Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

HPG: Li Tendurekê 10 dagirker hatin kuştin

HPG'ê ragihand ku li herêma Tendurekê di çalakiya gerîlayan de 2 çawişên pispor hatine kuştin û diyar kir ku li heman qadê wesayîteke zirxî ya dagirkeran piştî çalakiyên gerîlayan bi kendêl wer bûye û di encamê de 8 dagirker mirine

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyek weşand û ev agahiyan parve kir:

“29’ê tîrmehê, artêşa tirk a dagirker li derdora gundê Navrê yê li qada Tendurekê ya navçeya Bazîdê ya Agiriyê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Saet di 02:30’î de yekîneyeke operasyonê ya dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hat kontrolkirin û ji cihekî nêz ve lê hat xistin. Di vê çalakiyê de 2 çawişên pispor hatin cezakirin. Dagirkeran piştî çalakiyê bi wesayitên zirxî xwestin dest li qadê werdin û wesayîteke zirxî bi kendêl ve wergeriya. Di encamê de 8 dagirker mirin.

Artêşa tirk a dagirker ku di vê operasyonê de derbeke giran xwar 1’ê tebaxê neçar ma xwe vekişîne.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

1’ê îlonê saet di navbera 14:00-17:00 de li herêma Avaşînê bi çekên giran li dagirkerên li ser Girê Silêman hat xistin. Di van herdu çalakiyan de hedefên hatin diyarkirin bi rengekî serketî li wan hate xistin.

Li qada berxwedanê ya Cîloyê Biçûk ê herêma Zapê;

1’ê îlonê saet di navbera 08:00-08:10’an de artêşa tirk a dagirker bi gazên bi jehr û teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Cîloyê Biçûk barand. Dagirkeran piştî vê êrîşê xwestin ber bi qada berxwedanê ve biçin lê hêzên me ji du baskan ve bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encama destwerdana berxwedêrên me de dagirker neçar man xwe vekişînin.

Li qada berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê;

1’ê îlonê saet di navbera 14:00-02:30’î de artêşa tirk a dagirker bi gazên bi jehr û 7 caran bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand.

Li ser qadên berxwedanê liv û tevgera droneyan û balafirên keşfê dewam dike.

28’ê tebaxê artêşa tirk a dagirker li herêma Besta ya Şirnexê dest bi operasyoneke berfireh a dagirkeriyê kir. Di dema vê operasyonê de qadên Mewuşkê, Korta Xanê, Besta Blûzerê, Girê Firinê, Şehîd Armanc, Xirbik û Apê His bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin. Di encama vê bombardûmanê de agir bi qada operasyonê ket. Ev operasyon hîn jî dewam dike.

1’ê îlonê saet di navbera 07:10-15:10’an de li herêma Garê gundên Şiyê û Rêdinê bi balafirên şer hatin bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar