. Di vê dema rapirsînê de fikrên mîmarê Şoreşa Rojava Rêber Apo nas kiriye. Her wiha dema ku dibîne fikrên Rêber Apo bi Şoreşa Rojava re jiyanî dibe vê kelecaniyeke mezin a şoreşê daye hevrêyê me Demhat. Dema ku êrîş têne ser Şoreşa Rojava ya ku xwe dispêrê ser jiyana hevpar gelan û komkujiya DAIŞ’ê li Kobanê dibe, hevrêyê me Demhat dîtiye ku li pişt çeteyan dewleta tirk heye. Ji bo tolê ji vî dijminê qirker hilîne û ji bo ku bawer dikir heta ku şoreşa bakurê Kurdistanê nebe şoreşa Rojava wê ne mayinde be bi biryareke şoreşger tev li nav refên gerîla dibe.

Hevrêyê me piştî ku tev li nav refên gerîla dibe pir ji çiya û cografyaya Kurdistanê hez dike, li çiyayên azad ên Kurdistanê ku evîndarî wan dibe rastiya xwe jî dibîne. Kelecanî û coşiya xwe li her qada jiyanê dide nîşan, ji bo hemû hevalên xwe bûye kana moralê. Xwe li gorî taktîka gerîla ya serdema nû perwerde kiriye, ji bo perwerdehiya ku standî pratîk bike pir hewl daye. Her wiha bi perwerdehiya îdeolojîk ku ji rêxistinê dîtî xwe pir guherandiye, diyarkirina, ’em ê ne weke berê bijîn ne weke berê şer bikin’ a Rêbertî ji xwe re kiriye rêgezeke sereke û hewl daye li gorî vê bijî.

Hevrêyê me Demhat ku ji hêla leşkerî û îdeolojîk ve gerîlayekî zîrek e derbasî herêma Metînayê dibe, piştî ku artêşa tirk a mêtinger operasyona dagirkeriyê dide destpêkirin, ji bo ku ev operasyon were şikandin û derbên giran li dijmin bide bûye xwedî helwesteke lêrawestiyeyî û biryardar. Hevrêyê me ku di vê lêrawestîne serkeftî bûye û tev li gelek çalakiyan bûye, bûye xwedî pratîkeke serkeftî. Herî dawî li dijî tevgera dagirker ku dijminê dagirker dixwest li ser derdora gundê Serero bide destpêkirin bi wêrekiyeke mezin û şêwaza fedayî ya Apoyî bi ser dijmin de çûye, sîng bi sîng şer kiriye û di nav şehîdên leheng ên Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de cih girtiye.

Di serî de malbata welatparêz a hevrêyê me yê şehîd, serê hemû gelê Kobanê û gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em sond dixwin ku li pey şopa bîranîn û armancên şehîdên xwe bin.

Li Metînayê 5 dagirker hatin cezakirin

Di 15’ê hezîranê de saet di 19.00’an de li qada Koordîneyê ya li Metînayê li dijî dagirkeran çalakiyek hate kirin. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Dagirkeran êvarî bi helîkopterên leşkerên mirî û birîndar ji qadê derxistine.

Di 15’ê hezîranê de saet di 11.30’an de dagirkeran xwestin bi bombeyên gazê têkevin tunelên şer ên li Girê Silêman a Avaşînê. Hêzên me bi çekan li dagirkeran dane û dagirker neçar mane qedemeyekê vekêşin. Dagirkeran xwestine saet di 12.10’an de jî dîsa têkevin tunelan lê hêzên me dîsa li wan dane, li vir dagirkerek hatiye cezakirin. Li heman cihî di 16’ê hezîranê de saet di 00.50’an de bi sabotajê li komek dagirkeran hatiye xistin û 2 dagirker hatine cezakirin.

Di 15’ê hezîranê de saet di navbera 21.00 û 23.00’an de helîkopteran xwestine leşkeran bînin qada Girê Spî ya Avaşînê, hêzên me bi çekên giran li helîkopteran dane û helîkopter neçar mane

PDK li qadê çeperan ava dike

Hêzên girêdayî PDK’ê yên li Metînayê bi cih bûne, li qadê çeperan ava dikin. Ber bi cihê ku hêzên me lê ne, xebatên çêkirina rêyan ligel hemû bang û hişyarin jî didome.

Leşkerên tirk ên dagirker gund bomberdûman kir

Herêmên Parastinê yên Medyayê û gundên li başûrê Kurdistanê bi helîkopter û balafirên şer hatin bomberdûmankirin.

Di 15’ê hezîranê de saet di navbera 21.00 û 01.00’na de gundên Serero, Deşîşe û Orê yên Kanîmasiya Amêdiyê bi helîkopteran hatiye bomberdûmankirin.

Di 15’ê hezîranê de saet di navbera 19.00 û 02.30’an de qadên Girê Nizmo, Girê Spî û Girê Sor ên li Avaşînê bi balafirên şer hatine bomberdûmankirin.

Di 15’ê hezîranê de saet di navbera 21.15 û 03.20’an de li ser qadên Mam Reşo, Tabûra Ereban, Mernavos û Girê Silêman ên Avaşînê helîkopter geriyane.

Di 16’ê hezîranê de saet di 01.30’an de qadên Girê Spî û Girê Sor ên Avaşînê bi helîkopteran hate bomberdûmankirin.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar