Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HPG: Li Serhed û Xakûrkê 37 leşker hatin kuştin

HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî der barê şer û pevçûnên dawî de agahî dan. HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Îdir, Bazîd, Wan û Xakûrkê çalakiyên şoreşgerî pêk anîne û di encama çalakiyan de 6 jê kontra, bi giştî herî kêm 37 leşker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên hêzên wan ên li herêmên Serhed û Xakûrkê bi daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir. HPG’ê da zanîn ku di encama çalakiyên hêzên wan de gelek leşkerên artêşa tirk hatine kuştin.

HPG’ê destnîşan kir ku Pêngava Serfiraziya Şoreşgerî ya ku li Eyaleta Serhedê hatiye destpêkirin, didome. HPG’ê ragihand ku hêzên wan bi wesîleya 1’ê Hezîranê li dijî hêzên artêşa tirk çalakiyên berfireh pêk anîne. HPG’ê daxuyanî wiha domand: “Di 1’ê hezîranê saet di 09.30’an de li navçeya Başan a Îdirê hêzên me li dijî artêşa tirk a dagirker çalakiyeke şoreşgerî pêk anî. Di çalakiyê de wesayîta bi zirx a ZPT û du panzêrên ku ji Başanê diçûn Îdirê bûne hedefa hêzên me. Hêzên me ji nêz ve li ZPT’ê dane û wesayît îmha bûye û panzêrê jî derbên giran xwar. Leşkerên dijmin ên ku xwestine ji panzerê derkevin, hêzên me li wan dane û hemû leşkerên di panzerê de hatine kuştin.”

‘Temamiya leşkeran hatin kuştin’

Di berdewamê de jî HPG’ê diyar kir ku piştî çalakiyê, artêşa tirk bi gelek wesayîtên zirxî xwestiye were qadê lê hêzên wan ji du aliyan ve li wan jî dane û kitekitên çalakiyê wiha parve kirin: “Li vê derê jî wesayîta zirxî ya Kîrpî îmha bû, wesayîta Amarok û du wesayîtên Reo jî derbên giran xwar. Hêzên me qad xistin bin kontrola xwe û demeke dirêj nehiştin leşkerên dijmin tevbigerin. Di vê operasyona şoreşgerî de herî kêm 20 leşker hatin kuştin û herî kêm 10 leşker jî birîndar bûn. Artêşa tirk a dagirker di danê êvarê de bi gelek wesayîtên zirxî û ambûlansan, mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistin. Her wiha bi firfirokên hewayî yên bêmirov qad bombebaran kir. Ev operasyona şoreşgerî ji aliyê HPG, YJA-STAR û HBDH’ê ji bo silavkirina Pêngava 1’ê Hezîranê hatiye kirin.”

Li Bazîdê li dijî kontrayan çalakî

HPG’ê di berdewama daxuyaniyê de jî destnîşan kir ku ev demeke artêşa tirk di navbera qereqolên Serêkaniyê û Kozîlî yên Bazîd a Agiriyê de rêya ewlehiyê çêdike. HPG’ê ragihand ku hêzên wan ên YJA Starê di 1’ê hezîranê saet di 06.00’an de li dijî wesayîta transît a ku kontra tê de bûn û di çêkirina vê rêyê de dixebitîn, çalakiyeke sabotajê pêk anîne. HPG’ê hûrgiliyên çalakiyê wiha vegotin: “Di çalakiyê de 6 kontra hatin kuştin û 2 kontra jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa tirk a dagirker mirî û birîndarên xwe ji qadê dûr xistin û di danê êvarê de jî li qadê operasyonek da destpêkirin. Ev operasyon bêyî ku bigihêje armanca xwe, paşve hatiye kişandin. Artêşa tirk a dagirker ev çalakiya li hemberî kontrayan, bi rêya medyaya xwe weke êrîşa li dijî sivîlan nîşan daye. Ev kontra tevî dagirkeran dixebitin, li hemberî nirxên gelê kurd in û li dijî gerîlayan, bi dijminan re tevdigerin.”

Ji gerîlayên YJA Starê çalakiya sûîqestê

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê daxuyand ku di 31’ê gulanê saet di 16.30’an de gerîlayên YJA-Starê li dijî leşkerên li qereqola Gulîzerkê ya Ebexa Wanê çalakiya sûîqestê pêk anîne û di encama çalakiyê de serbazek û leşkerek hatine kuştin. HPG’ê ragihand ku piştî çalakiyê, artêşa tirk bi obus û hewanan qad bombebaran kiriye û operasyon pêk anî ye. HPG’ê diyar kir ku di temamiya van çalakiyan de tu zirar negihiştiye hêzên wan.

Li Xakûrkê çalakiyên şoreşgerî

Têkildarî şer û pevçûnên li Xakûrkê jî HPG’ê ev agahî dan: “Hêzên me bi çalakiyên bi bandor bersivê dide operasyona dagirkeriyê ya artêşa TC’ê ya dagirker ku li Xakûrkê daye destpêkirin. Di roja 1’ê hezîranê saet di 03:30’an de hêzên me li dijî leşkerên TC’ê yên dagirker ku li Girê Şehîd Derweş bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Ji du baskan ve bi serkeftî li çeper û baregehên dijmin hate xistin. Di çalakiyê de 9 leşker hatin kuştin.”

‘Gerîla Rêbaz Mahabad şehîd nebûye’

HPG’ê ragihand ku di daxuyaniya 30’ê gulana 2019’an de wan diyar kiribû ku di bombebarana roja 28’ê gulanê ya li dijî herêma Şêxzade ya Xakûrkê de gerîlayê bi navê  Rêbaz Mahabad (Reşît Hasan Nejad) şehîd bûye lê Mahabad bi saxlemî gihiştiye baregeha xwe.

Di bombebaranê de gerîlayek şehîd bû

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Di 1’ê hezîranê de balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker saet di 06:30’an de bombe li herêma Çil û Çar ya herêma Xakûrkê, saet di 09:00’an de bombe li herêma Mervanis a herêma Avaşînê, di saetên nîvro de jî herêma Zê bombebaran kir. Di bombeberana li herêma Zê de hevrêyekî me şehîd bû. Agahiyên têkildarî nasnameya şehadetê ya hevreyê me dê piştre bi raya giştî re were parvekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar