Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

HPG: Li Xakurkê 18 leşkerên tirk hatin kuştin

HPG'ê ragihand ku li qada Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di şerê li dijî artêşa tirk a dagirker de 18 dagirker hatie kuştin.

HPG’ê diyar kir ku agahiyên berfireh ên nasnameya gerîlayan dê piştre werin parvekirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev agahî hatin dayîn:“Êrîşên dewleta tirk a dagirker a li dijî Rêber Apo, gelê me û gerîlayên azadiya Kurdistanê bê navber dewam dikin. Îşkence û êrîşên ku bi şert û mercên tecrîda mutleq li ser Rêber Apo tên meşandin, ne tenê hêrsa mezin a gelê kurd ê welatparêz û dostên wan zêde dike, di heman demê de kîn û hêrsa hêzên me ya li dijî dijminê qirker jî tûj dike. Tîmên me yên gerîlla yên gerok li Xakurkê bi awayekî hemwext çalakiyên koordînekirî li dar xistin û derbên giran li dagirkeran dan, 18 dagirker ceza kirin û bi bandor bersiv dan êrîışên dijmin. Di van çalakiyan de hevrêyên me Seyît, Amara û Azad ku bi ruhê fedaî li hember dijmin heta nefesa xwe ya dawî bi qehremanî şer kirin, gihiştin şehadetê. Agahiyên berfireh ên nasnameya hevrêyên me yên şehîd wê piştre bi gelê me yê welatparêz û raya giştî re bê parvekirin.

Agahiyên li ser çalakiyên hatine kirin û êrîşên artêşa tirk a dagirker wiha ne: “Li qada Kolîtê tîmên me yên gerok leşkerên tirk ên dagirker xistine bin kontrola xwe. Di 15’ê hezîranê saet 04.00’an de dagirker dema ku ber bi Girê Şehîd Şahan ve diçûn, hêzên me bi kemînê li dagirkeran dane. Milê yekemîn ê kemînê bi çek û bombeyên destan ji nêz ve li dagirkeran dane. Milê duyemîn ê kemînê jî bi çekên otomatîk û ferdî li dagirkeran dane. Piştî şerê bi qasî 15 deqîqeyan tîmên me yên gerok çûne ser cenazeyê 18 dagirkeran û hêzên me dîtine yek ji leşkerê ku hatiye cezakirin leşkerekî fermandar û rayedar e. Artêşa tirk a dagirker ji ber ku ferq kir ku leşkerên wê li qadê tên tasfiyekirin, bi obus, tank û balefirên şer li qada çalakiyê dane. Di van bomberdûmanan de hevrêyê me Seyît bi giranî birîndar bû û şehîd bû. Di dema vekişînê jî hevrêyên me Amara û Azad bûne hedefa êrîşên dijmin û şehîd bûne.

Di vê çalakiyê de bi awayekî hemwext û koordînekirî, dagirkerên li Girê Şehîd Şahan, Girê Şehîd Axîn û Girê Şehîd Şahan bi çekên giran hatin hedefgirtin û bi awayekî rasterast hatin derbkirin. Kuştî û birîndarên dagirkeran li vê derê nehatin zelalkirin. Artêşa Tirk a dagirker 4 caran mirî û birîndarên xwe bi helîkopter û wesayîtên zirxî rakirine.

Çalakiya ku hevrêyên me Seyît, Amara û Azad bi awayekî fedaî şer kirin û 18 dagirker tê de hatin cezakirin li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo hatiye pêk anîn.

15ê hezîranê saet 11:30 û 12:30’an dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 3 caran bi çekên giran hatine hedefgirtin û derbkirin.

Di 15 û 16’ê hezîranê de çeperên me yên li Herêma Berxwedanê ya Sîda ya Zapê 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Di 15 û 16’ê hezîranê de herêmên Girê Çarçel, Serê Metîna û Golka yên Metîna 4 caran, Deşta Kafya, Dola Şêranê û Kanî Sarkê yên Garê jî 7 caran, bi giştî 11 caran hatin bombekirin.

Di 15’ê hezîranê de herêma Berxwedanê ya Sîda ya Zapê, Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl a rojava Zapê, Herêmên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Bihar, herêmên berxwedanê ya Girê Hakarî ya Metînayê û Girê Kolît, Girê Şehîd Kamûran, Girê Şehîd Heqî û herêma Ava Lolanê yên Xakûrkê 227 caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.

Artêşa tirk a dagirker di 15 û 16’ê Hezîranê de êrişî çeperên me yên li Herêma Berxwedanê ya Sîda ya Zapê kir û bi keçpe û alavên şikandinê hewl da çeperan hilweşîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar