HPG’ê da zanîn ku artêşa tirk herêma Kirê Sarixsu yê çiyayê Tendurekê û gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kiriye. HPG’ê diyar kir ku di êrîşa li çiyayê Tendurekê de 4 hevalên wan jiyana xwe ji dest dane
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) têkildarî êrîşên hewayî yên artêşa tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û çiyayê Tendurekê, daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.
Di daxuyaniyê de HPG’ê diyar kir ku hêzên artêşa tirk di roja 12’ê hezîranê saet di navbera saet 03:00 û 06:30’an de bi balafirên şer, topên hewan û obusan êrîşî herêma Kirê Sarixsu yê girêdayî Çiyayê Tendurek ku dikeve navbera navçeya Ebex a Wanê û navçeya Bazîd a Agiriyê kiriye. HPG’ê da zanîn ku di êrîşê de 4 hevrêyên wan jiyana xwe ji dest dane û dê agahiyên der barê nasnameyên wan de piştre bi raya giştî re parve bikin.
HPG’ê ragihand ku di roja 17’ê hezîranê saet navbera saet 20:30 û 21:00’an de jî artêşa tirk derdora gundê Bêpalan û herêma Dola Şehîdan ên herêma Qendîl a Herêmên Parastinê yên Medayayê bombebaran kirine. HPG’ê da zanîn ku artêşa tirk di roja 18’ê hezîranê saet di navbera 10:00 û 10:30’an de jî derdora gundê Tûkê yê herêma Qendîlê bombebaran kiriye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyand ku di van êrîşan de tu windahiyên wan çênebûne lê zirarekî mezin gihîştiye bax û baxçeyên welatiyên sivîl. BEHDÎNAN